Bîlmez nerazîbûn nîşanî tecrîda Îmraliyê da: Bawerî bi Tirkiyeyê nemaye

Ji parêzerên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez nerazîbûn nîşan da ku hevdîtin tên astengkirin û got: “CPT’ê jî got ku bawerî bi van hincetên cezayê disîplînê nîn e. Bawerî bi Tirkiyeyê nemaye.”

Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re (TDÎ) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, li Mala Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmet a Şîşliyê bi sernavê “Di înfazê de mafê wekhevî û hêviyê” sempozyûmek li dar xist. Rûniştina ewil a sembpozyûmê bi sernavê “Di rejîma înfazê de cihêkarî” hate pêşkeşkirin û parêzer Jiyan Tosun moderatoriya wê kir. Parêzer Gulîzar Tuncer, Gul Altay û Îbrahîm Bîlmez jî weke axêver tevlî bûn.

Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî beriya rûniştinê axivî. Yolerî, rapora sala 2022’yan a têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Herêma Marmarayê bi bîr xist û wiha got: “Binpêkirinên li dijî girtiyan roj bi roj zêdetir dibin. Di serî de mafê jiyanê, gelek binpêkirinên din hene. Her wiha êşkence tê kirin û miameleya xerab heye. Di van mijaran de îsal 3 hezar binpêkirin hatin tespîtkirin. Her wiha girtî tên tecrîdkirin. Pergala tecrîdê êdî li girtîgehan mayînde bûye. Ji ber vê jî bi hezaran binpêkirin çêdibin. Gelemperiya van binpêkirinan jî li Girtîgeha Tîpa F a bin Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên kirin. Di sala 2022’yan de li girtîgehên Herêma Marmarayê 8 hezar û 443 binpêkirin hatin tespîtkirin.

Bi girtîgehên tîpên S û Y re bi sedhezaran girtî hatin tecrîdkirin. Tecrîd, êşkence ye. Hejmara girtiyan roj bi roj zêdetir dibe. Hejmara kesên bi şertê kontrola edlî tên berdan, milyon derbas kirine. Bi milyonan kes bi gefa girtinê dijîn.”

Parêzer Gulîzar Tuncer jî têkildarî cezayê muebbeta giran û mafê hêviyê axivî. Tuncer, ev tişt anî ziman: “Dewlet, bi hesta ‘tolhildanê’ nêzî girtiyên siyasî dibe. Ev yek di Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an de zêde bûbû. Bi darbeyê re rêbazên darizandinê yên taybet ketin meriyetê. Niha li dijî girtiyan cihêkariyeke mezin tê kirin. Ev rewş heta li dijî zarokên tên destgîrkirin jî heye. Ev rêbaz piştre bi Rewşa Awarte (OHAL) re hatin parastin. Bi taybet jî li Kurdistanê her tim di meriyetê de ne. Dema mijar dibe kurd, ev cihêkarî hîn bêhtir tê kirin. Hemû sererastkirinên piştre hatin derxistin jî ev cihêkarî esas hate girtin û wisa hatin derxistin. Di dema pandemiyê de sererastkirin hatin kirin lê di navbera edlî-siyasiyan de cihêkarî kirin. Li gel ku dema wan xelas dibe jî, girtiyên siyasî bi hinceta ‘rewşa wan baş nîne’ nayên berdan. Ev cihêkarî her tim hate kirin.

Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn Îmraliyê, Pergala Muebbeta Girankirî derxistin. Ev ceza weke ‘cezayê ji cezayê mirinê xerabtir’ xistin meriyetê. Tenê ji ber Ocalan qanûn û pergala cezayan derxistin. Vê jî bandor li gelek girtiyan kir. Ev pergala cezayê di 2002’yan de hate derxistin û ji bo demên berê jî derbasdar e. Di vê pergala cezayê de cihêkarî heye. Girtiyên edlî yên ev ceza lê hatiye birîn demek piştre hatin berdan lê girtiyên siyasî ‘heta mirinê’ di girtîgehê de hatin ragirtin. Tecrîd îzolasyona di asteke zêde de ye. Weke mînak; 23 saetan di hucreyê de tên ragirtin. Qedexeye ku biçî qada hevpar û bi girtiyên din re bê cem hev. Sepanekî dermirovî ye. Ev girtî, dikarin tenê du hefteyan carekî bi malbata xwe re hevdîtinê bikin.

Ez vê pergalê weke êşkenceya qanûnî pênase dikim. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di vê mijarê de biryarên binpêkirinê dabûn. Mafê hêviyê di vî cezayî de tune ye. Lewma biryara binpêkirinê dan. DMME’yê bo Ocalan biryara binpêkirinê da. Xuyaye ku li gorî van biryarên bo Ocalan tevnagerin. Ji ber ku mueyîdeyek tune ye, bi heman awayî didome. Ev yek jî durûtiyeke mezin e. DMME û saziyên din ên navneteweyî cihêkariyê dikin.”

Piştre jî parêzer Gul Altay axivî û mijara “Sepanên têkildarî mafê tehliyeyê û şewitandina înfazê” nirxand. Altay, mijar wiha vegot: “Piştî ku Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê derketî, binpêkirin jî zêde bûn. Roja ku dê girtî bên berdan, înfaza wan tê şewitandin. Bi vê yekê re nahêlin derkevin. Di dema mulakatê de bişirîna girtiyan weke hinceta şewitandina înfazê tê nîşandan. Ev yek, binpêkirineke giran a mafê azadiyê ye.”

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez jî mijara “Di Dijraberiya Rêgeza Wekheviyê de Sepanên Girtîgeha Girava Îmraliyê” nirxand. Bîlmez, diyar kir ku nêzî 20 salan parêzertiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye û wiha got: “Di nava van 20 salan de min her tim hewl da Girtîgeha Îmraliyê û sepanên wê vebêjim. Lê ev girtîgeh hêj jî baş nehatiye fêmkirin. Derdorên muxalîf jî li pergala îmraliyê serwext nînin. Îmrali, li gorî pergala hiqûqî ya Tirkiyeyê nayê birêvebirin. Heta li gorî pergala tu welatan nayê birêvebirin. Bi pergaleke taybet tê birêvebirin.

Gelê Kurd, Abdullah Ocalan weke rêberê xwe dibîne. Di mijara pirsgirêka Kurd de jî aktoreke girîng e. Dewlet vê dizane û hay jê heye. Lewma roja anîn Îmraliyê heta niha her tim li pişt deriyên veşarî pê re hevdîtinê dikin. Di pêvajoya guftûgoyê de Abdullah Ocalan her tim jidil tevgeriya lê dewlet jidil nebû. Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî Îmrali weke pergala êşkenceyê nirxand. Ji bo pêşîlêgirtina hevdîtinan, her tim cezayên disiplînê li miwekîlên me dibirin. Heta vê yekê ji me re nabêjin jî. Haya me piştre jê çêdibe. Van cezayên disiplînê, ji bo pêşîlêgirtina hevdîtinên bi malbat û parêzeran re didin. CPT’yê jî got ku hincetên van cezayan jêbawer nînin. Êdî kesek bi Tirkiyeyê bawer nake. Ev 2 sal in em ji miwekîlê xwe agahiyan nagirin. Ne malbat û parêzer û ne jî fax tên û diçin.

Ev 2 salin ne malbat û ne jî parêz tu agahiyan ji birêz Ocalan nagirin. Ev pirsgirêk tenê pirsgirêka malbat û parêzerên wî nîne. Bandora vê li Tirkiyeyê jî dibe. Weke mînak; cezayekî bi navê muebbeta giran tune bû. Lê bi Abdullah Ocalan re anîn. Em nizanin bê ka îro li çend kesan hatiye birîn. Sererastkirina qanûnî ya ku hevdîtinên di navbera parêzer-miwekîlan de qeyd dike, ji Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê belav bû. Her wiha aliyê siyasî jî heye. Neçareserkirina pirsgirêka kurd heye. Sepana tecrîdê ya li Îmraliyê tê wateya neçareserkirina pirsgirêka kurd. Ev yek pir eşkere ye. Ev 20 sal in kengî tecrîd hinek sivik bibe û bi birêz Ocalan re hinek peywendî bên danîn, wê demê di mijara pirsgirêka kurd de rewşeke erênî derdikeve holê. Xelkê Tirkiyeyê êdî nikare pariyeke nan bibe mala xwe. Em nikarin vê mijarê ji pirsgirêka kurd cuda bibînin. Di şer de bi milyaran dolar tên xerckirin û aboriya Tirkiyeyê qels dibe. Gelo ma ev tespît tespîteke xelete? Lê em ketin kêmasiyê ku me ev rewş baş ji gel re venegot. Ev yek di heman demê de berpirsyartiyeke.”

Piştî pêşkeşiya Bîlmez, sempozyum bi şêweyê forumê berdewam kir. Di rûniştina duyemîn a sempozyûmê de dê sernavê “Tîpên girtîgehan û rejîma înfazê” bê nîqaşkirin.