Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 383’yemîn de daxuyanî da. Daxuyanî li ber avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê pêk hat. Di daxuyaniyê de pankarta “Mafê tedawiyê nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş werin berdan” hat hildan. Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Tûrgût axivî û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Hakan Kanat ê li Girtîgeha Sîncanê ya Jimara 3’yan a Tîpa L’yê ku bi penceşêrê ketiye.
AGAHÎ NADIN MALBATA WÎ
Tûrgût diyar kir ku Kanat li Kirşehîrê hatiye girtin û piştî sewqî nexweşxaneya Kirşehîrê hatiye kirin teşhîsa penceşêrê ya troîdê danîne ser û her çiqas malbata wî xwestiye derbarê rewşa wî de agahî bigire lê girtîgehê agahî nedaye wan.
BIRÎNDAR BIRINE GIRTÎGEHÊ
Tûrgût da zanîn ku Kanat piştî emeliyatê ku bûye 2 saet şûn de xwîn vereşiyaye û 60 kêl avêtine qirika wî û 35 kêlan berda ye û pişt re dîsa kêl kirine. Tûrgût anî ziman ku Kanat piştî emeliyatê bi 3 rojan wî dîsa birine qawîşa mehkûmên nexweş, rewşa wî giran bûye û adeta ji mirinê xelas bûye. Tûrgût destnîşan kir ku Kanat ji wê qawîşa mehkûman a nexweşxaneyê piştî roja 6’an birine Girtîgeha Sîncanê û bêyî ku kêlîn birîna wî baş bibin û xistine odeya karantînayê. Tûrgût anî ziman ku girtiyê nexweş Hakan Kanat bi vî halê wî adeta wî terkî mirinê kirine û rewşa wî giran e. Tûrgût xwest di serî de Kanat û hemû girtiyên nexweş tavilê werin berdan.