Bîrol: Berdana êrişkar peyameke eşkere ye

Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol diyarkir ku serbest berdana faşîstê ku êrişê rêxistina HDP’ê ya Bahçelîevler kiribû peyameke eşkere ye.

Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol bertek nîşanî serbest berdana faşîst Muhammed Eren Sûtçu yê ku êrîşî avahiya Rêxistina Taxa Bahçelîevlerê kiribû da. Bîrol diyar kir ku di serbest berdana Sûtçu de peyameke ku êrîşa li dijî HDP'ê teşwîq dike heye û peyama wê yekê dide ku wê ev êrîş bi bêcezabûnê bi encam bibe.

Bîrol got, "Me ev yek li dadgeha Denîz Poyraz dît. Kujer xwedî wê cesaretê ne ku li pêşberî dadger û dozgeran gotinan ji malbata wê ya mexdûr dikin."

'DIVÊ MUXALEFET QEBÛL NEKIN'

Bîrol destnîşan kir ku serbest berdana êrîşkar ne tenê pirsgirêka HDP'ê ye, ji bo hemû hêzên demokratîk gefek e û got, "Ev serbest berdan nîşaneya vê yekê ye bê ka wê rêbaza tirsandina hemû hêzên demokrasiyê çawa be. Ji ber vê yekê ji bilî me hemû hêzên muxalefet û demokrasiyê divê peyamê çawa ku em jê fêm dikin fêm bikin. Berpirsiyartiya wan heye ku li dijî wê derkevin, bişopînin. Divê ev welat êdî destûrê nede vê çavsortiyê."