Biryara Batasûna nikare li ser HDP'ê were nûjenkirin

Prz. Dogan Erbaş got biryara Batasunayê ku medyaya desthilatê radigihîne di îdîanameya HDP'ê de ''amaje bi biryara gritina partiyê ya DMME'yê'' tê kirin, cuda ye û diyar kir tê berevajîkirin.

Îdîanameya ji bo girtina HDP'ê hatî hazirkirin ji hêla Dadgeha Destûrê ya Tirk ve hate qebûlkirin. Di îdîanemeyê de heta bi şahidên veşartî ku di 'Doza KCK'ê de nebûn, gelek îdîane hene. Endamê hiqûqnas ê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Dogan Erbaş got ti ferqa vê îdîanameyê ji yên berê ku pê partî pê hatibûn girtin nîne, diyar kir gelek tiştên ku ji hêla hiqûqî ve têne parastin bûne mijara sûc û got, ''Ji ber vê biryareke siyasî ye.''

Erbaş bi berdewamî bal kişande ser manîpulasyona ku li ser medyaya AKP'ê tê kirin û got, organên çapemeniyê yên AKP biryara Batasûna ya DMM'ê manîpule dikin. Erbaş wiha got:

''Ez dibêjim qey rojên li pêşiya me e em ê vê biryarê pir bibihîsin û nîqaş bikin lê tişta ku têkilî vê biryarê tê gotin û rastî ji hev cuda ye. Tişta ku îro tê gotin sed ji sedî înkara rastiyê ye. Dema ku mirov li biryara Batasûna binere pêşî divê mirov li vê binere; Spanya û Tirkiye naşibin hev. Beriya her tiştî destûrên wan naşibin hev, li Spanyayê herêmên xweser hene. Bask jî ku bûye mijara biryara Batasûnayê herêmeke xweser e. Li herêma Baskê zimanê wan bi fermî hatiye naskirin. Alaya Yekîtiya Ewropayê, Spanya û Baskê li ba dibe. Welat cuda ne lê di mijara Batasûnayê de 18 biryarên cuda yên dadgehê hene. Yek jivan jî şermezarnekirina tundiyê. Ev mijareke pir berfireh e lê yek ji rayedarên Batasûnyê daxuyanî dide û dibêje, ew naxwazin ku ETA dawî li çalakiyên tundrew bîne. Li vir rewşeke derî hewldana dijî tundiyê û pêşîlêgirtinê heye. Ji ber vê mirov nikare bide ber HDP. HDP ji roja ku ava bûyî aştî, diyalok û muzakereyê li ber datîne. Ji ber vê jî mirov dema ku du biryaran bişibîne hev hewl dide ku ji du tiştên naşibe hev biryareke hevpar derxîne.''