Bêyî Iraqê Herêma Kurdistanê wê nekare petrolê bifiroşe Tirkiye

Dadgeha Navneteweyî ya Lihevkirinê li ser dosya petrolê ku Iraqê serlêdan kiribû, Tirkiye û Herêma Başûrê Kurdistanê mehkûm kir û biryar da ku bê Iraqê nabe ku Herêma Kurdistanê petrolê bifiroşe Tirkiye.

Li gorî nûçeya malbera Argus a ku kar li ser enerjiyê dike, ragihand ku Iraqê duh şev bi fermî Tirkiye agahdarkiriye li ser dosyaya hinardekirina petrola xam a Herêma Kurdistanê ku bê Dadgeha Federal a Iraqê ji bo Tirkiye diçû, Dadgeha Navneteweyî ya Lihevanînê ya Odeya Bazirganiya Navneteweyî biryar da ku bê Iraqê petrol ji bo Tirkiye nayê firotin.

Malperê ev agahî spart çavkaniyeke xwe ya taybet û diyar kir ku bi vê biryarê derbeke din li Herêma Federal a Kurdistanê dikeve.

Her wiha hate ragihandin ku Tirkiye hatiye agahdarkirin ku êdî bê erêkirina Hikûmeta Federal a Iraqê rê nayê dayîn ku petrola Herêma Kurdistanê ji bo Bendera Ceyhan bê şandin.

BÊYÎ IRAQÊ DEST BI FIROTINA PETROLÊ KIRIBÛ

Hêjayî bibîr xistinê ye ku di sala 2014’an de piştî temambûna xeta Herêma Kurdistan-Tirkiyeyê, bi piştgiriya Tirkiyeyê û bêyî Bexdayê, Hikumeta Herêma Kurdistanê yekemcar bi rêya Tirkiyeyê neftê şand benderên cîhanê. Rojane 300 hezar bermêl neft bi rêya xetê dihate henarde kirin. Ev pêngav piştî lihevkirina Barzaniyan ya 50 salî ya bi dewleta Tirk a dagirker re hat. Ev jî tê wateya binpêkirina peymana petrolê ya sala 1973’an hatî îmzekirin.  

Lihevkirina Barzaniyan a 50 salî ya bi Tirkiyeyê re, Bexda aciz kir. Iraq pêngavê weke dizî bi nav kir û Tirkiyeyê ji binpêkirina serweriya Iraqê sûcdar kir.

GELEK KAMPANYA PEYMANÊN XWE YÊN PETROLÊ YÊN BI HERÊMÊ RE BETAL KIRIN

Ji ber biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya li ser firotina neftê ya serbixwe ya li ser Herêma Kurdistanê gelek kampanya peymanên xwe yên neftê yên bi Herêma Kurdistanê re betal kirin. Di vê çarçoveyê de Kompanyayên Kompanyaya Exxon-Mobîl ya Emerikayê û Baker Hughes, Kompanyaya Schlumberger a Emerîkayê û Kompanya Trafîgora vekişîna ji proseya nefta Herêma Kurdistanê eşkere kiribûn.

BI TRÎLYONAN PERE JI PETROLÊ GIRTINE

Hikumeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya aboriya serbixwe de, sala 2014’an de heya dawiya 2021’an zêdetirî milyarek û 100 milyon bermêl petrol henarde kiribû. Her bermêlek petrol bi bihayê 54 dolar firotiye. Bi giştî bihayê petrola hatî firotin, zêdetirî 68 tirilyon dînar bû.

400 MILYAR DÎNAR NAYÊ ŞANDIN; XERCA HERÊMA KURDISTANÊ NAYÊ ZANÎN

Berî niha demekê Wezîra Darayî ya Iraqê Tayif Samî têkildarî neşandina 400 milyar dînarê ji bo Herêma Kurdistanê nameyek pêşkeşî Sekreteriya Desteya Hikûmetê kiriye û ji wan re gotiye ku ji ber biryara Dadgeha Federal a Iradê û nebûna daneyên rast ên li ser xercên Herêma Kurdistanê nikarin 400 milyar dînar ji bo Herêma Kurdistanê bişînin.

DADGEHA FEDERAL: DIVÊ NEFT RADESTÎ IRAQÊ BÊ KIRIN, BÛDCE JI PARA GIŞTÎ BÊ DIYARKIRIN

Li gorî biryarê Dadgeha Federal a Iraqê êdî Herêma Kurdistanê nikare bêyî Bexda gaz û petrolê bifiroşe û divê petrolê radestî Bexdayê were kirin. Gorî biryarê Hikumeta Herêmê hemû peymanên bi kompanyayan re li ser petrolê îmzekirine, divê bixe ber destê Wezareta Neftê ya Iraqê. Her wiha çi peymana ne di berjewendiya Iraqê de be, dikare were hilweşandin. Divê para herêmê di bûdçeya giştî de were diyarkirin, ev jî bi şer tê ku ew budce radestî karmendên herêmê û hemû parêzgehan bike.

DAHATA NEFTÊ YA 2022’AN A IRAQÊ

Li gorî daneyên Wezareta Neftê ya Iraqê, bi rêya Kampanya Somo sala 2022’an 1 milyar û 208 milyon û 531 hezar û 119 varêl petrol hatiye firotin. Ev yek jî miqabilî rojane 3 milyon û 311 hezar û 416 varêl petrol hatiye firotin. Li gorî vê yekê her varêlek bi nirxê 95,53 dolarê Emerîkî hatiye firotin. Ev yek jî bi giştî dike bihayê 115 milyar û 466 milyon û 245 dolar.

DAHATA NEFTÊ YA 2O22’AN A HERÊMA KURDISTANÊ

Li gorî saziya Rûbîn a zelalî li proseya neftê jî raporek belav kiriye û li gorî wê ew dahata herêma Kurdistanê ji kampanyayên neftê digire eşkere kiriye. Li gorî raporê dahata Herêma Kurdistanê ji 10 bîrên petrolê yên bi rêya 11 kampanya sala 2022’an bi dest xistî 3 milyar û 115 milyon û 800 hezar dolar e.

Herêma Kurdistanê li meha Çileya îsal 11 milyon û 825 hezar varêl neft bi rêya bendera Tirkiye gihandiye cîhanê. Her varêlê neftê bi bihayê 70 dolar firotiye, ev yek jî dike 832 milyon û 953 hezar dolar. 466 milyon dolar xerca derxistinê ye. 366 milyon jî ji bo xizîneya hikûmetê maye.

Linka nûçeya malpera argus: https://www.argusmedia.com/en/news/2433123-iraq-wins-arbitration-over-krgs-turkey-crude-exports?backToResults=tru