Berxwedana Aydemîr didome

Erol Aydemîr ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, 60 roj in çalakiya xwe didomîne.

Erol Aydemîr ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan 60 roj in li paytexta Îtalya Romayê di greva birçîbûnê de ye.

Serdanên ji bo Aydemîr didomin.

Sekreterê Giştî yê sendîkaya karkeran a Îtalyayê CGIL ku sendîkaya herî mezin e, Roberto Giordano serdana Erol Aydemîr kir.

Aydemîr li ser berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê dosyayek pêşkêşî Giordona kir.

Giordona jî diyar kir, ew piştgiriyê didin greva birçîbûnê û bi têkoşîna azadiyê ya Krudan re ye.

Ragihand ku wê vê berxwedana grevên birçîbûnê li nava sendîkaya xwe nîqaş bikin û bixin rojeva meclîsa Îtalyayê.