Berxwedana 120 salan didome -II

Rojnamegeriya Kurd li sirgûniyê di sala 22'ê Nîsana 1898'an dest pê kir, piştî 120 salan îro bi dehan saziyên weşan û ragihandinê dewam dike. 

Di çapemeniya Kurd de Rojnameya Kurdistan 22´yê Nîsana 1898´an nivîskî  weke rojnameya yekemîn li sirgûnê dest bi weşanê kir. Di sala 1992’an de Rojnameya Welat, Welatê Me derket û di sala 1995'an de jî weke li sirgûniyê Med TV´yê dest bi weşanê kir û di dîroka Kurdan de cihekî gelek girîng girt. Weşangeriya Rojnameya Welat, Welatê Me, Azadiya Welat û televîzyonan a ku bi Med TV dest pê kir îro li Kurdistanê bi dehan TV weşanê dikin.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê jî zextên AKP’ê yên li ser çapemeniya Kurd didomin û piştî hewldana derbeya leşkerî ev pêla zextan kete qonaxe din. Hikûmeta AKP’ê ya ku xwe li ber zimanê Kurdî nagre rojname, ajans û tv Kurdî kirin hedefa xwe. Destpêkê bi Biryarên Hikmê Qanûnê (KHK) Ajansa Nûçeyan a  Dîcle (DÎHA), Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA), Rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê girtin û deriyê wan mhor kirin. Rojnamegerên Kurd ên ti carê zext qebûl nekirin li ba hevdû kom bûn û dest bi vekirina Rojnameya Rojeva Welat, Ozgurlukçu Demokrasî, Ajansa Nûçeyan a Medya Dîcle (DÎHABER), Rojnameya Şûjin (Gazete Şujin) vekirin û xeta azadiyê dewam kirin. Hikûmeta AKP’ê ya ku BHQ (Biryarnameyên bi Hikmê Qanûnan) ji bo xwe kiriye amûrek ya êrîşê bi heman şêwazî êrîş li ser çapemeniya Kurd pêk anîn û mhor li ser deriyê saziyên çapemeniya Kurd dan. Kedkarên Çapemeniya Azad li ser kevneşopî û zextên li ser çapemeniya Kurd axivîn û diyar kirin ku divê di nava saziyên çapemeniyê de uslûbekê hevpar pêk bê.

‘LI SER HÎMEKÊ VEGUHERÎ DARA ÇINARÊ’

Kedkarê Çapemeniya Azad Ramazan Olçen li ser kevneşopiya Rojnamegeriya Kurd axivî û diyar kir ku di çapemeniya Kurd de "sirgûn" weke birînekê nakewê cihê xwe girt û Rojnameya Kurdistanê li sirgûniyê dest bi weşanê kir perçeyekî trajediya gelê Kurd e. Olçen got, çapemeniya Kurd her tim rastî zext û tinekirina yên dagirkerên Kurdistanê tên û wiha pê de çû: “Rojnamegeriya wê rojê li sirgûniyê dest pê kir hê jî li sirgûniyê weşanê dike. Hin sedemên vê yêkê yên siyasî û civakî hene. Çapemeniya Kurd li hemberî zext û astengiyan li ber xwe da.

Rojnamegeriya Kurd îro bi sedan weşanan riya xwe didomîne. Kevneşopiya Çapemeniya Azad li ser hîmekê veguheriye dara çinarê û gelek şax li xwe dane derê û gelek pênûsşûr têgihandine.”

‘WEŞANGERÎ DIVÊ JI BO CIVAKÊ BE’

Olçen anî ziman ku diivê çapemeniya Kurd, zimanê ximzeta yekîtî û yekbûna neteweyî ya Kurd bi kar bîne û wiha pê de çû: “Di rastiyê de her geşedan û rageşî dibe nûçe, lê belê divê mirov lê binere ku mirov xizmetê ji bo civakê dike yan jî ji bo hikûmet yan jî dewletan dike. Divê hemû nûçe bi awayê xwezayî ji bo civakê bê ragihadin. Heger te ev karê xwe yê rojnamegeriyê bi Kurdî kiriye wê demê de weşangeriya Kurdî hatiye kirin. Çi dibe bila bibe divê ragihandin bi zimanê desthilatdaran agahiyê nedin civakê. Nûçeyên werin çêkirin jî bandorê li ser civakê dikin û civak jî li gorî wê yekê tevdigerin. Weşangerî divê li gorî wijdana civakê tevbigere û rastiyan bike armanca xwe.”

 MECLÎSA ROJNAMEGERÊN KURD

Olçen da zanîn ku di her alî de Rojnamegerên Kurd xwe îspat kiriye û wiha dom kir: “Rojnamegeriya Kurd 120 sal li pey xwe hişt û heta niha meclîsa çapemeniya Kurd tineye. Divê meclîsek ji bo her derê welat û ji derveyî welat ji bo weşangeriya Kurd bibe sêwan bê avakirin. Ji ber ku ev meclîs tineye mixabin rê û rêgezên ku ji bo rojnamegeriyeke rast û dirûst ya hemû parçeyên Kurdistanê jê sûdê bigirin pêk nayê. Ji ber vê yekê kîjan sazî dibe bila bibe hemû rojnamegerên ku kedê didin û dixebitin divê destên xwe bi hevre têxin bin kevir û biryara sazûmankirina wekî meclîsê bigirin. Heta beriya meclîsê sazûmankirina wekî kongre jî dibe. Ev biryar bê standin û bikeve meriyetê, meclîsa ku ava bibe dê êrîşên li hemberî rojnamegeriyê têk bibe.”


  
DIBISTAN Û AKADEMIYA KURDÎ; AZADIYA WELAT

Berdevkê Înisiyatifa Rojnamegerên Azad (OGİ) Hakki Boltan jî bal kişand li ser zext li ser Rojnamegeriya Kurd û wiha axivî: “Di Rojnamegeriya Kurd de gelek qonaxên girîng hene. Yek ji van qonaxan jî 22'ê Nîsana 1898'an Rojanameya Kurdistan li Qahîrê dest pê kir. Ya duyemîn jî Celadet Bedirxan ku ji bo çapemeniya Kurd bê avakirin li Sûriyeyê taybetî jî Bakurê Sûryeyê weşaneke berfireh da destpêkirin, bi giştî jî kar û xebat li wir hatin kirin. Tipên Latînî li wir bikar anîn. Ev qonax jî ji bo rojnamegeriya Kurd qonaxeke gelek girîng bû. Qonaxa herî girîng jî di sala 1990’an de Rojnamegeriya Kurdî pêş ket. Ew jî girêdayî daxwaza gelê Kurd ku Têkoşîna Rizgariya Demokratîk a Kurdan bû. Rojnamegeriya Kurdî ya salên 90’î de bi daxwazên gel yên ji bo azadiyê pêş ket. Vê yekê jî tirs û xof keta nava dile desthlatdaran. Ji ber vê tirsê bi sedan rojnameger li kolanan hatin qetilkirin, windakirin, girtin û binçavan. Dîsa yek ji qonaxên herî mezin dibistan û akademiya Kurdî, Azadiya Welat bû ku di 15’ê Tebaxa 1996’an de des bi weşana rojane kir.”

‘ZEXTÊN LI SER ÇAPEMENIYA KURD ZÊDE BÛN’

Boltan anî ziman ku piştî qonaxa nû ya Azadiya Welat zext û êrîşên li ser çapemeniya Kurd zêde bûn û wih axaftina xwe berdewam kir: “Desthilatdariyê wê demê xwstin pêşiya qonaxê bigrin. Zext, qede û zilma li ser Rojnamegeriya Kurd ji her demê zêdetir dest pê kir. Di 2’ê Çileya 1994’an de li dijî Rojnameya Ozgur Ulkeyê êrîş pêk anîn û xwestin li kevir li ser kevir nehêlin. Avahiya rojnameyê anîn xwarê jî lê belê negihan mirada xwe û xwesta wan bi cih nehat. Li dijî êrîş û zextan her ku çû Rojnamegeriya Kurd pêş ket.”

‘ÇAPEMENIYA KURD LI SER LINGAN E’

Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Mezopotamya (MA) Cîhan Olmez jî di têkildarê zextên li ser çapemeniya Kurd de axivî û got: “Zext û êrîş di asta herî jor de li ser çapemeniya Kurd pêk tên. Çiqas êrîş li ser Çapemeniya Kurd pêk tên ewqas jî xurt dibe. Bi girtin û binçavkirinan ti hêz nikare bin lingê çapemeniya Kurd vale bike. Bi BHQ’yan dehan sazî û dezgehên çapemeniya Kurd hatin girtin û deriyê wan hatin mhor kirin. Îrade û xwedî derketina çapemeniya azad ji kevneşopiya wê tê. Em weke nûçegihanên ciwan em ê herdem li ser rêya Apê Mûsa û Gurbetlî Ersozan bimeşin û ala wan bilind bikin.” 

‘QENALÊN ZOROKAN TÊN GIRTIN’

Nûnerê Waar Tv yê Amedê Naîl Kadîrhan jî diyar kir ku ji her demê zêdtir zext li ser weşangeriya Kurdî heye û wiha got: “Ji sala 1990’an û vir de ez li Kurdistanê rojnamegeriyê dikim. Di salên 90’î de jî me Rewşa Awarte dît, lê belê ti rewş weke vê deme ne giran bû û êrîş weke vê demê tinebû. Tirkiye ketiye pêvajoyek wiha de ku Televziyona ji bo zarokan weşanê dike digre û deriyên saziyên çapemeniyê mhor dikin. Zimanê Kurdî qedexe dikin û em jî nikarin bi Kurdî nûçeyan binvîsin.”

‘ZIMANÊ HEVPAR’

Nûçegihanê Kurdsat Ferat Mamodoglu jî anî ziman ku divê di nava saziyên çapemeniyê de zimanekî hevpar pêk bê. û wiha got: “Çapemeniya Kurd ji ber êrîşên di gelek aliyan de qels dimîne. Lê çiqas qelsbûn hebe jî ji Amedê heta Silêmaniyê, Efrînê, Hewlêr û Kobanê em dikarin xwe bigihînin hevdû. Divê çapemeniya Kurd li ba hevdû kom bibe û kêmahiyên hene niqaiş bikin. Zextên li ser çapemeniyê di kijan astê de be divê zimanê hevpar bikeve meriyetê.”