Bîranîna Cîhan û Husnu

Cîhan Denîz û Husnû Ablay di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de bi jiyan, kesayetiya xwe ya pêşeng û pratîka xwe mohra xwe li pêvajoyekê xistin. Jiyana xwe dan têkoşîna azadiyê ya gelan û rizgariya welat.

Hevrê Cîhan Denîz û Husnu Ablay 23'ê Hezîrana 2008'an li qadeke ku 25 kîlometre ji Dîlokê re mabû, di encama 'qezaya trafîkê' de şehîd bûn.

Di demekê de ku bandora giran a tasfiyekariyê li Bakurê Kurdistanê hebû, bi îradeya xwe ya xurt û sekna xwe ya bi biryar rêveçûna dîrokê diyar kirin. Carna dîrok bi têkoşîna kesekî yan jî komekê bi rê ve diçe, hewldanên wan rêveçûnê diyar dike.

Hevalên Cîhan û Husnu jî di demeke krîtîk de û li cihekî girîng ê Şoreşa Kurdistanê bi roleke bi vî rengî rabûn. Bi tempoya xwe ya bilind mîna bahozekê bûn. Bi wêrekî li ber dijmin sekinîn. Bi dilsoziya xwe ya bi şoreşê re bûn mînakên herî bi wate. Bi rûkeniya xwe bûn moral ji hevrêyên xwe re, bûn cihê baweriyê. Beriya her tiştî bûn hêviya baweriya şoreş û serketinê.

Hevrê Husnu û Cîhan dilsoziya xwe ya bi Rêbertî re bi pratîka xwe nîşan dan. Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê têkoşîneke mezin dan. Jiyaneke bê Rêbertî ti carî qebûl nekirin.

Di nava her şert û mercî de xwedî li nirxên civakê derketin. Hatin girtin, bi salan girtî man. Li ber xwe dan, ser dan, lê sir nedan.

Hevalên Cîhan û Husnu li her cihê ku jê derbas bûn şopeke şoreşgerî li pey xwe hiştin. Bi jiyan û têkoşîna xwe di dilê hevrêyên xwe de bû cihê hezkirin û hurmetê. Hevrê û şagirtên Mazlûm, Xeyrî û Kemalan bûn. Mîna Mazlûm bi xeta îdeolojîk re dilsoz bûn, mîna Xeyrî bêdawî fedakar bûn, mîna Kemal jî çalakgerên wêrek bûn. Li her devera ku ew lê bûn partî, çalakî û meşa azadiyê hebû.

Kurtbûn an jî dirêjbûna temenekî bi tena serê xwe bi wate nîne. Ya girîng ew e ku jiyaneke çawa li wî temenî hatiye bicihkirin. Hevrê Cîhan û Husnu jî jiyana herî mezin û bi wate li temenê xwe yê kurt û ciwan bi cih kirin. Bi vê jiyana xwe ya bi wate nayên jibîrkirin. Jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê ya gelan, rizgariya welat a ji mêtingeriyê kirin.

Hevalên Husnu û Cîhan di asta dilxwaziyê de bi azadiyê ve girêdayî bûn. Dijminê mêtingerî, xiyanet û her cûre paşverûtiya civakê bûn. Li hemberî dijmin jî xwedî hêrseke mezin bûn. Ya ku îro ji bo me divê, ruh û asta dilxwaziya azadiyê ya hevrê Cîhan û Husnu ye.

Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê çandeke berxwedan û azadiyê afirand. Ev çanda berxwedanê ne tenê ji bo îro, ji bo salên bê, ji bo sedsalên bê misogeriya têkoşîna li dijî zehmetiyan û pêkanîna serketinê ye. Ev çand wê ji bo gelê me her tim bibe çavkaniya hêz û sûdwergirtinê. Di şexsê şehîdên me hevrê Cîhan û Husnu de hemû şehîdan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.