Bîlançoya nû ya vîrûsa koronayê

Li cîhanê hejmara nexweşên bi vîrûsa koronayê roj bi roj zêde dibe. Zêdeyî 245 hezar mirov heta niha bi vîrûsa korona ya nû ketine. Heta niha 10 hezar û 28 kes jî ji ber vîrûsê mirine.

Li cîhanê hejmara nexweşên bi vîrûsa koronayê roj bi roj zêde dibe. Zêdeyî 245 hezar mirov heta niha bi vîrûsa korona ya nû ketine. Heta niha 10 hezar û 28 kes jî ji ber vîrûsê mirine.

TIRKIYE

Li Tirkiyeyê hejmara nexweş û qurbaniyên vîrûsa koronayê zêde dibe. Lê bawerî bi daxuyaniyên rayedaran nayê. Wezîrê Tenduristiyê yê Tirk Fahrettîn Koca diyar kir ku heta niha 4 kes ji ber vîrûsa Covîd-19 jiyana xwe ji dest dane û hejmara nexweşan jî 359 kes in. Lê belê saziyên tenduristiyê dibêjin ku hejmara qurbaniyan û nexweşan zêdetir e.

ÇÎN

Li Çînê ku vîrûsê lê dest pê kir, ev du roj in kes bi vîrûsê neketine. Daîreya Tenduristiyê ya Neteweyî ya Çînê diyar kir ku di nava du rojan de kes li nava welêt bi vîrûsê neketine, lê 39 kesên ji derveyî welêt hatin bi vîrûsê ketine. Kesên ji derveyî Çînê bên wê 14 rojan di karantînayê de bên hiştin. Li Çînê heta niha 80 hezar û 957 kes bi vîrûsê ketin. Hejmara qurbaniyan jî 3 hezar û 248 kes bû.

ÎTALYA

Ji aliyê qurbaniyan ve Îtalya ji Çînê jî derbas bû. Di nava 24 saetên dawî de 427 kesî jiyana xwe ji dest dan. Hejmara qurbaniyên li Îtalyayê bû 3 hezar û 400 kes. Li Îtalyayê heta niha 300 zarok bi vîrûsa koronayê ketin. Serokê Yekîtiya Doktorên Zarokan a Îtalyayê Alberto Vîllanî got, "Heta niha ji zarokên bi nexweşiyê ketine kesî jiyana xwe ji dest nedane û bi rengekî giran nexweş neketine. Xuya ye vê gavê vîrûsa korona ji bo zarokan ne pirsgirêk e."

ÎRAN

Li Îranê hejmara qurbaniyên vîrûsa koronayê zêde dibe. Piştî Çîn û Îtalyayê vîrûsê bandora herî giran li Îranê kir. Li Îranê 149 kesên din jiyana xwe ji dest dan û hejmara qurbaniyan bû 1433 kes. Rayedarên Wezareta Tenduristiyê ya Îranê diyar kirin ku 19 hezar û 644 kes bi vîrûsê ketine.

SPANYA

Li Spanyayê di nava rojekê de 235 kesên din ji ber vîrûsê mirin û hejmara qurbaniyan bû 1002 kes. Serokê Navenda Rewşa Lezgîn a Nexweşiyên Şewbê Fernando Sîmon anî ziman 19 hezar 980 kes li Spanyayê bi vîrûsê ketine.

ELMANYA

Li Elmanyayê, Enstîtuya Robert Koch ku di mijara nexweşiyên şewbê de pispor e, li ser rewşa dawî agahî parve kir. Serokê Enstîtuyê Lothar Wîeler diyar kir ku di nava rojekê de 2 hezar û 958 kes bi vîrûsê ketin û ragihand, ku bi vî rengî hejmara nexweşan gihîşt 14 hezar kesî.

ÎNGILISTAN

Li Îngilistanê heta niha 3 hezar û 269 kes ên bi vîrûsê hatin tespîtkirin û 144 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li Îngilistanê bang li 65 hezar doktor û hemşîreyên teqawîtbûyî hate kirin ku li dijî şewbê bibin alîkar û dest bi wezîfeyê bikin.

AWÛSTRALYA

Li Awûstralyayê li mirovên ku ji keştiya Rûby Prîncess a bi 3 hezar û 800 rêwiyî vîrûsa koronayê hate tespîtkirin. Keştî doh li bendergeha bajarê Sydneyê rawestiyabû. Bang li rêwiyên di keştiyê de hate kirin ku tavilê xwe bixin karantînayê. Rayedaran diyar kirin ku heta niha li 13 kesên di keştiyê de test hatiye kirin û 3 ji wan bi vîrûsê ne.