Afirîneriya bi textan

Welatiyê bi navê Mustafa Bîlir ê ku berî 20 salan bi darê zorê ji navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê derketiye û li Amedê bi cih bûye, ji textên daran hunerê hildiberîne.

Li Kurdistanê mirovên li ser xaka xwe di nava şert û mercên herî zehmet de dijîn jî hene. Li aliyekî polîtîkayên şer, krîza aboriyê û asta bêkariyê her ku diçe zêdetir dibe. Li Amedê jî ji ber ber krîza aboriyê gel xizaniyê dikêşe û têkoşîna jiyanê didin. Li Amedê welatiyê bi navê Mustafa Bîlir (51) bi hezkirineke mezin karê destan dike û bi hunera destan xeyalên zarokatiya xwe zindî dike. Bîlir, berî 20 salan bi darê zorê ji navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê koçî Amedê dike û li taxa Selahattîn Eyyubî ya navçeya Rezan a Amedê dergevaniyê dike û jiyana xwe didomîne.


 
49 SALIYÊ DE DEST BI HUNERA DESTAN KIR

Bîlir, di zarokatiya xwe de dema diçû êzingan û wî ji komkirina daran gelekî hezdikir. Bîlir da zanîn ku ji ber hezkirina wî ya hunera destan wî beriya 2 salan ji daran dest bi hilberandina hunerê kir û wiha axivî: “Cara yekemîn bi hezkirineke mezin  dest  bi vî karî kir. Zarokatiya min di nava daran de derbas bû, ez dema zarok bûm em bi heval, bav û birayên xwe re diçûn êzingan û me êzing kom dikirin. Karê hunera destan di zarokatiya min de jî gelek bala min dikişand û di 49 saliya xwe de min biryar da ku ez dest vê hunerê bikim. Ez ji kesekî vê hunerê fêr nebûme û di xwezayî de min dest pê kir û destpêkê jî bi çêkirina sewalan min dest bi vî karî kir.” 

‘2 SAL E EZ VÎ KARÎ DIKIM’
 
Bîlir anî ziman ku wî di zarokatiya xwe de, xwestiye bi şêweyekê ruh bide daran û wiha qala hunera xwe kir: “Ez li taxa Selahattînê Eyyubî ya navçeya Rezan a Amedê dergevaniyê dikim û dikaneke min a biçûk heye. Ez dergevaniyê dikim û li dikana xwe jî karê hunera destan dikim. Ji beriya 2 salan ez gelek li ser vî karî fikirim û min xwest ez xeyal û ramanên xwe li ser daran zindî bikim. Ji ber vê yekê jî min ji daran dest bi çêkirina sewal, rûyê mirovan, qamyon û motoran kir. Ez vê hunerê bi xwe fêr bûm û dixwazim hîn jî bi pêş bixim. Ev yek ji dibe sedema ku ez lez bidim xeyalên xwe.”

‘EZ BI HUNERA XWE ŞANAZ IM’

Bîlir bilêv kir ku ew bi hezkirineke mezin bi hunera destan re dema xwe derbas dike û wiha pêde çû: “Ez bi hezkirin û zewq karên destan dikim. Ez hem karê xwe yê dergevaniyê dikim, hem jî karê hunera destan dikim. Bala min li ser kar e. Di nava heftiyekê de ez dest bi çi bikim, diqedînim. Dema dawî dibe jî ez bi keda xwe şanaz û kêfxweş dibim.”