Bi zagon û destgîrkirinan zextê li rojnamegeran dikin

Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Dûrmûş da zanîn ku li aliyekî 21 rojnameger tên destgîrkirin li aliyê din jî hewl didin bi zagona dezenformasyonê rojnamegertiyê bixin bin zextê û got "Ji ber vê yekê divê gel jî xwedî li mafê xwe yê nûçestendinê derbikeve."

Dest bi hevdîtina pêşniyara qanûnê ya parlementerên AKP û MHP’ê di medyaya dîjîtal de amade kirî digre nava xwe û wekî zagona dezenformasyonê derbaz dibe, li Komîsyona Edaleta Meclîsê hat kirin. Komîsyona ku herî dawî îtîrazên muxalefetê nehat qebûlkirin, wê di 14’ê Hezîranê ji nû ve kom bibe. Desthilardariya AKP-MHP’ê li aliyekî çend astengiyan tîne medyaya dîjîtal û li aliyê din jî li Amedê 21 rojnameger destgîr kirin. Li ser demê destgîrkirinê ya sê rojan a rojnamegeran, du roj din jî hat zêdekirin.

Serokê giştî yê Sendîkayên Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş, hem têkildarî zagonê û hem jî têkildarî destgîrkirina rojnamegeran ji ANF’ê re axivî.

BI AWAYEKÎ VEKIRÎ SANSUR E

Dûrmûş da zanîn ku hikûmetê torbeyek a qanûnên wek zagona dezenformasyonê û di heman demê de di medyaya dîjtal û Qanûna Çapemeniyê de jî hinek hikûman digre nav xwe amade kiriye û got: “Di vê torba qanûnê de ya ku herî zêde tê nîqaş kirin madeya 23’emîn e. Ji ber ku êdî wek awayek ê sansurê derket pêşberî me. Wiha ku; Ya yekem, dema ku hewl didin bi gotinên xweş ên em ê di medyaya dîjîtal de ‘Qartê bidin we’ çav boyax bikin, li aliyekê jî sîstemek ku medyaya dîjîtal dixe bin kontrola xwe de tê derxistin û bi vî awayî ew jî girêdayî Saziya Îlanê ya Çapemeniyê dibe. Di madeya 29’emîn de bi îfadeyên wek gel bi agahiyên nerast, aştiya civakê û rêkûpêkiya civakê xirakirin û gef xwarina tenduristiya giştî, rojnamegerî tê sûcdarkirin. Nayê zanîn ku wê nirxandinên vê çawa bê kirin, her nûçeya ku hûn çêdikin aştiya civakê xirab dike yan nake û ji aliyê kê ve biryar tê dayîn. Lê belê li vir dadmend tên nîşan dayîn lê her kes dizane ku sîstema darizandinê ya Tirkiyeyê ne bê alî ye.

Hiqûq wê çawa bi awayek bê alî biryara nûçeyekê ku parçeyek a xirakirina civakê ye, yan nîne bide nayê zanîn. Ev yek ji xalên herî esas a îtîrazên me ye. Ji ber ku pêşiya mekanîzmaya biryarek keyfî tê vekirin. Yanî ger dadmendek nûçeyekê ku we çêkirîbe bixwaze, dikare bêje ‘Erê li vir daxwaza xirakirina civakê heye’, bi temamî nirxaninên sûbjektîf bike û we sê salan bavêje girtîgehê.

ZEXTA LI SER ROJNAMEGERAN: ÇAVKANIYA XWE AŞKERE BIKE

Dûrmûş bal kişan ser vê nirxandina keyfî, li aliyekê jî dîsa qala neçartiya ragihandina vê çavkaniya nûçeyê ya di navber madeyê de û got: “Tiştek din jî neçariya ragihandina rojnameger a di nava madeya 29’emîn de. Wekî sûcek ku veşartina sûc yan jî nasnameya kesê bi sûc tê nîşankirin. Yan li vir tişta ku tê behskirin, nûçeyeka ku we çêkirî wekî sûc hat dîtin û dixwazin çavkaniya wê nûçeyê bê dayîn. Mafê rojnameger ê neaşkerekirina çavkaniyê yê ku bi zagona bingehîn û qanûnên çapemeniyê hatî ewlekirin, bi vê qanûna ‘Yan tu wê aşkere bikî, yan jî tu wê bikevî girtîgehê’ tînin noqteyek wisan.

Ji derveyî wê mafên bê sînor ên hatin dayîna Saziya Îlanê ya Çapemeniyê û bi temamî wê medyaya dîjîtal bixin bin kontrola xwe. Di çarçoveya zagonên exlaqî û pîşeya çapemeniyê de, berpirsyartiya betalkirinê ji Saziya Îlanê ya Çapemeniyê re tê dayîn. Sazî bi temamî komîsyonek e ku ji burokratan ava dibe, ne serbixwe û rasterast saziyek a hikûmetê ye. Bi bona vê yekê rewşek a qontrolkirina medyaya dîjîtal heye. Ji ber ku ewê bînin ser vî tiştî ku, ji bo qart û îlanê tê wê xwesteka min pêk bînî.

Her wiha Serlêdana sîteyên înternetê ya navenda giştî ya Saziya Îlanê ya Çapemeniyê wê barek cidî yê kar bi xwe re bîne. Mînak sîteyek înternetê ya li Hakkariyê, berê dikarî serlêdana ‘Ez dixwazim bibim sîteyek a nûçeyê’ li dozgêriya çapemeniyê ya Hakkariyê bide, lê niha wê serî li Midûriyeta Giştî ya Îlana Çapemeniyê ya Stenbolê bide. Îtîrazên ku ji Midûriyeta Giştî ya Îlana Çapemeniyê bên kirin re jî, wê li Stenbolê tenê li dadgehekê bê kirin.”

QASÎ ROJNAMEGERAN ERK DIKEVE SER MILÊ GEL JÎ

Dûrmûş destnîşan kir ku li ser îtîrazên muxalefetê AKP-MHP’ê gotiye “Dibe em guhertinekê bikin” lê tiştek nehatiye guhertin.

Her wiha Dûrmûş bal kişand ku destgîrkirina 21 rojnamegeran jî mekanîzmayek wekhev a zextê ye û got: “Di xalên ku behs kirîn de tu guhertin nehatine kirin, nehat kirin tê dîtin. Dîsa rewşek a me eve kiriye û hûn jî wê qebûl bikin heye. Ji xwe dema ku pêşniyara qanûnê dihat amadekirin, bêyî hevdîtina bi rêxistinên pîşeyan re hat amadekirin. Dîsan bi heman şêweyî bi awayê ku rêxistinên pîşeyan tune bihesibînin, dewam dikin.

Li Amedê 21 hevpîşeyên me yên destgîrkirî hene. Hem ev pêşniyara qanûnê ya hatî amadekirin û hem jî destgîrkirin û zextên li dijî rojnamegeran, di rastiyê de di dema ber bi hilbijartinan de pêlek a êrîşê ya astengkirina dîtina rastiyê ya civakê ye. Em hîna nizanin çima 21 hevpîşeyên me destgîrkirî ne. Tam di demê ku em ber bi hilbijartinê ve diçin de, zêdebûna zextên bi vî awayî, îşaret bi êrîşek nû ya astengkirina gihiştina civakê ya rastiyê ye.

Ji ber vê yekê, erkek mezin dikeve ser milê me hevpîşe, rojnameger û rêxistinên pîşeyan lê li aliyekê jî divê em vê destnîşan bikin; hem ji bo zagona li meclîsê hem jî têkildarî destgîrkirina rojnamegeran erkek mezin dikeve ser milê gel jî. Li aliyê azadiya me tê astengkirin û cihek nebaş ê kar ji bo me tê pêkanîn, mafê civakê yê nûçestendinê jî ji holê radibe. Civak nûçeyan nastînin. Ji ber wê jî em dikevin demek wisan de ku gel jî dengê xwe derxîne û xwedî li mafê xwe yê nûçestendinê derbikeve. Ji ber vê yekê ez difikirim ku em ê bi têkoşînek hevpar van zextan asteng bikin.