Bulbul: Dewlet Elewîtiyê qebûl nake

Parlementerê HDP’ê Kemal Bulbul diyar kir ku desthilatdarî 5 daxwazên bingehîn ên Elewiyan qebûl nake û divê mirov bi dewletê nexape.

Parlementerê HDP’ê Kemal Bulbul diyar kir ku di sala 2009’an de 35 saziyên Elewiyan li hev kom bûbûn û 5 daxwazên sereke ye hevpar eşkere kiribûn. Bulbul diyar kir ku divê ev daxwazên Elewiyan qet neyên nîqaşkirin û bi vê re mesele dikare çareser bibe.

DEWLET ELEWÎTIYÊ QEBÛL NAKE

Bulbul diyar kir ku hişê dewletê ji berê ve jî Elewîtiyê qebûl nake û got “Ji Selçûklûyan heta Osmaniyan ji Osmaniyan heta Komara Tirkiyeyê û di bingehê de Qanûna Tekke û Zaviyeyan a ku Mahmûdê 2’emîn di sala 1826’an de kiriye qanûn û di sala 1924-1925’an de jî hatiye asta ku nayê guhertin, ev bawerî hatiye qedexekirin. Elewîtî ji sala 1925’an û vir ve hatiye qedexekirin. Di sala 1960’an de di wexta darbeyê de Serokatiya Karê Diyanetê nîqaşan dike ku Elewiyan jî tev lê bike. Di wê demê de pêşengên civaka Elewî, ciwan, Pîr ji bo daxwazên hevpar nîqaşan dikin û lê wisa xuya ye Serokatiya Karên Diyanetê û hişê dewletê Elewîtiyê qebûl nake. Wê demê jî qebûl nedikir a niha jî nake. “

LI SER 5 DAXWAZÊNELEWIYAN NEHATE SEKINANDIN

Bulbul diyar kir ku di sala 2000’î de Federasyona Elewî û Bektaşiyan ji ber ku têgeha Elewî bi kar anî, doz lê hate vekirin û got “Dema ez Serokê Giştî yê Komeleya Çandî ya Pîr Sûltan Abdal bûm û rêveberê Federasyona Elewî û Bektaşiyan bûm, me mîtîngên ‘Em li Tirkiyeyê hemwelatiyeke wekhev dixwazin’ li dar xist. Piştî mîtîngan dewletê ‘Gava ber bi Elewiyan’, ‘Gava ber bi Romanan’ û ‘Gava ber bi Kurdan’ da destpêkirin.Qaşo wê bîr û baweriya Elewiyan, daxwazên wan bihata qebûlkirin. Me jî diyar kiribû ku hikumet û hişê dewletê ji Elewîtiyê re girtiye û jixwe wisa çêbû. Gelek civîn hate kirin. 35 saziyên Elewiyan 5 daxwazên hevpar eşkere kirin. Piştî hevdîtinan AKP dev ji hevdîtinan berda, meseleya gavavêtinê jî qediya. “

Bulbul diyar kir ku desthilatdarî bi nêzikatiyên ne meşrû nêzî Elewiyan dibe û got “Diçin ba komele û cemxaneyan dibêjin em şêwirmendên Suleyman Soylû ne, gelo daxwazên we hene? Di dewletê de tiştekî wisa tune. Elewî tiştekî wisa qebûl nakin. Ev nêzikatiyeke ne meşrû û ne hiqûqî ye. Em li meclîsê pêşniyazeke qanûnê dikin ku bila cemxane jî wekî îbadetxane were dîtin, lê bi dengên hevpar ên AKP û MHP’ê tê redkirin. Ev tişt dibe wekî ku li meclîsê Kurdî  ‘zimanê nenas’ diyar bikin , mewlûda bi Kurdî qedexe bikin lê TRT Kurdî ava bikin. Elewî nikarin tiştekî bixwazin, çalakiyên demokratîk bikin lê Suleyman Soylû karmendên xwe dişîne û heke daxwazan guncav bibîne wê pêk bîne. Ma tiştekî wisa dibe?Ev têkiliya efendî û kole, axa û xulam e.”

Parlementerê HDP’ê Kemal Bulbul diyar kir ku “Divê bêyî nîqaş daxwazên Elewiyan were qebûlkirin. Saziyên Elewiyan jî divê xwerêxistinkirina xwe û daxwazên xwe geştir û xurttir bikin. Ji bo daxwaz werin dîtin divê pêvajoya demokratîk têkeve pratîkê.”