Bila girtiyê nexweş Îsmaîl Yilmaz serbest bê berdan

Di çalakiya 512'yan a Rûniştina F'yê de bal kişandin li ser rewşa girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Îsmaîl Yilmaz û hat xwestin serbest bê berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê, çalakiya 512'an a "Rûniştina F"yê ku ji bo balê bikişîn ser rewşa girtiyên nexweş her hefte li avahiya xwe ya li Taksîmê li dar dixe, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Îsmaîl Yilmaz (68) ku di Girtîgha Kandira ya Jimare 1 a Tîpa F'yê de ye û rewşa wî giran e. Li salona ku daxuyanî lê hat dayîn pankarta li ser "Bila girtiyê nexweş Îsmaîl Yilmaz bê berdan" nivîsandî hat daliqandin.

Endamê Desteya Rêvebir a ÎHD'ê Ferît Barût daxuyanî xwend. Barût bibîr xist ku li girtîgehan tecrîd û îşkence didome û ev yek di dema pandemiyê de belav bûye. Barût diyar kir ku li girtîgehan pêkanînên pîlot tên pêkanîn û ji bo vê îşaret bi Girtîgeha Amedê ya Jinan kir. Barût diyar kir ku girtiyekê nameyek ji wan re şandiye û ragihandiye ku bi her awayî tên tecrîdkirin.

NIKARE BI TENA SERÊ XWE JIYANA XWE BIDOMÎNE

Barût destnîşan kir ku Yilmaz di lîsteya wan a girtiyên nexweş ê rewşa wan giran de ye û nexweşîna dil, hîpertansiyon, prostat û karataktê pê re heye û got: "8 meh berê emeliyat bû. Ji ber xwîna çûye ser mêjî û ji ber milê wî yê rastê felc bûye, nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne."

Barût bibîr xist ku di 29'ê Nîsana 2020'î de xwîn çûye ser mêjiyê Yilmaz û piştî tedawiyek 7 rojan cardin wî birine girtîgehê û li girtîgehê 14 rojan bi tena serê xwe di hucreyekê de maye. Barût da zanîn ku parêzerê Yilmaz ji bo taloqkirina înfaza wî serî li Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê daye, lê belê daxwaza wî nehatiye qebûlkirin.

Barût da zanÎn ku divê hemû girtiyên rewşa wan giranin înfaza wan bê taloqkirin û got: "Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Îsmaîl Yilmaz û hemû girtiyên din ên nexweş, ji bo bên tedawîkirin û mafên wan ên jiyanê bên parastin divê înfaza wan bê taloqkirin û serbest bên berdan. Em ji bo parastina mafê tenduristî û jiyanê yê girtiyan bang li dewletê dikin ku peywira xwe bîn cî û ji bo hesasbûnê jî bang li raya giştî dikin."