Beştaş: Gelê me wê bersiva herî xurt bide desthilatdariya AKP-MHP'ê

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş got, "Gelê me wê bi awayekî herî xurt bersiva desthilatdariya AKP-MHP'ê bide, pir kêm maye. "

Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş diyar kir ku, doza girtina partiya wan, “kompasek e” û  ji hêla desthilatdariya AKP-MHP’ê ve hatiye amadekirin e û wiha got: “Em ê bersiva vê di 14’ê Gulanê de pir xurt bidin.”

Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Meclisê daxuyanî da û rojevên heyî nirxand.

Beştaş diyar kir ku ew analîz û îstatîstikên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yê sala 2022’yan parve kiriye û wiha got: “Serlêdan herî zêde ji Tirkiyeyê hatine kirin. 20 hezar û 100 doz niha li DMME’yê ne. Ev doz li welêt hatine vekirin. Tirkiye di bêedaletî û bêhiqûqiyê de li ser hev rekoran derbas dike. Di vê mijarê de her tim di îstatîstîkên navneteweyî de dibe rêza yekemîn. Heman kesên di bêhiqûqî û bêedaletiyê de sînoran nas nakin, di demên dawî de biryarên DMME’yê jî nas nakin. Biryarên DMME’yê yên têkildarî Yuksekdag, Demîrtaş, Kavala û ya têkildarî ‘Mafê hêviyê’ yê birêz Ocalan çendek mînakên ji van in. Yek ji rekorên din jî koçberiya ji Tirkiyeyê ye. Piştî Sûriye, Efxanistan, Iraq û Pakistanê, herî zêde kes ji Tirkiyeyê bo îltîcayê serî li welatên Ewropayê didin. Sedema vê ya herî mezin jî ew e ku demokrasî, edalet, liyaqet, mafê jiyanê û azadiya fikr û xwedîfadekirinê nîne.”

Beştaş di berdewamiya axaftina xwe de got ku desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser derewan hatiye avakirin û wiha domand:

“Em ê vê desthilatdariya ku li ser derewan hatiye avakirin têk bibin. Ji ber ku siyasetmedarên AKP’î li welatên Ewropayê gotinên nefretê pêş dixin, gel li dijî hev sor dikin û sûcê nîjadperestiyê dikin, hikûmetên Elmanya û Hollandayê neçar man ku tedbîran bigirin. Ji ber gotinên siyasetmedarên AKP’î yên li dijî Kurdan û muxalîfan ku kesan teşwîqî nîjadperestî û sûcan dike, Elmanyayê weke gefeke mezin nirxand û tevbîr girt. Mixabin ev ziman û siyaseta wan li Tirkiyeyê bênavber didome. Daraz jî van gotinan rewa dike.

DOZA GIRTINA HDP’Ê

Her wiha serokên Ewropayê naxwazin bibin amûra propagandaya hilbijartinê ya Erdogan. Cara ewil e ji bo mitîng û xwepêşandanan biryar dan ku divê destûr bê stendin. Xuyaye ku Erdogan ne tenê li Tirkiyeyê, lê li Ewropayê jî bi tenê dimîne. Sedema neçariya destûrxwestinê ji ber zîhniyeta AKP’ê, zimanê wê û nîjadperestiya wê ye. Ev 7 sal in li Wanê hemû xebatên propagandayê yên partiya me bênavber tên qedexekirin. Lê dê têkoşîna me ya li dijî vê nîjadperestiyê bidome. Derheqê partiya me de dozeke girtinê heye. Li ser kampanyayê hate vekirin. Pêşengtiya wê jî Bahçelî dike. Piştî wî jî Erdogan û berdevkên wî tên. Bêguman ev doza girtinê tenê li ser daxwaza MHP’ê nehat vekirin. Ne pêkan e ku haya Erdogan û Bahçelî di mijareke wiha girîng de ji hev nebe. An ku biryareke hevpar e. Êdî Doza Kobanê ya girtina HDP’ê veguheriye dozên skandalê. Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind ku ji Bahçelî tûjtir e, li pêşiya Dadgeha Makeqanûnê mîna wezîrê karên hundir diaxive. Ji bîr kiriye ku hiqûqnas e. Tekane têgehekê hiqûqî ji devê wî dernakeve. Bi nirxandinên siyasî kir ku hesabên me bên bloqekirin. Li vir çi dike? Dîtin ku doza kompasê ya Kobanê bi têrî doza girtinê nake. Lewma biryar dan ku lîstikeke din bilîzin.

Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind ji bo bloqekirina hesabên HDP’ê cara sêyemîn di 13’ê Kanûna 2022’yan de serî li Dadgeha Makeqanûnê da. Dadgeha Makeqanûnê di 29’ê Kanûnê de jê re got ku di nava 5 rojan de delîlên di destê xwe de bîne. Ev nivîs bi tenê nîşan dide ku ji bo bloqekirina hesaban tiştek di destê wan de nebû. Dadgeha Makeqanûnê sedemên şênber daxwaz kir. Serdozger jî keta nava lêgerîna delîlan û di 31’ê Kanûna 2022’yan de ku me tevekan ji bo sala nû amadekarî dikir û her dever girtî de tiştek bû. Şahidekî nepen tînin edliyeyê. Vî şahidî ji bo rojnamevanan tînin. Lê êdî çi bibe ev kes derheqê doza girtinê de îfadeyan dide. Mîna senaryoya fîlmekî ye. Serdozger di 2’yê Çileya 2023’yan de van îfadeyan bilezûbez dişîne. Ji emniyetê belgeyên îfadeyê dixwaze û wan jî îfadeyeke ji 100 rûpelan pêk tê şandine. Ev belge di 3’yê Çileyê de ji Dadgeha Makeqanûnê  re tên şandin û Dadgeha Makeqanûnê jî di 5’ê Çileyê de biryara bloqekirinê dide.

Gelo çi edalet di vir de heye û kîjan aliyê wê dibe delîl? Bi vekirî lîstikan dilîzin. Hewcehî bi veşartina kompasê jî nabînin. Gelo ev şahid ev du sal in çima neaxivîbû? Hûn vê kompasê ne ji bo vê dozê lê li demokrasiyê dikin. Kompasa li dijî gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê ye. Piştî gotina Dadgeha Makeqanûnê ya ‘ez ê biryara roja hilbijartinê bidim’ jî nîşan dide bê ka kompaseke çiqas mezin e. AKP’ê têkiliya xwe ya bi hiqûqê re qut kiriye û bi van kompasan nîşan dide ku çîroka wê qediyaye. Çîroka wan jî hîle û kompas in. Em ê bersiva wan di 14’ê Gulanê de pir xurt bidin. Pir kêm maye.”