Bi sedan parêzer wê destekê bidin Malbata Şenyaşar

Îro wê bi sedan tevlî çalakiya Malbata Şenyaşar bibe, ku çalakiya nobetê ya malbata Şenyaşar îro dikeve roja 200'î.

Çalakiya 'nobeta adaletê' ya malbata Şenyaşar ku 9'ê Adarê li ber Edliyaya Rihayê dane destpêkirin kete roja 200'î. Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît bi dowîza bi nivisa ''Ji bo her kesî dadmendî'', nobeta xwe ya îro da destpêkirin.

Malbatê li ser hesabê xwe yê dijîtal ragihand ku ew ketine roja 200'î ya çalakiyê û got, ''Li Qesra Dadê ya Rihayê #Adaletİçin200Gün (Ji bo Dadê 200 roj) in em disekinin. Ji bo ku pêvajoya hiqûqî sazkar bibe bi 200 parêzerî re em ê dîsa bi dozger re rûnin. Em hêvî dikin ku dozgerê rayedar pêvajoya hiqûqî ku malbata me û raya giştî qanih bike, bide destpêkirin.''

Tê payin bi banga Şûbeya Rihayê ya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) bi sedan parêzer tevlî Nobeta Dadê ya Malbata Şenyaşar bibin û seat 14:00'an daxuyanî bidin.