Berxwedana malbata Şenyaşar didome: Wê hesab bidin!

Malbata Şenyaşar got, “Dema roja wê hat kesên komkujî pêk anîn û rayedarên ku tiştek nekirin, wê hesabê bidin.”

Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 166’emîn de didome. Ji ber ku avahiya edliyeyê girtiye, malbat çalakiya xwe ya nobetê li mala xwe Pirsûsê didomîne.

 Malbatê ku pankarta wêneyê ambûlansa dema Bav Haci Esvet û kurên wî Celal û Adil Şenyaşar tê de bûn êrîş lê hat kirin ser cih girt û nivîsa “Di 14’ê hezîrana 2018’an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bav û 2 kurên wî hatin qetilkirin. 3 sal in yek girtî jî nîne! Bila hiqûqa serdestan bi dawî bibe. Ji bo herkesê edalet” ser dinivîsî bi vê peyamê parve kir: “Heta ku hûn vê bê edalatiyê û zilmê bi dawî nekin, hûn mehkumî windakirinê ne. Dema roja wê hat wê kesên komkujî pêk anîn û rayedarên tiştek nekirin jî li pêş darazê hesabê bidin. Em ê edaletê bi hev re bînin.”