Bîrtane: Eger Kurd hêzên xwe bikin yek...

Endama Dîwana KCD'ê Mulkiye Bîrtane, têkildarî platforma nîqaşê ya li ser yekîtiya neteweyî, ku KNK'ê da destpêkirin axivî û got, "Eger Kurd hêzên xwe bikin yek, bi hêsanî dikarin gelek bend û astengiyan ji pêşiya xwe rakin."

Endama Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Mulkiye Bîrtane destnîşan kir, ku ew amade ne bi her awayî piştgiriyê bidin vî karê ji bo pêkanîna kongreya neteweyî tê kirin.

Bîrtane, ku di heman demê de endama Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya sala 2013'an bû diyar kir, xebatên kongreya neteweyî yên wê demê beriya şerê li dijî DAIŞ'ê hatin kirin û tevî ku neçû serî jî di nava Kurdan de rê li ber ruhekî neteweyî vekir.

DI QONAXEKE DÎROKÎ DE EV KAR TÊ KIRIN

Bîrtane, xebatên sala 2013'an ên ji bo kongreya neteweyî nirxand û got, "Di sala 2013'an de jî xebateke gelekî giranbuha hate kirin. Lê belê em dizanin, ku dema berjewendiyên hizban an jî yên kesan bikeve pêşiya berjewendiyên neteweyî yan jî gelan, wê demê astengî çêdibe. Bi salane gelek caran hewldan çêbûn ji bo ev kongre pêk were. Çê nebû. Yanî hin pirsgirêk derketin."

Bîrtane bibîr xist, karê wê demê di demeke dîrokî de hatibû kirin, îro jî ev xebat di qonaxeke dîrokî de tê kirin û wiha dewam kir: "Di wê demê de li Rojava gelek pirsgirêk hebûn, li Iraqê li aliyê Mûsilê şerê li dijî DAIŞ'ê, li Rojava şerê li dijî DAIŞ'ê hebû. Bêguman di qonaxeke gelekî girîng de ew xebat çêbû bû. Îro, mafekî rewa yê navneteweyî ye ku çarenûsa gelan di destê gelan de be. Em di pêvajoyeke bi vî rengî de ne. Eger Kurd hêzên xwe bikin yek, wê bi hêsanî karibin gelek bend û astengiyan ji pêşiya xwe rakin."

DIVÊ MIRIN Û ŞER NE ÇARENÛSA ROJHILATA NAVÎN BE

Mulkiye Bîrtane li ser helwesta dewletên Tirk û Îranê û dewletên din ên li ber hemû mafên Kurdan radibin ev nirxandin kir: "Dema ku qala kongreya neteweyî tê kirin, gelek hêzên serdest behsa parçebûnê dikin. Îran, Tirkiye û Iraq ji sala 2013'an û vir ve daxuyaniyên bi heman rengî didin. Lê belê em dixwazin ji bo jiyaneke azadı, demokratîk û wekhev vê kongreyê pêk bînin. Divê tirseke bi vî rengî ya van welatan tine be. Em naxwazin mirin, şer û hilweşîn bibe çarenûsa gelên Rojhilata Navîn."

'DÎSA DIXWAZIN BI KURDAN BIDIN WINDAKIRIN'

Bîrtane destnîşan kir, ku Kurd di vê sedsalê de hêzeke û hin hêz hesaban dikin ku mîna Lozanê careke din bi Kurdan bidin windakirin. Bîrtane got, "Îro li Rojhilata Navîn bûyerên dîrokî diqewimin. Tevî hêzên herêmî, hêzên navneteweyî qala Rojhilata Navîn bi taybetî qala Kurdistanê dikin. Çawa ku li Lozanê bi Kurdan dan windakirin, dixwazin heman tiştî îro jî bikin. Lê belê Kurd ne ew Kurdên sed sal berê ne. Ji aliyê siyasî, çandî, dîplomatîk û leşkerî ve KUrd di serdemeke xurt de ne."

'EM Ê BI HER AWAYÎ PIŞTGIRIYÊ BIKIN'

Endama Dîwana KCD'ê Mulkiye Bîrtane têkildarî platforma nîqaşê ya li ser kongreya neteweyî, ku KNK'ê da destpêkirin ev nirxandin kir: "Ji bo avakirina platformeke hevpar a li ser yekîtiya neteweyî, KNK'ê dest bi karekî kiriye. Li vê platformê wê hin nîqaş werin kirin. Eger hemû alî, yekîtiya neteweyî û kongreyê erê bikin, hingî ev kar dikare bê destpêkirin. Ev kar di asta heyî de karê kongreya kongreya neteweyî nîne. Xebateke girîng e. Weke KCD, mîna beriya niha em destekê didin vî karî."