Bûldan: Çûyîna Erdogan bilezînin!

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got: “Pêvajoya aştiyê bi AKP’ê re nabe, ji bo bilezkirina çûyîna Erdogan di deste mûxalefetê de ye.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan tevlî 3’emîn Kongreya Asayî ya Rêxistina HDP’ê ya Antalyayê bû. Her wiha di kongreye de Parlementerê Antalyayê Kemal Bulbul, Partiya Sosyalîst a Hejaran (ESP) Partiya Kedê (EMPE), Partiya Sosyalîst a ji Nû ve Rizgarî (SYKP) Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) Federasyona Sendîkayên Karkerên Cemawerî (KESK) û gelek nûnerên partiyên siyasî, sendika û rêxistinên civaka sivîl amade bûn.

Bûldan di kongreye de axivî û diyar kir ku êdî AKP’ê rewabûna  xwe winda kiriye û got: “Dewlet ketiye destê AKP’ê, daraz û hiqûq ketiye deste wan. Artêş ketiye bin xizmeta wan, çapemenî di kontrola wan de ye. Ev desthilat kesên li ber serê xwe netewîne mafê jiyanê ji bo wan nas nake. Li dijî vê li vî welatî tevî her tişî beşa radiweste têkoşîn dike HDP ye.”

Bûldan bal kişand ser êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Rojava û got: “AKP’ê gelê Kurd nasnekir û dest bi êrîşekî li dijî destkeftiyên wê kir. Hişmendiyek heye ku statuya Kurdan naxwaze. Yên ku ji vî şerî winda bikin gelên Tirkiyeyê ne. Gel bi krîzên aborî winda dikin, dayik bi mirina zarokên xwe winda dikin. Niha jî dixwazin leşkeran bişînin Lîbyayê. AKP ji bo desthildata xwe bidomîne û qehîm bike operasyonan dike.”

Her wiha Bûldan kesên di qetlîama Roboskiyê de jî şehîd bûne bibîr anî û got: “Tevî bi salan li ser Qetlîama Roboskiyê re jî derbas bû hê berpirs nehatine diyarkirin. Heta dayikên Roboskî hatin girtin. Roboskî birîna nehatî pêçan a vî welatî ye.”

Bûldan herî dawî got: “Bi ti awayî bi AKP’ê re pêvajoya aştiyê nayê birêvebirin. Em ê aştiya rast bi Kurd, Tirk û Ereban re pêk bînin. AKP wê didemeke nêz de hilewşe û belav bibe. Îro AKP bûye sê parçe. Em dibinin ku desthilateke xwe sûcar û direwîn derdixîne li pêşiya me ye. Çûyîna bi lez a AKP’ê di deste muxalefeta demokratîk a me de ye. Ev dem hatiye wê biçe. Em vê pêvajoyê bilezînin.”

Hevserokên HDP’ê ya Antalya dîsa Remziye Zengîn û Mûhsîn Taşar hatin hilbijartin.