Bi hezaran kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd dimeşin -NÛ BÛ

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî, bi hezaran kes li Kadikoy a Stenbolê ji bo Meşa Gemlîkê li hev civiyan û dest bi meşê kirin.

Bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (MED-TUHAD FED) bi dirûşma "Li dijî siyaseta tecrîdê, ji bo parastina azadiyê em ber bi Gemlîkê ve dimeşin" meşek tê lidarxistin. Ji bo vê meşa li navçeya Gemlîk a Bûrsayê, girseya gel li Kadikoy a Stenbolê li hev civiya.

Girseya gel ku li Kolana Serasker li hev kom bû ber bi Kolana Bahariye ve wê bimeşe.

Di meşê de Hevberdevkên HDK'ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan, Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Îlknûr Bîrol û Ferhat Encu, parlamenterên HDP'ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevserok û rêveberên partiyên SYKP, ESP û Partiya Şoreşger jî hene.

Bi hezaran kesên li çar aliyên Kadikoyê belav bûn, li gel dorpêçiya polîsan jî ber bi Kolana Bahariye ve dimeşin.

Bi hezaran kesên ji benda polîsan derbas bûn ber bi Peykerê Ga yê Kadikoyê bi dirûşmên "Li dijî faşîzmê mil bi mil", "Zext nikarin bi me", "Bijî berxwedana zindanan", "Bila tecrîd bi dawî bibe, zindan vala bibin", "Her der Gemlîk her der berxwedan", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "HDP gel e gel li vir e" dimeşin.

Komeke din a li ber heman peykerî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" ber bi Kolana Çîlek ve dest bi meşê kir.

Meşa Gemlîkê bi beşdariya bi hezaran kesî li kolanên Kadikoyê dewam dike.