Bûldan: Îro roja bi hev re ya têkoşînê ye

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan got: “Bila tu kes nebêje ‘me sersaxî da, telefon kir û tweet avêt’. Îro tam roja hatina ba hev e. Dema wê yek ku her kes li vir amade be.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, piştî êrişa çekdarî çû Îzmîrê û li ber avahiya partiyê daxuyanî da. Bûldan sersaxî ji malbata Denîz Poyraz re xwest û wiha got: “Rehma Xwedê li Denîz be, serê malbata wê, hevalên me yên partiyê û me hemûyan sax be.”

Bûldan di dewama daxuyaniya xwe de wiha axivî: “Ev cînayet ne yekîne, me van cînayet û bersûcan pir dîtin. Lê li dijî kesên ji me re gotin hûnê koletiyê bikin, hûnê li ber me çongên xwe danîn erdê, tu carî me ji rûmeta xwe tawîz neda, emê çong ne danîn erdê û em ê ti carî serî netewînin. Em ê ji vir û şûn ve jî çongên xwe ne danîn erdê û serê neteweyînin. Îro ji bo ku komkujiyek mezin pêk bîne, qatilek şandin vê derê. Lê tenê Denîz di hûndir de bû. Ger ew qatil piştî nîv saet şûnde hatiba vê derê, wê li vî bajarî komkujiyek mezin pêk bihata. Li ber çavê hemû kesan qatilek, heta tê gotin ku ne yek tenê bû 3 kes bûn, komkujî pêk anî. Ne hêsane ku li ber çavên polîsan bi rehetî bikevin vê avahiyê. Em dizanin ku ew pir bi rêkûpêk û bi plansazkirî hatine vê derê. Em dizanin yên ku ev komkujî bi wî dane kirin, ferman dane û çek xistine destê wî kîne. Em ne biyaniyê van bûyerane. Bi salane, em dibêjin hemû cînayetên li vî welatî pêk tên bi plankirîne. Yek din li van cînayetan zêde bû.

Em bangî Serokkomar ê ku got ‘Ev rojên we yên başin’ dikin: Gava we got 'ev rojên we yên başin’ mebesta we ev bû? We dizanibû ku dê ev komkujî pêk were? Li vî welatî, agahiya we ji çûkên difirin jî heye. Li vî welatî, HDP’î li ku derê nefese digirin agahiya we jê heye. Hûn neçarin ku vî qatilê îro ket avahiya me û komkujî pêk anî, ji me re rave û eşker bikin. Her ku em dibêjin aştî, hûn komkujiyan pêk tînin. Êdî bese. Em soz didin Denîz, li pêşberî edaletê teqez em ê hesabê vê yekê bipirsin. Qatil wê hesab bidin.

Em ji vê derê cardin hişyar dikin; Tehemmula me ne ya ku em Denîzek din winda bikin êdî nemaye. Me zarokên xwe, xwişk û birayên xwe û ewladên xwe li kolanan nedîtine. Li pişt her jiyana wenda dibe, her giyanê ku dikeve bin axê, bi hezaran, bi mîlyonan hene. Li pişt Denîz, malbata wê, rêhevalên wê, hevalên wê yên partî hene, em hene. Divê demildeset berpirsiyarên vê bûyerê bên eşkerekirin û ceza kirin. Divê neyê jibîrkirin, guleya ku li Denîz ket, ne tenê guleyek li Deniz hatiye reşandin.”