Bêyî ku li benda testa DNA bimînin li Goristana Bêkesan hatin veşartin

Cenazeyên 4 gerîlayên jin yên di naverasta meha Kanûnê li Çiyayê Bagokê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê şehîd bibûn, bêyî ku testa DNA’yê were çêkirin li ‘Goristanan Bêkesan’ hatin veşartin.

Hatibû diyarkirin ku di navbera 11-15’ê Kanûnê de di dema operasyona leşkerî de di êrîşên hewayî yên dijwar de 6 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane.

Cenazeyên Denîz Orak (Hîra) û Sîmanûr Kaya (Mesken) ên ji aliyê malbatan ve hatin girtin û hatin veşartin, lê ji ber ku cenazeyên 4 jinên din di rewşeke welê ku nedihatin naskirin de bûn, pêwîstî bi testa DNA'yê hebû.

Malbatên Fatma Çîçek a ji navçeya Amed Bismilê, Betûl Dîlen (Dîcle) ji navçeya Qereyazî ya Erzrûmê, malbata Turkan Aktan a ji Nisêbînê û malbata Şîlan Çîçek a ji Stenbolê hatin Mêrdînê û nimûneyên xwînê dan.

Malbata Şîlan Çîçek a ku îro hat Mêrdînê pê zanîn ku cenazeya keça wan roja Pêncşemê danê êvarê li "Goristana Kesan" a navçeya Artûklûyê hatiye veşartin.

Bi veşartina 4 cenazeyan re hejmara kesên ku ji salên 90'î û vir ve di pevçûn û operasyonan de jiyana xwe ji dest danî û li Goristana Bêkesan a Artûklûyê hatine veşartin derket 54’an.