'Bi girtin û destgîrkirinê HDP naqede'

Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê Başaran anî ziman ku bi nêzîkbûna hilbijartinê re pêla girtinê ya li dijî wan zêde bûye û got, "Bi girtin, destgîrkirin û gefên kuştinê nikarin tevgereke siyasî ya ku hêza xwe ji gel digire, biqedînin."

Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran got, li Tirkiyeyê hemû partiyên siyasî bi kadro û rêxistinên xwe xwe ji bo hilbijartinên xwecihî amade dikin, lê bi destgîrkirin û binçavkirinê re dixwazin pêşî li karê HDP'ê yê hilbijartinê bigirin.

Başaran got, "Çend roj berê, endama me ya Meclîsa Partiyê Gulay Bîlîcî, endama Desteya Rêveberiya Navendî Mahfûz Guler û Parlamentera Qersê ya serdema 24'an Mulkiye Bîrtane, Hevserokê Navçeya Battalgazî, Hevserokê berê yê bajêr Ozcan Agdaş, Ahmet Tûran Sertkaya û Azîz Dogan, Hevseroka navçeyê ya DBP'ê Nermîn Tûncel, Seroka Şaxê ÎHD'ê Gonul Ozturkoglû bi sûcdariyên bêbingeh hatin girtin.

Ji sala 2015'an û vir ve di encama operasyonên qirkirina siyasî de zêdeyî 10 hezar endam, rêveber û piştevanên me hatin destgîrkirin, herî kêm 5 hezar ji wan hatin girtin.

Li gel van êrîşên giran jî nekarîn partiya me ji têkoşînê vegirin. Li şûna her endam û rêveberên me yên dîl hatine girtin, hevalên me yên nû têkoşîn dewam dikin û xwedî li îrade û mafê gel ê siyasetê derdikevin.

Tevgereke siyasî ku hêza xwe ji gel digire, bi girtin, destgîrkirin û gefên kuştinê, nikare bê qedandin. Tifaqa AKP-MHP'ê jî wê vî rastiya dîrokî bibîne û hîn bibe. Em ê ji têkoşîna nirxên xwe yên herêmî û gerdûnî venegerin."