Berxwedan didome: Amed a me ye - NÛ BÛ

Parlamenterên HDP'î li dijî desteserkirina şaredariyan di roja pêncemîn de li Amedê li hev kom bûn.

Berdevkê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç û parlamenter Garo Paylan, Meral Daniş Beştaş, Hişyar Ozsoy, Remziye Tosûn, Semra Guzel û Mûsa Farisogûllari li ber avahiya şaredariya bajarê mezin a Amedê li hev kom bûn. Di demeke kurt de hejmara beşdarên çalakiyê zêde bû.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ku ji aliyê dewletê ve ji wezîfeyê hate dûrxistin, piştî demekê tevlî girseya gel a li qada çalakiyê bû. Mizrakli bi qîrîna dirûşm û çepikan hate pêşwazîkirin. Girseya gel dirûşma "Amed a me ye", "Bijî berxwedana Amedê" qîriya.

Tê payin ku HDP'î daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihînin. HDP'î ji 19'ê Tebaxê dema desteserkirina sê şaredariyên bajarên mezin û vir ve her roj çalakiyan dikin.

Wekîlên HDP'î Pêncşemê sê caran li hev kom bûbûn û çalakiya rûniştinê kiribûn.

Avahiya Şaredariyê û derdora wê ji aliyê polîsên Tirk ve hatine dorpêçkirin.

Di çalakiya şermezarkirinê de ya Çarşemê polîsên Tirk bi tundî êrîş kiribûn û wekîlên HDP'î û rojnamevan jî di nav de li gelek kesan xistibûn û zêdeyî 10 kes jî destgîr kiribûn.

Şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê yên HDP'ê di 19'ê Tebaxê de bûbûn hedefa hêzên rejîma Tirk û hatibûn desteserkirin. Li şûna hevşaredaran qeyûm hatibûn tayînkirin.