Bîlançoya êrîşkariya 8 mehan: 3761 êrîş, bi dehan kes şehîd û birîndar bûn

Ji 1’ê Hezîrana 2022’an û vir ve dewleta Tirk 1420 caran êrişî Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Ji serê salê û heta niha 33 kes şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û ji 1’ê Hezîrana 2022’an û vir ve gefên êrîşê yên li ser herêmê didomîne. Her çi qas diyar dike ku ji bo van êrîşan ‘destûrên pêwist’ nestendiye jî, dema mirov li êrîşên li ser herêmê dinihêre dibîne ku rewş cihê ye. Di du meh û nîvan de herî kêm li ser herêmê 1420 êrîş hatine kirin, di van êrîşan de 23 kes şehîd bûn û 57 kes jî birîndar bûn.

Ji serê sala 2022’an û vir ve herî kêm 3763 êrîş li ser Herêma Xweser a Rojava hatiye kirin. Di van êrîş û bomberdûmanan de 33 kes şehîd bûn, 124 kes birîndar bûn. Êrîşên di nava salê de hatine kirin wisa ne:

MEHA ÇILEYÊ: 387 ÊRÎŞ 25 KES BIRÎNDAR BÛN

Dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyan ên girêdayî wan di meha Çileyê de 387 caran êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di heman demê de li herêmê 5 caran jî bi balefirên şer û 80 caran jî balefirên keşfê geriyan. Di van êrîşan de 25 kesên sivîl birîndar bûn.

Êrîşên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêmê kirine wisa ne:

Drone (4), hawan (77), obus (124), tank (2), katyûşa (1), fuze (5) bombeavêj (18), doçka (107), roket (1) B-7 (5), sûîkast (3), BKC (5), sabotaj (1), bombeya deng (1).

Di heman demê de 20 caran gule hate reşandin, 12 caran hewl da êrîş bikin û carekê jî xwestin bi dizî êrîşê bikin.

MEHA SIBATÊ, 432 ÊRÎŞ, 2 ŞEHÎD, 16 BIRÎNDAR

Dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyan ên girêdayî wan di meha Sibatê de 432 caran êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Li herêmê 7 caran balefirên şer û 119 caran jî balefirên keşfê geriyan. Di van êrîşan de 2 kesên sivîl şehîd bûn, 16 sivîl birîndar bûn.

Êrîşên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêmê kirine wisa ne:

Drone (12), hawan (67), obus (153), katyûşa (3), fuze (2) bombeavêj (25), doçka (146), SPG-9 (2), sûîkast (3), BKC (3), sabotaj (1).

MEHA ADARÊ, 288 ÊRÎŞ 10 KES BIRÎNDAR BÛN

Dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyan ên girêdayî wan di meha Adarê de 288 caran êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di heman demê de li herêmê 20 caran jî bi balefirên şer û 123 caran jî balefirên keşfê geriyan. Di van êrîşan de 10 kesên sivîl birîndar bûn.

Êrîşên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêmê kirine wisa ne:

Drone (3), hawan (34), obus (28), tank (2), fuze (3) bombeavêj (23), doçka (154), sûîkast (13), BKC (23), sabotaj (2).

Di heman demê de 2 caran gule hate reşandin, carekê jî xwestin bi dizî êrîşê bikin.

MEHA NÎSANÊ: 529 ÊRÎŞ, 4 KES ŞEHÎD BÛN Û 9 KES JÎ BIRÎNDAR BÛN

Dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyan ên girêdayî wan di meha Nîsanê de 529 caran êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di heman demê de li herêmê 20 caran jî bi balefirên şer û 177 caran jî balefirên keşfê geriyan. Di van êrîşan de 4 kes şehîd bûn û 9 kes jî birîndar bûn.

Êrîşên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêmê kirine wisa ne:

Drone (12), hawan (73), obus (234), tank (41), bombeavêj (18), doçka (103), sûîkast (17), BKC (26), sabotaj (3).

Di heman demê de 4 caran gule hate reşandin, carekê kemîn danîn û 3 caran jî xwestin bi dizî êrîşê bikin.

MEHA GULANÊ 711 ÊRÎŞ, 2 KES ŞEHÎD BÛN, 7 KES JÎ BIRÎNDAR BÛN

Dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyan ên girêdayî wan di meha Gulanê de 711 caran êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di heman demê de li herêmê 22 caran jî bi balefirên şer û 222 caran jî balefirên keşfê geriyan. Di van êrîşan de 2 kes şehîd bûn û 7 kes jî birîndar bûn.

Êrîşên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêmê kirine wisa ne:

Drone (6), hawan (131), obus (333), tank (19), fuze (6) bombeavêj (33), doçka (148), sûîkast (12), BKC (17), sabotaj (2), êrîşên din (3).

MEHA HEZÎRANÊ, 451 ÊRÎŞ, 3 KES ŞEHÎD BÛN Û 12 KES JÎ BIRÎNDAR BÛN

Dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyan ên girêdayî wan di meha Hezîranê de 451 caran êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di heman demê de li herêmê 43 caran jî bi balefirên şer û 315 caran jî balefirên keşfê geriyan. Di van êrîşan de 3 kes şehîd bûn û 12 kes jî birîndar bûn.

Êrîşên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêmê kirine wisa ne:

Drone (10), hawan (74), obus (150), tank (10), fuze (14) bombeavêj (33), doçka (117), sûîkast (18), BKC (1), êrîşên din (14).

MEHA TÎRMEHÊ: 363 ÊRÎŞ, 7 KES ŞEHÎD BÛN, 25 KES JÎ BIRÎNDAR BÛN

Dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyan ên girêdayî wan di meha Tîrmehê de jî êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di heman demê de li herêmê 13 caran jî bi balefirên şer û 401 caran jî balefirên keşfê geriyan. Di van êrîşan de 7 kes şehîd bûn û 25 kes jî birîndar bûn.

Êrîşên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêmê kirine wisa ne:

Drone (18), hawan (73), obus (120), katyûşa (10), fuze (4) bombeavêj (36), doçka (43), sûîkast (21), BKC (7), sabotaj (1), êrîşên din (13).

MEHA TEBAXÊ, HERÎ KÊM 600 ÊRÎŞ, 15 KES ŞEHÎD BÛN Û 20 KES JÎ BIRÎNDAR BÛN

Dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyan ên girêdayî wan heta 13’ê Tebaxê herî kêm 600 caran êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Ev êrîş bi dron, top û obusan hate kirin. Di van êrîşan de 15 kes şehîd bûn û herî kêm 20 kes jî birîndar bûn.