Binpêkirina mafên mirovan li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê zêde bûne

Ji girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê Huseyîn Aşkan ragihand ku tedawiya girtiyên nexweş nayê kirin, gardiyan hewl didin provokasyonan bikin û mafên mirovan vê dema dawiyê di asteke metirsîdar de têne binpêkirin.

Girtî Huseyîn Aşkan bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û qala binpêkirina mafên mirovan ên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê kir.

Huseyîn Aşkan bi bîr xist ku li girtîgeha ew lê têne girtin tevî ku heta niha 4 girtiyên nexweş ji ber tedawînekirinê jiyana xwe ji dest dan jî girtiyên nexweş hîn jî nayên dermankirin.

Huseyîn Aşkan ragihand ku di dema birina nexweşxaneyê de jî kiryarên li derveyî mirovahiyê û şikandina rûmeta mirovan li girtiyan tê ferzkirin, lewma bi vî rengî tedawiya girtiyan tê astengkirin.

Huseyîn Aşkan têkildarî binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehê ev agahî parve kir:

"Rojnameyên ku girtî dixwazin naynin. Çend rojnameyan didin, ew jî çar rojan, pênc rojan komî ser hev dikin piştre bi komî didin. Amûrên muzîkê yên girtiyan desteser kirine. Nevresîm, kincên malbat dişînin nadin. Daxwaza guhertina odeyê pêk naynin. Girtiyên ku cezayên wan daketine binê salekê, mafê berdana bi kontrol nadin wan. Gardiyan di van demên dawî de nêzîkatiyên provokatîf dikin. Bi vî rengî dixwazin pirsgirêkan çêbikin. Tevî giliyê wan gardiyanan tê kirin jî der heqê wan de tiştek nayê kirin. Vê dema dawî pirtûk hemû kom kirine. Mehane heqê ceyranê ji girtiyan distînin. Bersiv ji daxwaznameyan re nayê dayin. 3 sal in ji aktîvîteyan bêpar têne hiştin. Tenê mehê carekê ji bo saetekê derdixin sporê. Girtî bi zanebûn ji hev têne dûrxistin, di rewşeke tecrîdê de têne hiştin."

Huseyîn Aşkan diyar kir ku divê Baro, ÎHD û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclîsê li hemberî van binpêkirinên mafên mirovan baldar bin û bikevin nava liv û tevgerê.