Bi sedan kes ji bo jinên li Parîsê hatine qetilkirin daketin qadan

Bi sedan şêniyên navçeyên Til Koçer, Dêrik û Til Birak ên Kantona Qamişlo ji bo şehîdên Parîsê daketin qadan.

Li navçeyên Til Koçer, Dêrik û Til Birak ên Kantona Qamişlo bi sedan kes, ji bo yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) ên ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, daketin qadan.

DÊRIK

Bi sedan şêniyên navçeya Dêrikê bi dirûşma "Bi ruh û têkoşîna Sara û Evînan em ê kujeran têk bibin" daketin qadan û komkujî şermezar kirin.

Meşê ji Qada Azadî ya navçeyê dest pê kir. Di meşê de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin û wêneyên şehîdên her du komkujiyên Parîsê hatin hildan.

Meş li sûka navendî veguherî mîtîngê. Endama Rêveberiya Kongra Star a Dêrikê Sûad Şiwêş bal kişand ser têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz û got "Şehîd Sakîne di têkoşîna azadiya hemû jinan de pêşeng bû. Bi hezaran jin îradeya xwe ji fikrê ronî yê şehîd Sakîne werdigirin."

Sûad Şêwîş anî ziman ku, hedefgirtina têkoşer Sakîne û hevrêyên wê hedefgirtina doza Kurd û azadiya hemû jinan e û wiha domand: "Şehîd Sakîne ji bo mîsogerkirina mafên gelê Kurd û azadiya jinan, bi salan li çiyayên Kurdistanê û parçeyên din têkoşiya."

TIL KOÇER

Li navçeya Til Koçerê jî bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, jin, ciwan û malbatên şehîdan, bi sedan kesan li Çerxerêya Delê dest bi meşê kirin.

Şêniyan dirûşmeyên ji bo şermezarkirina her du komkujiyên Parîsê, silavkirina berxwedana jinan û dilsoziya bi şehîdên komkujiyê re berz kirin. Di meşê de wêneyên şehîdan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kongra Star hatin hildan.

Meş li ber avahiya Şaredariya Gel a navçeyê rawestiya. Endama Kongra Star a navçeyê Emel El Celûd komkujiya Parîsê şermezar kir û bi bîr xist ku Sakîne Cansiz ji jinên pêşeng bû ku tev li têkoşîna PKKʹê bû û li Fransayê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin.

Emel El Celûd bêdengiya hêzên navneteweyî û hikûmeta Fransayê ya li hemberî komkujiyên li dijî gelê Kurd û jinan bi taybet şermezar kir û diyar kir ku, dewleta Tirk ji têkoşer Sakîne, heta şehîd Hevrîn Xelef û Barîn Kobanê komkujiyên li dijî jinan dewam kirin. Emel El Celûd soza şopandina xeta şehîdan da.

Endamê Meclisa Navçeya Til Koçerê Salih El Kino jî bal kişand ser, rola her sê jinên têkoşer û got: "Her sê jinan roleke girîng di teşhîrkirina siyasetên dewleta Tirk a dagirker de lîstin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk hewl dide doza jinên azad têk bibe."

TIL BIRAK

Bi dehan şêniyên navçeya Til Birakê jî li dijî komkujiyên Parîsê ji deriyê rojava yê ketina navçeyê heta Çerxerêya Şehîdan a naverasta navçeyê meşiyan. Şêniyan wêneyên şehîdên her du komkujiyan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan  û dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Şehîd namirin" berz kirin.

Li Çerxerêya Şehîdan, endama Rêveberiya Kongra Star a navçeyê Sumeya Setûf li ser têkoşîna şehîd Sara axivî û got: "Jina po sor, rûken û kesayeta bi hêz, têkoşîna xwe ya lêgerînê dest pê kir, serî ji kevneşopiyên kevn re netewand."

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.