Beştaş: Partiya me bi tena serê xwe dikare bigihêje rêjeya ji sedî 15'an

Serokwekîla Koma HDP'ê Beştaş daxistina benda hilbijartinê ji bo asta ji sedî 7'ê nirxand û got, "Partiya me bi tena serê xwe dikare bigihêje asta ji sedî 15'an. Em nabêjin illehî divê tifaqê bikin. Em partiya xwe xurt dikin û têkoşîna xwe dewam dikin."

Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê bi guhertina sîstema hilbijartinê hewl dide ji bo serketinê rêyekê ji xwe re çêbike. Bi lihevkirina AKP û MHP'ê re benda hilbijartinê wê dakeve ji sedî 7'an.

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş li ser mijara daxistina benda hilbijartinê ji bo rêjeya ji sedî 7'an û guhertinên din ên di qanûna hilbijartinê de tên kirin, ji ANF'ê re nirxand.

Beştaş anî ziman ku li her devera cîhanê, partiyên li desthilatdariyê dema ku dest bi têkçûnê kirin, bi qanûnên hilbijartinê dilîzin û got, "Em zanin ku bi serokatiya Hayatî Yazici komîsyonek hate avakirin. Car carna daxuyaniyê didin raya giştî. Ev mijar rastiyeke ku li her devera cîhanê tê zanîn; partiyên li desthilatdariyê dema ku dest bi windakirinê kir, bi qanûnên hilbijartinê dilîzin. Yanî endezyariya siyasî dikin. Dibêjin, bi dengê xwe yê kêmbûyî em çawa dikarin hîn bêhtir parlamanteran bi dest bixin, çawa dikarin encama hilbijartinê biguherînin yan jî bandorê lê bikin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bo hêza xwe ya kêmbûnê ji nû ve bi dest bixe bi qanûna hilbijartinê dilîze. Hêza xwe ya desthilatdariyê ji dest daye. Ji xwe li Tirkiyeyê krîzeke rêveberiyê heye. Li qadên aborî, civakî, jinê, meseleya Kurd li her deverê pirsgirêkên mezin hene. Hêza wan têra ti ji van nake. Zêdeyî du sal in gotin, em qanûna hilbijartinê biguherînin û dawiyê gotin em ê benda hilbijartinê kêm bikin. Mirov ji vê yekê gelek encaman dikarin derxînin. Di guhertinên têkildarî qanûna hilbijartinê de em dibînin kuk ji bilî bendê ti lihevkirin nîne. Ji ber ku detayeke cuda nedan. Demeke dirêj nîqaş li ser herêman kir, herêmên tengkirî, gelek dane nîqaş kirin, servîs kirin, lê dawiya dawî di bendê de man. Bêguman her kes zane ku benda hilbijartinê ji bo şirîkê biçûk hatiye daxistin. Di anketan hemûyan de tê dîtin ku şirîkê biçûk ê desthilatdariyê di bin benda ji sedî 10 de ye. Fîrma anketê nêzî kê dibe bila bibe, encameke bi vî rengî nîşan dide. Bêguman ev yek îroniyeke dîrokî ye. Bend li dijî me hatibû danîn. Di serî de li dijî Kurdan, ji bo Kurd li meclîsê neyên temsîlkirin, ji bo çepgir, demokrat û sosyalîst li meclîsê neyên temsîlkirin bend hatibû danîn. Niha ti derdekî me yê bendê nîne, lê pirsgirêka wan bi bendê heye, yanî ji bo xwe dadidixînin. Ji bo desthilatdariya xwe dewam bikin, şirîkê mezin kêmkirina bendê ji bo şirîkê biçûk weke amûreke rizgarkirinê dibîne."

Beştaş li ser nîqaşên têkildarî desthilatdariyê destnîşan kir ku partiya wan li Tirkiyeyê partiya sêyemîn a herî mezin e û got, "Me bi kesî re tifaq nekiriye û pêwîstiya me jî bi kesî nîne. Em bi tena serê xwe dikarin bigihêjin rêjeya ji sedî 15'an. Di şert û mercên normal de hilbijartin bê kirin em dikarin bigihêjin ji sedî 20'î. Em nabêjin illehî em ê bi hinekan re tifaqê bikin. Em partiya xwe xurt dikin, rêxistinên xw eyên ku bi destgîrkirin û girtinê hatine lawazkirin nû dikin, mezin dikin û bi vî rengî têkoşîna xwe dewam dikin. Me havînê di çarçoveya kampanya 'Em HDP'î ne, li her derê ne' civînên berfireh ên gel lidar xistin. Me hêzeke mezin jê wergirt. Me xwe gihand hev û moral wergirt. Me di civînên xwe de dît ku gelê me çawa bi coşeke mezin bi partiya me re ye."

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş ragihand ku wan heta niha deriyê xwe negirtine û ji niha û pê ve jî wê negirin û got, "Em bêjin, dema hilbijartinê diyar bû, ji xwe ji bo hilbijartinê fikra kesî ya tifaqê nîne. Yên me nebîne, em jî wan nabînin, yên navê me bilêv nakin, kîjan partî, alî û tifaq dibe bila bibe em ê ne bi wan re bin. Em sêyemîn partiya herî mezin a Tirkiyeyê ne. Eger danûstandinek bi vî rengî bibe bêguman divê nav bê lêkirin û bi vî rengî bibe. Yên me nebîne me jî wan nabîne. Danûstandin bi dualî dibe."