Berxwedêrên Strasbourgê: Ji bilî serketinê rêyeke din nîne

Ji berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasbourgê Gulîstan Îke diyar kir ku ew zanin dil û mejiyê bi milyonan Kurdî bi wan re ne û diyar kir, ji bilî serketinê rêyeke din li ber wan nîne.

Greva birçîbûnê ya li Strasbourgê 87 roj li pey xwe hişt. Kurdên li çar aliyên Ewropayê ne xwedî li vê berxwedana bi biryar derdikevin.

20 endamên Meclîsa Gel a bajarê Creil ê Fransayê doh serdana berxwedêran kirin. Parlamentera berê ya HDP'ê Nûrsel Aydogan û Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret jî serdana çalakgerên li Strasbourgê kirin.

Ji endamên Meclîsa Gel a Creilê Azmî Guven di dema serdanê de axivî û ji bo berxwedana li dijî tecrîdê got, "Teqîna volkana dilê me ye ku li ber tefandinê bû."

AYDOGAN: EV BERXWEDAN WÊ DERIYÊ ÎMRALIYÊ VEKE

Parlamentera berê ya HDP'ê Nûrsel Aydogan jî diyar kir, greva birçîbûnê yek ji çalakiyên demokratîk ên 'herî zehmet e' û destnîşan kir, vîna mirovan herî zêde di vê çalakiyê de derdikeve holê. Aydogan diyar kir, ti çek nîne ku karibe vîna mirovan ji holê rake û got, "Ev biryardarî wê deriyên Îmraliyê veke. Ev berxwedan wê teqez bi ser bikeve."

Aydogan got, wezîfeya wan ew e ku bibin dengê vê sekna bi heybet û bi têkoşîneke xurt vê berxwedanê bi ser bixînin.

'DILÊ BI MILYONAN MIROVÎ BI ME RE YE; JI BILÎ SERKETINÊ RÊYEKE DIN NÎNE'

Gulîstan Îke bi navê berxwedêran axivî û diyar kir, berxwedana ku bi pêşengiya Leyla Guven 7'ê Mijdarê dest pê kir wê bi Newrozê re bigihêje asta serketineke mezin. Îke got, dil û mejiyê bi milyonan Kurdî bi wan re ne û destnîşan kir, ji bilî serketinê rêyeke din li ber vê pêngava wan a mezin nîne.

Îke işaret bi girîngiya xwedîderketina li berxwedanê kir û anî ziman, tecrîd li dijî gel e lewma pirsgirêka her şexsî ye. Îke ji bo mezinkirina desteka ji bo berxwedanê bang kir û got, serketin bi vî rengî wê pêk were.