Birlik: Gelê Kurd ew ê bi giyanê Efrînê berê xwe bide Newrozê

Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Birlik diyar kir ku ew ê gelê Kurd bi giyanê Efrînê berê xwe bide qadên Newrozê.

Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Birlik diyar kir ku ew ê rojeva sereke ya Newrozê Efrîn be. Birlik diyar kir ku Efrîn wekî Sûr, Nisêbîn, Şirnex û Cizîrê tê bomberdûmankirin û ev tişt hêrseke mezin li ba Kurdan ava dike. Birlikê diyar kir ku ew ê gelê Kurd bi giyanê Efrînê berê xwe bide Newrozê.

Birlikê diyar kir ku îsal Wezareta Karê Hundir ji bo pîrozbahiyê tenê destûr daye roja 21’ê Adarê û pîrozbahiyên di 17, 18,19,20’ê Adarê de hatiye redkirin. Birlikê diyar kir ku pîrozbahiya Newroza li Nisêbînê ligel ku di roja 21’ê Adarê de ye, bi hinceta ku ew ê kaymakam pîrozbahiyê bike, hatiye astengkirin. Birlikê destnîşan kir ku, ew ê ev astengî li pêşiya Newrozê negire û ew ê agirê Newrozê li her derê vêkeve.

‘DIVÊ NY Û YE TÊKEVIN NAV HEWLDANAN’

Birlikê diyar kir ku ligel biryara NY a agirbestê Tirkiye Efrînê bomberdûman dike û bangên Parlementoya Ewrûpayê û Rêxistina Efûyê qels dimîne. Birlikê diyar kir ku divê NY û YE di serî de, hemû saziyên navneteweyî ji bo Efrînê têkevin nav hewldanan.

‘HEDEF RÊVEBERIYA DEMOKRATÎK E’

Birlikê diyar kir ku hêzên emperyalîst ji rêveberiya demokratîk a li Efrînê aciz in û got, “Li Efrînê Kurd, Tirk, Ereb, Êzidî bi hev re dijîn û jiyaneke hevpar ava kirine. Ev pergal ne li ser berjewendiya dewletan lê li ser berjewendiya gelan hatiye avakirin. Ji ber vê jî êrîşî Efrînê tê kirin.”

Birlikê bal kişand ser vî tiştî ku gelê Kurd hê êşa Helepçeyê ji bîr nekiriye , êrîşên Efrînê bi ser hatiye û bêdengiya cîhanê rexne kir. Birlikê got ku, “Li ber te sivîl dimirin, tu bêdeng î, lê dema tiştekî li dijî menfaetê de pêk were tu mudaxele dikî. Ev rizîna exlaq e, tê dîtin ku li vê mirovayetî rizyaye. Em hemû dizanin ku tenê gelên Sûriyeyê dikarin kêşeyên li Sûriyeyê çareser bikin.’

‘WEKÎ GELÊ ŞIRNEXÊ GELÊ EFRÎNÊ JÎ DESTÛRÊ NADE!’

Birlik ji bo guherandina demografiya li Efrînê mînaka Şirnexê da û got, “Li Şirnexê ji sedî 70 avahiyan hatibû hilweşandin lê gel warê xwe neterikand û di konan de jiyana xwe domand. Çawa ku gelê Efrînê warên xwe neterikand ew ê gelê Efrînê jî destûrê nede vî tiştî.”

Birlikê herî dawîn jî got ku, “Yên li hemberî DAÎŞ’ê şer kirin, gelê Efrînê bû, ji ber vê jî êrîşên li ser Efrînê nayê qebûlkirin.”