Beştaş: Çêkirina HES’ê ya li ser Çemê Zorava wê bibe felaket!

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş got, “Çêkirina HES’ê ya li ser Çemê Zorava ya bajarê Sêrtê vê bibe sedemê felaketek nû.”

Serokwekîla Koma HDP’ê a Sêrtê Meral Daniş Beştaş daxuyaniyek nivîskî da û bal kişande ser çêkirina Santrala Hîdroelektrîk (HES) ya li ser Çêmê Zorava ku Meclîsa Giştî ya Bajêr biryara wê daye.

Beştaş, bi bîr xist ku li ser Çêmê Zorava yê gundê Şavûra Dihê ligel bertekên gundiyan jî di sala 2015’an de projeya HES’ê hat çêkirin û da zanîn ku piştî pênc salan nêzî 7-8 kîlometreyan nêzî HES’ê dixwazin projeyeke nû ya HES’ê çêbikin. 

Beştaş her wiha diyar kir ku projeya HES’ê wê bi hevkariya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) û Şîrketa Anonîm a Hilberîna Enerjiyê ya Tîgrîsê wê were avakirin û wiha berdewam kir: “Proje di 21’ê adara 2019’an de bi peymanekê hat îmzekirin. Lê ne li gorî rapora ÇED’ê bû, ji ber vê yekê gelê Şavûra serî li rêya darazê da. Ligel ku Dadgeha Îdarêyê du caran biryara rawestandina rêvebirinê da jî doz li dijî xwezayê encam girt. Qasî ku dadgeh serbixwe bûna xwe winda dike têgînên bingehîn ên weke xweza û jiyana mirovan tên qûrbankirin.”

Beştaş, daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em hêvî dikin ku ev biryar neyên pêkanîn û bên rakirin. Ji bo ku wê sermaye 3 qûrişan qezenç bike û desthilat dê ji vê sûdê bigire, bila tunekirina cihên gel neyên temaşekirin. Em bang li desthilatê dikin û dixwazin hemû projeyên HES’ê bên bidawîkirin.”