Beştaş: Pirsgirêka Kurd bêyî Abdullah Ocalan nabe

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş a di hevdîtinên ji bo xesp kirina parlamenteriya Salih Aydenîz a DBP’î de axivî û got: "Çareseriya pirsgirêka Kurd bêyî Abdullah Ocalan nabe."

Hevdîtinên Komîsyona Têkel a ji Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê ya Meclîsê pêkhatî yên li ser rakirina mafê destnêdayînê ya Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Herêman (DBP), dewam dikin. Serokê Komîsyonê Yûsûf Beyazitli, têkildarê rapora Komîsyona Amadekariyê û fezlekeyan de agahdarî kir.

Parlamenterê ÎYÎ Partiyê Ayhan Erel ê di hevdîtinan de axivî û got: “Sûcekî wiha nabe hincet ji bo rakirina mafê destnedayînê.“

‘RAKIRINA MAFÊ DESTNEDAYÎNÊ DERBE YE’

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku di nav raya giştî de propagandayeke berbelav li ser Salîha Aydenîz a DBP’î tê kirin û wiha got: “Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan, ferman da. Komîsyon tavilê civiya, binekomîsyon hat avakirin. Derbe tim bi leşkerî nayên kirin. Meclîs dibe navgîna vê derbeyê.“

MHP’î û AKP’î ketin hewila birîna gotinên Beştaşê.

Meral Daniş Beştaş diyar diyar kir ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neaxive tê tecrîdkirin û da zanîn ku tu palpişteke tecrîdê nîn e. Bi kêfî ye. Bêyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pirsgirêka Kurd çareser nabe. Divê bêyî şidetê pirsgirêk çareser bibe. Li her dera cîhanê wisa ye.“

‘EM LI DIJÎ TECRÎDÊ NE‘

Daniş Beştaş anî ziman ku Meşa Gemlîkê meşa li dijî tecrîdê ye û wiha pê de çû: “Meş li dijî astengiyên li ber hevdîtinê û ji bo nûve aştî were vegotin bû. Hûn tecrîdê tenê ji bo armancên xwe yên siyasî pêk tînin. Naxwazin parastina aştiyê ya Ocalan bê bihîstin. Tu dibêjî şerê hundir û derve. Şerê li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, şerê li Kurdistana Federal, em li dijî wê ne. Em li dijî tecrîdê ne. Tecrîd êşkence ye, êşkence sûcê mirovahiyê ye. Em ji aliyê hiqûqî û siyasî ve li dijî vê yekê ne. Li vî welatî 3 milyon kesî ji bo Abdullah Ocalan daxwazname şandin. Hat parlementoyê. Digotin 'Vîna min e, ez qebûl dikim'. Çima we wê demê dijberî nekir, dema ku hûn ser muzakere bûn çima we dijberî nekir? Em vê yekê qebûl nakin.“

‘EM NE GOŞT Û NEYNÛK IN!’

Beştaş anî ziman ku ew ne goşt û neynûk in, lê doza wekheviyê dikin û da xuyakirin ku parlamenterên HDP’ê rû bi rûyê şideta bi her awayî ne, Serokê Meclîsê tu gotin ji bo vê şidetê nekiriye lê ji ber kulmekê daxwaza hilanîna mafê destnedayînê yê parlamenter kir. 

Piştî axavtinê bi 40 deqeyan navber hat dayîn.