Bîlgen: Wê gel li hemberî gefên Erdogan stûyê xwe xwar neke

Serokwekîlê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku Erdogan bi zimanê xwe yê tehdîtkar dixwaze mûxalefetê bide tirsandin lê gel ew ê li hemberî gefên Erdogan stûyê xwe xwar neke.

Serokwekîlê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen bi civîneke çapemeniyê ya li Meclîsê rojev nirxand.

Di axaftina Bîlgen de ev xal derketin pêş:

“Heke Tirkiye dewleteke hiqûqê ye, gel li bajaran kî hilbijartibe, divê li hemberî vî tiştî hurmet were nîşandan. Ev li gorî exlaqê siyasetê û hurmete li hemberî îradeya gel e. Di dema ANAP’ê de jî ev tişt hatibû kirin. Lê gel li hemberî gefan stûyê xwe xwar nekir û bi rêya sindoqên li herêman rêya guhertinê vekir.

Partî dikevin pêşbaziyê lê biryara dawîn gel dide. Di dema kampanyayê siyasî de, nêziktêdayînê ku partiyan krîmînalîze dike, divê hemû siyasetmedar bibînin ku ev tişt welat ber bi tehdîdeke mezin dibe. 6 milyon hilbijêrên ku deng dane HDP’ê gel in.

JI SER KIŞANAK Û TUNCEL HILBIJÊR TÊN CEZAKIRIN

Cezayên li Gultan Kişanak û Sebahat Tûncel hatiye birîn, ne bi tenê cezayên li ser du siyasetmedaran e. Ev jî tê wateya ku ji ser siyasetmedaran hilbijêr hatine cezakirin. Di heman demê de Leyla Guven jî ne bi tenê ji bo xwe, ji aştiya civakî jiyana xwe daniye holê. Ev ji bo aştî û demokratîkbûna Tirkiyeyê firsendeke mezin e. Nedîtina daxwazên Leyla Guven tê wateya cezakirina hemû aştîxwazên li Tirkiyeyê.”

JI SER HDP’Ê HEWL DIDIN MÛXALEFETÊ BITIRSÎNIN

Bîlgen pirsên xebatkarên çapemeniyê jî bersivand. Bîlgen derbarê gefên Erdogan ên ku partiya wan dike hedef jî got ku, “HDP gel e. Di heman demê de ev gef li dijî partiyên mûxalefetê ye jî. Ji bo tirsandina wan ev gef tên xwarin. Heke HDP li ser rêyeke şaş be, wê gel li ser sindoqan bersiva vî tiştî bidin. Em stratejiya xwe ya hilbijartinê li ser bendewariyên gelê me formulîze dikin. Gel ji me çi dixwaze, em wê dikin. Ji ber ku di demokrasiyan de gel biryarê dide.”