Bûldan: Îradeya di Newrozê de azadiya gelan nîşan dide

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di kongreya HDP’a Sêrtê de axivî û diyar kir ku divê Enqere îradeya di Newrozê de bibîne û dengê gelê Kurd ê li qadan bû bibihîze.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Sêrtê bi dirûşma “Niha dema HDP’ê ye” Kongreya xwe ya Asayî ya 4’emîn li dar xist. Kongre li eywanek dawetê pêk hat. Di kongreyê de gelek pankart hatin daliqandin. Pankartên “Em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin” û “Tecrîdê rakin deriyê Îmraliyê vekin, aştiyê ava bikin” hatibûn daliqandin bal kişandin. Her wiha pankarta ku wêneyê siyasetmedara kurd Aysel Tugluk li serê bi nivîsa “Girtiyên nexweş rûmeta me ne” hat daliqandin. 

Bi sedan welatî bi reng û xemla xwe tevlî kongreyê bûn. Welatiyan beriya kongre dest pê bike li ber stranan govend gerandin.

HDP BI WE RE MEZIN DIBE

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di kongreyê de axivî û destnîşan kir ku ew mêvanên ezîz ên kongreyê bi germahî û dilgeşiya Newrozê silav dike û wiha got: “Em bi hêza xwe ya Newrozê vê kongreya xwe pêk tînin. Hemû kongreyên me gelek bi coş bûn. Kongreyên me biryardarî û dibin destpêka pêvajoyek nû. Her ku em vê biryardarî û coşa we dibînin em mezintir dibin, bi hêz dibin û em xwe bi vê hêzê ji bo pêşerojek ronî amade dikin. Lewma em spasiya we yek bi yek dikin. Baş e ku hûn hene û HDP bi we re mezin dibe. Dengê we yê bi hêz nîşaneya ku me gav bi gav ber bi guhertinek mezin ve dibe ye. Newroz jî wiha bi dilgeşî li her derê hat pîrozkirin. Bi ked û têkoşîna salan a gelê Kurd û dostên wan Newroz hat pîrozkirin. Newroz ji bo me nîşaneya her tiştî ye.” 

DIVÊ ENQERE DENGÊ GELÊ KURD BIBIHÎZE

Bûldan bal kişand ser peyamên di Newrozê de hatin dayîn û wiha got: “Gelê me di Newrozê de carek din gelek daxwazên xwe qîr kirin û xwe nîşan da. Wêneyê mezin ê Newrozê azadiya gelan nîşan dide. Newrozê îradeyek mezin derxist holê û Newrozê nîşan da ku polîtîkaya înkar, îmha, tecrîd, şer, qeyûm, bêhiqûqî, girtîgeh, feqîriyê bi kêrî tu tiştekî nayê. Vê îradeyê rêya çareserî û aştiyê nîşan da û di heman demê de berê siyasetê jî diyar kir. Wêneyê Newrozê wêneyê aştiya mezin e. Di heman demê de wêneyê edaleta rasteqîn e. Çend gotinên me ji siyaseta Enqereyê ku îrade, daxwaz û wêneyên mezin di Newrozê de derketin holê û naxwaze bibîne re heye. Em carek din li Sêrtê dixwazin destnîşan bikin, guh bidin daxwaz bi milyonan kesî û ji îradeya wan re hurmetê nîşan bidn. Siyaseta Enqereyê ji daxwaza bi milyonan kesî direve. Dibe ku hûn rojek, du roj birevin lê hûnê ji derketina heqîqetê re qet û qet nikaribin bibin asteng. Çimkî wê gelê me destûra viya nede.”

Buldan anî ziman ku li Tirkiyê gelek pirsgirêk berdewam dikin û wiha axivî: “Ez careke din van mijar û pirsgirêkan bi bîr dixim. Li qadên Newrozê gelê me bi taybetî pirsî û gotin, 'Ez li vir im' gotin, 'Ma hûn min nabînin Enqere?’ Gelê me gazî aqilê dewletê û îradeya siyasî kir. Bang li muxalefeta demokratîk kir. Gelê me bang li hemû Tirkiyeyê û raya giştî kir û got, 'Hûn nikarin vî welatî bi desteserkirina îradeya min, bi şirîkên xwe û bi qeyûmên we tayîn kirine re birêve bibin, em qeyûmên we nas nakin’. Em jî ji vê derê ji Enqereyê bipirsin, ‘Gelo we ev deng bihîst?’ Gelê me peyamên xwe eşkere rave kir û got, ‘Zimanê min ê zikmakî nasnameya min e, rûmeta min e. Ez ê tu carî dev ji zimanê xwe zikmakî û nasnameya xwe bernedin’. Enqere we ev bihîst? Em dixwazin vê bipirsin, gel peyama, ‘Bi darizandinên komplo, girtin, destgîrkirin, bêhiqûqî, desteserkirina îradeyê û darbeyê hûn nikarin pêşiya HDP’ê û siyaseta wê ya demokratîk bigirin. Em ji Enqereyê dipirsin, we deng û daxwazên gel bihîst? Gelê me bi coş û kelecan ev pirs pirsîn û dê bidomin. Di heman demê de gelê me got, 'Em li dijî tecrîda li ser birêz Ocalan qebûl nakin. Em dixwazin demildest tecrîd bê rakirin’. Em dixwazin li vir careke din vê bipirsin. Gel êdî jiyanek wekhev û azad dixwaze.” 

Piştî axaftina Bûldan hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat û ji bo hevserokatiya Rêxistina HDP'a Sêrtê Hatîce Tay û Mehmet Kaysi hatin bijartin. Kongre li ber stranên Hozan Kazo û gerandina govendê bi dawî bû.