Bîlançoya çalakiyên ‘Yekîneyên Tolhildanê’ ya 3 mehan

Yekîneyên Tolhildanê ya Şehîd Zerdeş Navdar û Şehîd Sakîne Cansiz bîlançoya çalakiyên 3 mehan ên li Amed, Wan, Êlih û Stenbolê eşkere kir.

Yekîneyên Tolhildanê çalakiyên ji 13’ê Hezîranê heta 24’ê Tebaxê hatine kirin eşkere kir.

Bîlançoya 3 mehan  a Yekîneyên ya Şehîd Zerdeş Navdar û Şehîd Sakîne Cansiz wiha ye:

"AMED

13’ê Hezîranê li navçeya Farqîn a Amedê li qada ku çeteyên tîmên taybet lê bûn, bi bombeyên destan û çekên ferdî çalakiyek hatiye kirin.

19’ê Hezîranê li taxa Seyrantepe ya Yenîşehîr a Amedê bi çekên ferdî li firoşkarên madeyên hişber dan.

26’ê Hezîranê li taqxa Şehşmal a Rezanê firoşkarên madeyên hişber û hevkarên wan hatin cezakirin û wesayîta wan hate îmhakirin.

14’ê Tîrmehê li navçeyên Farqîn û Rezanê bi guleyên heywayî ruhê berxwedanê hate silavkirin.

18’ê Tîrmehê û 17’ê Tîrmehê cuda cuda li Farqînê li dijî dagirkerên TC’ê bi bombeyên destan û çekên ferdî çalakî hatin kirin.

WAN

13’ê Hezîranê li Taxa Akkopru ya Tûşba li dijî wesayîta zirxî ya dewriye digeriya bi bombeyên destan çalakiyek hate kirin.

22’yê Tîrmehê li taxa Koyîçî ya Artemêtanê nivîs hatin nivîsandin.

19’ê Tîrmehê li navçeya Îpekyolû li dijî dagirkerên dewriye digeriyan bi bombeyên destan û çekên ferdî çalakiyek hate kirin. 28’ê Tîrmehê li Taxa Akkopru ya Tûşbayê li dijî hêzên dagirker bi bombeyên destan û fîşekên hewayî çalakiyek hate kirin.

14’ê Tebaxê li navçeya Tûşba li dijî wesayîta dagirkeran a dewriye digeriyan bi bombeyên destan çalakiyek hate kirin û piştre jî bi fîşekên hewayî ruhê 15’ê Tebaxê hate silavkirin.

15’ê Tebxê li taxa Koyîç ya Artemêtanê gelê me yê ruhê Şehîd Egîd silav dikirin, bi yekîneyên me re fîşekên hewayî teqandin û dirûşim qîrkirin.

15’ê Tebaxê li navçeya Îpekyolû li dijî dagikerên bi wesayîtên zirxî xwestin êrîşî gelê me yên ku bi guleyan 15’ê Tebaxê pîroz dikirin, bikin, bi bombeyên destan bersiv hate dayîn ji qadê derxistin.

ÊLIH

8’ê Tebaxê li taxên Hîlal, Îpragaz û Baglarê nivîs hatin nivîsandin.

20’ê Tebaxê li ser rêya Komando li dijî sivîlên polîs bi bombeyên destan çalakiyek hate kirin.

25’ê Tebaxê li taxa Hîlal du kesên madeyên hişber bikar dianîn cezakirine.

STENBOL

26’ê Tîrmehê li navçeya Bagcilar 3 wesayîtên ehvkaran hatin şewtiandin û cezakirin.

8’ê Tebaxê li navçeya Kanarya wesayîta veguhestinê ya hevkarên dijmin hatiye şewitandin û cezakirin.”