Berxwedana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li gel êrîşan jî didome

Berxwedana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, li gel hemû êrîşên dewletê 135 roj li pey xwe hişt.

Berxwedana  ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 135 roj li pey xwe hişt. Dadgeha Îranê cezayên giran li xwepêşander, mamoste, aktîvîst û rojnamevanan dibire.

Li bajarê Sine çalakvanê bi navê Refîq Selîm bi sucê ‘Xirapkariya li ser erdê’ hate cezakirin. Li bajarên Îranê gelek çalakvanên civaka sivîl, hunermend, akademisyen, rojnamevan û welatî, bi hinceta ku tevlî xwepêşandanan bûne û piştgirî kirine, ceza li wan hate birîn.

Yek ji xwepêşanderên hatine destgîrkirin Armîta Ebasî ye. Ebasî duh hate darizandin. Beriya niha hatibû diyarkirin ku di dema destgîrkirinê de êşkence û destdirêjî li Armîta hatiye kirin.

Her wiha li blogerên bi navê Astyar Haghighî û hevserê wê Amîr Mohamedî jî, ji ber ku li meydanek giştî ya Tahranê reqisîne 10 sal cezayê girtîgehê li wan hate birîn. Duh derketina derveyî welat li derhênerê Îranî Mesud Kîmyayî hate qedexekirin.

Li bajarê Ciwanro duh jî gelek leşker di nava bajêr de hatin bicihkirin.

Hate diyarkirin ku hêzên Îranê êrîşî mexdûrê erdhêja li Xoyê kiriye.

Berxwedana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li gel girtin, destgîrkirin û darvekirinan didome.