Bi balafira Gladîo ber bi Kenyayê ve -10

Ji bo wergirtina Ocalan di 2'ê Sibatê de saet 05:30'î balafirek hat balafirgeha leşkerî ya veşartî. Qeyda fermî ya wê balafirê nebû. Balafira veşartî ya ji Swîsreyê hat, ku ji aliyê Gladiyoya NATO yan jî CIA ve hate amadekirin ber bi Naîrobî ve bi rê ket.

Dewleta Tirk bi rengekî bêhikumet dest bi sala 1999'an kiribû. Ji ber hebûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îtalyayê, di navbera Enqere û Romayê de alozî di asta her bilind de bû. Piştî ku CHP'ê piştgiriya xwe ya ji bo hikumeta ANASOL-D vekişand, di 25'ê Mijdara 1998'an li meclîsê dengdana pêbaweriyê hate kirin. Hilbijartin jî bi ketina hikumeta Tirk a 55'emîn a bi serokwezaretiya Mesût Yilmaz bi encam bû.

Li ser vê yekê Serokkomarê Tirk Suleyman Demîrel wezîfeya avakirina hikumetê bi rengekî nedihate hêvîkirin da Serokê Giştî yê DSP'ê Bulent Ecevît ku partiya wî li meclîsê çaremîn partiya mezin bû. Ecevît ku rojên dawî yên sala 1998'an nekarî hikumetê ava bike, wezîfe radest kir. Di hefteya destpêkê ya sala 1999'an de ji nû ve wezîfeya avakirina hikumetê da ser milê xwe. Ecevît bi piştgiriya ANAP û DYP'ê hikumeta hindikahî ava kir û 11'ê Çileya 1999'an hikumeta wî ji aliyê Demîrel ve hate pejirandin. Di 17'ê Çileya 1999'an de jî di asta rekorê de li meclîsê dengê pêbaweriyê wergirt.

Piştî lêgerîna 45 rojan a avakirina hikumetê, Ecevît ê ku ji salên 1970'î û pê ve di kêliyên krîtîk ên dîroka Tirkiyeyê de derdiket ser dikê û weke 'kadroyê dewletê' dihate naskirin, ji nû ve ji bo wezîfeyê bang lê hatibû kirin. Hikumeta 56'an ku bi pêşniyara hêzên leşkerî û sivîl ên li nava dewletê ava bû û heta 18'ê Nîsana 1999'an li ser desthilatdariyê ma, ji hikumeteke hindikahî bêhtir, di şexsê Ocalan de wê weke mîmarê herî girîng ê komploya li dijî gelê Kurd bihata bîranîn.

DERKETINA JI ROMAYÊ Û BELGEYA HATE ÎMZEKIRIN

Rojên ku hikumeta nû ya Ecevît dest bi kar kir, dor li hikumeta Îtalya ya bi serokwezaretiya Massîmo D'Alema teng dibû, hebûna Abdullah Ocalan li yek ji paytextên herî kevn ên cîhanê giran hatibû. Rêberê Gelê Kurd ji bo ji D'Alema re nebe bar di 15'ê Çileyê de biryareke dîrokî wergirt û ji rayedarên Îtalyayê re ragihand ku dixwaze ji Îtalyayê biçe. Hikumeta D'Alema jî weke ku bûyerên piştre biqewimin texmîn dikir, xwest ku bi Abdullah Ocalan re belgeyek bi gotina 'Bi dilê xwe ji Îtalyayê derketim' bide îmzekirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di parêznameya xwe de wiha qala wan kêliyên krîtîk kiribûya:

"Di nava 66 rojên ku li Îtalyayê mam, zexteke giran a psîkolojîk li min hate kirin. Bi komên polîsan ên baş perwerdekirî, kontroleke giran kiribûn. Nedihiştin ku ji wir biçim jî. Polîs dihatin heta cihê min ê razanê. Eger min israr bikira ku bimînim, li min ferz dikirin ku bi hinceta ihtimala revandinê divê kontroleke tund û berfireh qebûl bikim. Di encamê de bi navbeynkariya Ahmet Yaman, bi balafireke ku ji aliyê Serokwezaretiya Îtalyayê ve hate amadekirin ji nû ve neçar mam vegerim Rûsyayê.

D'Alema jî bi israr weke şert danî pêşiya min ku eger ji Îtalyayê derkevim divê belgeya ku nîşan dide ez bi daxwaza xwe derketime îmze bikim. Baş zanîbû ku derketina bi şêweyekî din neqanûnî ye û helwesteke wiha nîşan da. Dema ku bi balafira taybet a D'Alema ji qada NATO'yê derketim, tê bîra min ku min got ox. Lê belê ev derketin dişibiya wê yekê ku dema yek hewl dide ji baranê xilas bibe lê dikeve nava lepê zîpikê."

Piştî bazareke qirêj a mehekê dewam kir, hikumeta Romayê destûra da ku ji Îtalyayê derkeve û desthilatdariya Prîmakov jî ji bo cara duyemîn destûr da ku bê Rûsyayê. Rojnameya Îl Gîornîale roja 2'ê Kanûna 1998'an nivîsî ku Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Lamberto Dînî bertîl pêşniyarî Rûsyayê kiriye û jê re gotiye, "Ocalan ji nû ve qebûl bikin, em ê jî beşa destpêkê ya alîkariya sala 1998'an ji aliyê ÎMF'ê ve hate blokekirin, yanî krediya ji 8 milyar dolarî pêşkêş bikin."

Rûsya ku wê demê di nava krîzeke giran a aboriyê de bû, piştî ku ev 'pêşniyara bêexlaq' a Romayê qebûl kir, Wezîrê Îtalyayê Dînî plana ku bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Îgor Îvanov re li ser derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Ewropayê xiste meriyetê. Rûsyayê eger karîbûya Ocalan bişanda Ûkrayna, Gurcistan, Kazakistan an jî Tacikistanê wê krediyeke mezin ji ÎMF'ê wergirtibûya. Ev plan wê demê ji aliyê Moskowayê ve hate derewandin. Çapemeniya Rûs cihekî berfireh da mijarê û wiha nivîsî, "Moskowa careke din naxwaze Ocalan bi ti awayî li Rûsyayê bibîne."

NAMEYA KU JI D'ALEMA RE HATE HIŞTIN

Di hefteyên destpêkê yên sala 1999'an de bûyerên ku qewimîn nîşan didan ku rêveberiyên Roma-Moskowayê di bazariyê de li hev kirine. Di vê navberê de Rêberê Gelê Kurd jî xwest spasiya D'Alema bike û 16'ê Çileyê beriya ji Îtalyayê derkeve ev name jê re nivîsî bû:

"Birêz Serokwezîr Massîmo D'Alema, beriya her tişt ji ber mêvanperweriya we ku zêdeyî du mehan li welatê we Îtalyayê mam, spasiya we dikim. Ji ber zextên neheq ên ne ji ber me, ji ber tengavbûna we ez xemgîn im, lê belê pê bawer û piştrast im ku mafdariya armancê, nirxên siyasî yên bilind û însanî wê dema bê vê yekê telafî bike û hûn ê ji vê yekê kêfxweş bin.

Bi îradeya xwe ya azad ji welatê we derdikevim, zanim ku ev gava ez diavêjim hêja ye, ji bo vê yekê li ser bingeha aştiyê temam bikim û şertê vê amade bike, bi hêvî me ku ji bo konferansa çareseriyê ya pirsgirêka Kurd ez ê bêm. Gava min avêtiye paşve gavavêtin nîne. Ji bo şenseke xurtir bidim çareseriya siyasî ya li pêşiya me, min ev gav avêtiye.

Li Rohilata Navîn ku gav bi gav giran dibe, em di asta mifteya aştiyê de ne, bawer dikim ku bi polîtîkayeke Kurd a li nirxên pratîk û hevgirtî yê Yekîtiya Ewropayê tê, pozîsyona pêşengiyê ya Îtalyayê wê tevkariyeke xurt bike û ji bo karibin bi hev re bixebitin ez ê her tim amade bim bi erk û wezîfeyên xwe rabim. Ez bawerim ku hûn jî zanim em di demeke gelekî zehmet de ne û hûn ê alîkariya xwe venegirin. Bi vê wesîleyê hurmetên xwe pêşkêşî raya giştî ya demokratîk a Îtalyayê dikim, ji hikumeta we re serketinê hêvî dikim û careke din serketin û hêviya xwe ya ji bo serketinê careke din ji we re radigihînin."

Roja ku Rêberê Gelê Kurd ji Romayê derket, ji Qesra Spî daxuyaniyeke din hate dayin. Bi vê yekê re careke din piştrast bû ku rêveberiya DYE'yê ya wê demê yek ji aktorên sereke yên komployê ye. Seroka Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî Sandy Berger 16'ê Çileyê ev daxuyanî da: "Divê Abdullah Ocalan derxînin pêşberî dadgeriyê û hesab bide. Me xwest ku Ocalan di çarçoveya hiqûqa navneteweyî û hiqûqa hundirîn a welatên pêwendîdar de radestî Tirkiyeyê bê kirin. Lê belê di qanûnên Îtalyayê de ev yek pêk nehat."

KRONOLOJIYA 17 ROJAN

17'ê Çileya 1999: Dema ku Ocalan gihîşt Moskowayê, wezîfedarên ewlekariyê yên Rûs jê re gotin, "Hikumeta me nahêle ku hûn li vir bimînin. Divê hûn bêhincet di nava sê rojan de Rûsyayê biterikînin, lê belê cihê ku hûn ê biçin em ê diyar bikin."

18'ê Çileya 1999: Sefîrê Bilind ê Rûsyayê yê li Enqereyê Aleksandr Lebedev soz da hikumeta Tirk û got, 'Ocalan kengî hate girtin wê bê dersînorkirin'. Ecevît heman rojê ji çapemeniya Tirk re axivî û got, 'Xuya ye rêwîtiya Ocalan bi erêkirina meqamên Rûs pêk hat. Tê texmînkirin ku rêwîtî xwe dispêre armanca derbasbûna transît."

19'ê Çileya 1999: Hate eşkerekirin ku ji bo Ocalan ji Rûsyayê bê derxistin wê Wezîra Karên Derve ya DYE'yê Madeleîne Albrîght 26'ê Çileyê biçe Moskowayê.

20'ê Çileya 1999: Rêberê Gelê Kurd bi bayê bezê ji cihê lê bû yê li Moskowayê hate derxistin û bi zorê li balafireke kargoyê hate siwarkirin û ew birin derveyî sînorê Rûsyayê. Piştre wê bihata fêhmkirin ku ev dever paytexta Tacikistan Bîşkeke.

21'ê Çileya 1999: Musteşarê MÎT'ê Şengal Atasagûn û Serokwezîrê Tirk Ecevît ê bi Serokkomarê Tirk Demîrel re hevdîtin kir gotin, "Em bawer in ku wê cihê Ocalan ê li Rûsyayê bê tespîtkirin û bê girtin."

22'ê Çileya 1999: Wezîrê Karên Derve yê Rûs Îgor Îvanov got, "Ez dikarim encamên lêkolînên me niha bi rengekî fermî eşkere bikim; Ocalan li xaka Rûsyayê nîne."

26'ê Çileya 1999: Wezîra Karên Derve ya DYE'yê Madeleîne Albrîght ku çû paytexta Rûsya Moskowayê bi Serokwezîrê Rûs Jewgenî Prîmakow re hevdîtin kir. Rojeva bingehîn a hevdîtinê Rêberê Gelê Kurd bû.

28'ê Çileya 1999: Piştî ku Albrîght ji Moskowayê derket, Ocalan ê ku li paytexta Tacikistan Bîşkekê ji aliyê Rûsan ve 8 rojan tecrîdkirî bû, ji nû ve birin Moskowayê.

29'ê Çileya 1999: Bi navbeynkariya Amîralê Yewnan Naksakîs ê teqawîtbûyî balafireke taybet ji Rûsyayê re hate şandin. Ocalan li wê balafirê siwar bû û cara duyemîn berê xwe da Atînayê. Rêberê Gelê Kurd çû gundê Nea Makrî yê bi 40 kîlometreyî dûrî Atînayê û li mala nivîskar Vûla ma.

30'ê Çileya 1999: Naksakîs bi Wezîrê Karên Derve Teodoros Pangalos re ji bo mayina Ocalan a li Yewnanistanê hevdîtin kir. Pangalos peyama 'Ez dixwazim rû bi rû hevdîtinê bi we re bikim' ji Rêberê Gelê Kurd re şand. Ocalan tevî Naksakîs çû cihê hevdîtinê, lê li şûna Pangalos endamên îstîxbaratsê Stavrakakîs û Kalenterîdîs ew pêşwazî kirin.

31'ê Çileya 1999: Bi balafireke ku ji aliyê hikumeta Yewnanistanê ve hate amadekirin Ocalan ber bi paytexta Belarûs Mînskê ve çû. Qaşo wê bi balafireke duyemîn Rêberê Gelê Kurd ji Mînskê biçûya bajarê Lahey ê Hollandayê.

1'ê Sibata 1999: Radyoya Hollandayê ragihand ku Rêberê Gelê Kurd xwestiye bê Hollandayê, lê belê daxwaza wî nehatiye qebûlkirin. Wê şevê ne tenê Hollanda qada hewayî ya Ewropayê bi temamî li Ocalan hate girtin. Li Mînskê her tim hewl didan Ocalan ji balafirê deynin, lê belê Ocalan ev zext qebûl nekir û ji balafirê daneket. Li ser vê yekê balafira Yewnanistanê heman şevê saet derdora 04:00 ji nû ve vegeriya Atînayê.

Ocalan ê vegeriya Atînayê careke din ji aliyê personelê DYE û NATO'yê Stavrakakîs ve hate pêşwazîkirin. Ocalan heman şevê bi lez û bez birin Girava Korfû ku baregehên leşkerî yên Emerîka û Îngiliz lê bû. Sibeha 1'ê Sibatê Pangalos bi telefonê li Sefîrê Bilind ê DYE'yê yê li Atînayê Nîcholas Bûrns geriya û diyar kir ku Ocalan li Yewnanistanê ye. Bûrns jî ev ferman da Pangalos, 'Temam hûn wî ji Yewnanistanê derxînin, em ê tişta din bikin'.

2'ê Sibata 1999: Ocalan vê carê ji mala li Girava Korfû ku tecrîdkirî bû saet di 20:30 de ji bo li balafira Efrîkayê siwar bibe bi rê ket. Şeva 1'ê Sibatê bi 2'ê Sibatê ve girê dida, set di 05:30'î de balafireke leşkerî ya veşartî ji bo wergirtina Ocalan hat balafirgehê, lê ti qeyda xwe ya fermî tune bû. Nûmara xwe, alek li ser tune bû, işaretek li ser tune bû ku biçe ku derê. Balafira veşartî ku ji Swîsreyê hat û ji aliyê Gladyoya NATO'yê yan jî CIA'yê ve hatibû amadekirin, ber bi paytexta Kenya Naîrobiyê bi rê ket.

ROJÊN KU ÇARMIX Û DARBEST HATE AMADEKIRIN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di parêznameyên xwe yên piştre de li ser 17 rojên derketina ji Romayê û bidawîbûna li Kenyayê wiha bigota:

"Pêvajo pêvajoya amadekirina çarmix û darbestê bû. Yên li Moskowayê bizmarên destpêkê bi xurtî lê didan. Min cara yekê dîmenekî welê li ser rûyê wan dît ku qet nedostane bû. Eşkere bû ku biryar di asta bilind de bû û misoger bû. Min ji wan re ragihand ku dixwazim biçim Kurdistanê. Gotin, 'Em dikarin di ser Ermenistanê re te deynin ser sînor'. Lê belê di heman demê de wiha gotin: 'Rewş guherî, em diçin Tacikistanê'. Min birin cihekî weke mala gundekî bû. Ev yek revandina bi zorê bû. Li vir 8 rojan tecrîdkirî mam, pêwendiya min a bi derve re bi temamî hatibû birîn.

Di roja 8'emîn a tecrîdê de yanî 28'ê Çileyê bi balafirekê ez ji nû ve anîn Moskowayê. Li Moskowayê ji aliyê kesekî ku min ew nas nedikir ve hatim pêşwazîkirin, piştre ji balafirgehê ez birin avahiyeke yekîneyên taybet ên Rûs lê diman. Wezîfedarên Rûs li vê derê piştî demeke kurt hatin gel min, gef xwarin û gotin, wê sibehê li balafira ku diçe Şamê siwar bikin. Armanc ew bû ku di ser Sûriyeyê re min radestî Tirkiyeyê bikin. Ji ber ku Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re li hev kiribû ku eger careke din li Sûriyeyê vegerim wê min teslîmî Tirkiyeyê bikin. Ji ber ku balafir di ser Tirkiyeyê re derbas dibû, dikarîbû li hewayê jî bihata îmhakirin. Lewma min ew pêşniyar qebûl nekir.

Weke rawestgeha dawî jî bi balafira ku generalê teqawîtbûyî Naksakîs û werger Ayfer Kaya anî di 29'ê Çileya 1999'an de daketim Atînayê. Ji aliyê Naksakîs ve ji VIP hatim derbaskirin û min birin mala nivîskar Vûla ku li Nea Makrî dima. Li wir şevekê mam. Xuya dikir ku haya hikumeta Yewnan ji vegera min hebû, lê belê haya wan ji cihê lê dimam nebû. Rayedarên Rûs ên ku ez ji Lenîngradê bi rê kirin, şîret kiribûn ku beriya bigihêjim Yewnanistanê li Bukreşê peya bibim û ji wir jî bigihêjim Atînayê. Ez ji vê yekê ketim gumanan, lewma ji Bukreşê peya nebûm û yekser çûm Atînayê. Naksakîs wê piştre îdîa bikira ku biryar hatibû dayin ku radestkirina min a ji bo Tirkiyeyê wê li Bukreşê pêk bihata. Weke ku Naksakîs piştrast bike; Stavrakakîs ê ku wê demê Serokê Îstîxbarata Yewnan bû li Bukreşê li benda min bû. Di dawiya dawî de me rawestgeha Romanya-Bukreşê qebûl nekir û ji neçarî em daketin Atînayê.

Sibeha 30'ê Çileya 1999'an dema ku Naksakîs hat mala Vûla ya li Nea Makrî, belawela xuya dikir û li ser kincê wî herî hebû.

Ya mayî ew bû ku baweriya min a bi dostane bi kar bînin û min bibin devera ku dixwestin. Ev yek di şexsê Kalenderîdîs de dewam dikir. Ez bi zorê birin malekê. Min careke din ji bo mafê penaberê serlêdan kir. Lê belê Stavrakakîs hem daxwaza min di fermiyetê de nexist meriyetê, hem jî diyar dikir ku ev daxwaz nayê qebûlkirin. Neqanûnî bûbû pîvan. Ez bi zorê girtin û nehiştin kes nêzî min bibin. Her wiha ji min re gotin ku wê min dersînor bikin. Lê belê nedihat gotin ku wê min bi ku ve bibin.

Di nava vê rewşa nediyar, tef û zextê de min pêşniyar kir ku min bibin Hollandayê. Stavrakakîs îdîa kir ku ji ber peymana Şengenê eger ji Yewnanistanê biçim Hollandayê wê min ji nû ve li Yewnanistanê vegerînin, dixwest ku ez derbasî welatekî ne Şengen e bibim. Ji bo vê jî Mînsk hate hilbijartin. Li gorî planê, wê balafirek ez ji Atînayê bibira bajarê Mînskê yê Belarûsê. Balafireke duyemîn jî wê min ji Mînskê bibira Laheyê. Bi balafirekê ku ji aliyê rayedarên Yewnan ve hate amadekirin, 31'ê Çileya 1999'an ber bi balafirgeha Mînskê ve bi rê ketim. Di dema rêwîtiyê de ji min re hate ragihandin ku balafira duyemîn wê li wir bê amadekirin. Mînsk qadeke di bin erka Rûsyayê de bû. Qaşo gotibûn ku balafira ber bi Hollandayê ve amade kirine, lê belê dema ku em li Mînskê peya bûn, gotin ku wê neyê. Bi rengekî eşkere lîstik lîstin. Di nava şert û mercên giran ên zivistanê de bi saetan li balafirgeha Mînskê di balafira Yewnan de hatim sekinandin. Rewş nediyar bû. Balkêş bû ku pîlot hewl dida me peya bike. Ji ber ku rewş bi guman bû, min red kir ku ji balafirê dakevim.

MÎNA SEFERÊN TRENÊ YÊN BER BI QIRKIRINÊ VE BÛ...

Dema ku balafira Gladîo di ser Derya Spî re diçû, min ev rewş şibandibû seferên trenê ku qurbanî ber bi Qirkirina Yahûdiyan ve dibir. Dema herî krîtîk dest pê kiribû ku di şexsê min de qirkirin li gelekî dihate ferzkirin. Min rûyê herî veşartî û rast ê NATO'yê di dema van seferan de dît. Dema ku ji Mînskê vedigeriyam, ji bo balafir li balafiregeheke Ewropayê danekeve ji bo bîst û çar saetan alarm hatibû dayin.

Ji ber ku em ji balafirê daneketin, balafira Yewnanistanê di şeva 31'ê Çileyê, 1'ê Sibatê saet 04:00 de vegeriya Atînayê. Vegerê dema em hîn li hewayê jî bûn di bin kontrolê de bûn. Ji bo dagirtina sotemeniyê jî destûr nedan ku em li balafirgeheke din bisekinin. Hêza ku balafirgeh hemû di vê astê de bi berfirehî xistibû bin kontrola xwe, tenê dikarî bû NATO bûya. Heman roja ku ez li Girava Korfû di nava tecrîdê de dihatim hiştin, (1'ê Sibata 1999) danê sibehê Pangalos bi rêya telefonê bi Sefîrê Bilind ê DYE'yê yê li Atînayê Nîcholas Bûrs geriya û jê re ragihand ku li Yewnanistanê me.

Dema ku ji min re gotin, 'Wê we bibin Komara Efrîkaya Başûr' min jî bi gotina 'Çawa Efrîka!' nerazîbûn nîşan dabûm. Kalenderîdîs ji bo fikarên min ji holê rake gelek soz dan û got, 'Hûn ê li sefaretxaneya bilind a me ya li Efrîkayê bimînin. Ew der xaka Yewnan e, mafê destnedanê heye. Ji bilî me ti hêz nikare dest lê werde, hûn ê li wir ewle bin'. Jiyana we wê bê parastin'. Her wiha wê bigota ku cihê biçim rawestegehek navberê ye, wê bi Efrîkaya Başûr re biaxivin û berê têkilî danîne. Li vir qet qala Kenyayê nehatibû kirin, tenê gotibûn Efrîka. Wê piştre eşkere bibûya ku sozên hatine dayin derew in...

Wê ji me re bihata ragihandin ku saeta vê balafira ku digotin 'Wê biçe Efrîkayê' saet 19:00 bûya. Lê belê ji ber ku di çapemeniyê de hate weşandin ku ez li Korfû me, dema birêketina balafirê ji bo saet 20:30'î taloq kirin. Heman piştî 'Qezaya balafirê ya Korfû' ku nedihate payin, bi balafireke taybet ku dihate texmînkirin ji Swîsreyê hatiye, li balafirgeheke leşkerî ya veşartî ya ne Yewnan li benda min bû. Dibe ku balafira îstîxbarata CIA an jî îstîxbarata Îngilistanê bû. Balkêş e; ajokarê ku wê min bibira wê balafirê gelek caran ji wesayitê peya bû, lê siwar bû, weke ku nedixwest li wesayitê siwar bibe. Dema ku li wesayitê siwar jî mîna ku ti carî nedixwest bigihêje balafirê. Min ji vê jî nekarî encamekê derxînim. Ez ewqasî pê bawer bûm ku di pirtûka dostaniyê de cih ji xiyaneteke wiha re nîne, yekî wê kêliyê ji min re bigota 'tu tê revandin' ez ê li ber rabûma. Ji ber ku di pirtûka mirovahiyê de cih ji vê yekê re tune bû...

Ya rast, piştî qezayê ji min hebû ku em ê neçin. Şeva ku 1'ê Sibatê bi 2'ê Sibatê ve girê da, saet di 05:30'î balafireke taybet bi rengekî veşartî hat balafirgeha leşkerî. Vê balafirê xwe li balafirgeha li Korfû (Patras) danî, lê ti qeydeke xwe ya fermî tune bû. Lê belê ji balafira ku berê qeza kir cudatir bû. Dema ku li balafirê siwar bûm ketim nava fikaran; kesên di balafirê de zer bûn û bi Îngilîzî diaxivîn. Hostesa wan jî hebû. Min ji Kalenderîdîs pirsî, 'Ev balafir balafira Emerîkayê ye? Haya wan ji vê çûyîna me heye?' Kalenderîdîs wê careke din bi hostatî rola xwe ya ji bo jiholêrakirina fikarên min bilîsta, çûyîna me ya Kenyayê wê di vê balafira duyemîn de bigota."

Sibe: Dojeha Naîrobî û serhildan