Bi hinceta greva birçîbûnê 7 sal û 6 meh ceza li girtiya siyasî hate birîn

Necla Yildiz a ku di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de ye ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe, dest bi greva birçîbûnê kiribû. Bi hinceta greva birçîbûnê 7 sal û 6 meh ceza li Yildiz hate birîn.

Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 32’emîn a Enqereyê hate kirin û Necla Yildiz xwe bi Kurdî parast.

Yildiz diyar kir di 11’ê Gulanê de 5 rojan ketiye greva birçîbûnê û got “Ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin, CPT şertên girtîgehên li Tirkiyeyê kontrol bike û rapora xwe ya li ser vî tiştî pêşkêşî bike, ez ketim greva birçîbûnê. Ez bi îradeya xwe ya ketim greva birçîbûnê. Ez sûcê li ser xwe qebûl nakim. Vê protestoya ku min kiriye meşrû ye û mafê min e. Ev nêzî 2 salan e, ez girtî me. Tecrîda li ser rêzdar Ocalan tecrîdeke mezin e. Rêzdar Ocalan rêberê gelê Kurd e.”

Heyeta dadgehê diyar kir ew ‘Endama rêxistinê ye’ û 5 sal cezayê girtîgehê lê birî. Dadgehê piştre nîvenîv cezayê girtîgehê zêde kir û 7 sal û 6 meh ceza lê birî.