Bi dehan ciwan li Helebê tevlî nava refên YPG'ê bûn
40 ciwanên li Helebê piştî perwerdeya leşkerî û bîrdozî tevlî nava refên YPG'ê bûn.
40 ciwanên li Helebê piştî perwerdeya leşkerî û bîrdozî tevlî nava refên YPG'ê bûn.
40 ciwanên Kurd û Ereb ên li Helebê piştî perwerdeya leşkerî û bîrdozî ya ji 50 rojî tevlî nava refên YPG'ê bûn.
Ji bo şervanên nû yên YPG'ê roja 19'ê Tîrmehê merasîma derçûnê hate lidarxistin. Malbatên şehîdan, fermandarên YPG/YPJ û gaziyên şer ên YPG/YPJ'ê tevlî merasîmê bûn.
Merasîma derçûnê ya şervanan bi merasîma leşkerî dest pê kir. Piştre şervanan sond xwarin.
Li dû merasîma sondxwarinê koma muzîkê ya Şehîd Barîn û Şehîd Gulbahar û koma govendê ya Nûda derketin ser dikê.
Merasîm piştî axaftinan bi gerandina govendê qediya.