Beriya 9'ê Cotmehê, agirbesta 1'ê Îlona 1998'an -5

Li gorî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hewldanên ji bo agirbestê û vekirina rêya diyalogê ji aliyê Fermandariya Giştî ya Tirk lîstikek bû. Lê belê tevî vê yekê nedixwest bibe ew alî ku agirbest têk biriye.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser daxwaza Fermandariya Giştî ya Tirk rojên dawî yên Tebaxa 1998'an agirbest ragihand ku wê ji 1'ê Îlonê û pê ve derbasdar bûya. Di demekê de ku Komploya Navneteweyî dest pê kir, Ocalan wê pê bihesiya ku agirbest lîstikek e.

Bi serokwezaretiya lîderê ANAP'ê Mesût Yilmaz, di 30'ê Hezîrana 1998'an de hikumeteke nû ya koalîsyonê ava bû. Karê destpêkê yê hikumeta nû ew bû ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re diyalogê bike. Ji bo vê jî navbeynkar yekser ketin dewrê. Piştî danûstandina peyaman a nabera Enqere-Bruksel û Şamê ku hingî Rêberê Gelê Kurd li Şamê bû, di hefteya destpêkê ya meha Tîrmehê de li MED TV'ê bernameyek hate amadekirin ku alî bi telefonê tevlî bibin. Lê belê ji rayedarên dewleta Tirk telefona dihate hêvîkirin nehat. Li şûna wê, navê ajanseke paravan hate bikaranîn û bi wî navî faksek ji studyoya weşana zindî ya MED TV re hate şandin. Di faksê de wiha dihate gotin: "Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê divê Ocalan ji cihê ku lê ye derkeve." Ev faks di ekranên MED TV de hate xwendin. Rêberê Gelê Kurd jî ev bersiv da: "Eger Enqere di mijara çareseriyê de îradeyeke têrker nîşan bide, em dikarin vê îqna bikin. Cihê ku em lê ne divê neke pirsgirêka dîplomatîk, divê zext li vê qadê neyê kirin."

Piştre eşkere bû ku faksa ji bernameyê re hate şandin, ji aliyê Fermandariya Giştî ya Tirk ve hatiye şandin. Peyam jî nîşaneya bûyerên piştre biqewimin bû. Fermandariya Giştî ya Tirk di Tebaxa 1998'an de ji xwe yekser kete dewrê û daxwaza agirbestê kir. Rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîrên li Tirkiyeyê û Parlamenta Ewropayê jî bang kirin, ku ew ji aliyê PKK'ê ve jî li benda gaveke bi vî rengî ye ku pêşî li çareseriyê veke.

ÊVARA 29'Ê TEBAXA 1998'AN

21'ê Tebaxa 1998'an di peyama Enqereyê de hate gotin, "Ambargoya li ser çapemeniyê hate rakirin" û hate diyarkirin, ku medya Tirk jî dikare tevlî civîna çapemeniyê ya li ser agirbestê bibe. Êvara 29'ê Tebaxa 1998'an bi pêşkêşiya Gunay Aslan li ekranên MED TV'ê bernameyek hate amadekirin û gelek rojnamevanên Kurd û medya Tirk û cîhanê tevlî bûn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan bi rêya telefonê beşdarî bernameyê bû û daxuyaniya ku her kes li bendê bû, kir. Çend ji beşên balkêş ên wê daxuyaniyê wiha ne: "Nûnerên hêja yên saziyên medyayê! Beriya her tiştî bi wesîleya bangeke pîroz a ji bo aştiyê, ku wê bi rêya MED TV bê kirin, ji ber amadebûna we spasiyên xwe pêşkêş dikim. Bendewariya Konseya Parlamenta Ewropayê ya ji me ya ji bo amadekrina şert û mercên çareseriya siyasî, her wiha gotin û daxuyaniyên hin derdorên hestiyar ên li Tirkiyeyê yên li ser heman bendewariya ji PKK'ê, hêz dane me. Ez yekser bêjim; eger şer ne ji ber nakokiyeke girîng be, ne ji ber pirsgirêkeke girîng be hingî dînîtî ye. Bi taybetî teror û tundî divê qet di nava têkiliyên mirovan de tune bin. Mijara ku herî zêde tehdeyê li me dike ew e ku em bûne qurbanê tundiyeke sedan salan û digihêje heta asta qirkirinê.

Dikarim bêjim ku avêtina gaveke bi vî rengî ji aliyê me ve, ji bo me tenê cihê kêfxweşiyê ye. Di dema Birêz Ozal de Nîsana 1993'an me hewl dan dest bi pêvajoyekê bikin ku kêm jî be hêviyekê biafirîne. Li gorî şert û mercên derve û navxweyî yên li Tirkiyeyê ku her giran dibe, gihîştin wê encamê ku destpêkirina pêvajoeyek bi heman rengî, bi şêwirandina bi rêxistina me, di cih de ye.

Weke gavek ji bo vê yekê, ji bo bersivê bide hesreta aştiyê ya hêzên aştiyê yên cîhanê ya 1'ê Îlonê, bersivê bide biryara li Parlamenta Ewropayê û raya giştî ya xurt a li Tirkiyeyê, ji 1'ê Îlonê û pê ve ku dema dewamkirina wê nehatiye diyarkirin, dirêj an jî kurt girêdayî hêzên divê bersivê bidin me -ku weke şertekî em ferz jî nakin-; bi taybetî ji bo afirandina şert û mercên siyasî yên guncav ên ji bo çareseriya pirsgirêkan, ji bo avêtina gava destpêkê ya ji me tê xwestin; ez ê nebêjim yekalî, yan jî weke yekalî bê fêhmkirin jî me dest bi agirbestekê kirine.

Eger em hinekî din rave bikin; -ev agirbesta me eger di pratîkê de bibe xwedî wate, dikare du hefteyan be, mehekê be, li gorî tercîha me ye- hem ji bo atmosfera hilbijartinê, hem jî ji bo meseleya efûyê ya tê nîqaşkirin, her wiha ji bo li asta fermandariya nû ya artêşa Tirkiyeyê nirxandineke nû ya rewşê bê kirin, ji bo tengaviya giranbûyî bi rêyeke demokratîk bê bidawîkirin, ji bo ev şerê veşartî-nixumandî yê ku bi rastî jî bû sedema zordariyê êdî bi dawî bibe, ji ber ku em zanin ev yek êdî bi kêrî Tirkiyeyê nayê, berevajî zerarê dide, me rast dît ku agirbestê bikin.

Şert û mercên hundir û derve, ji sala 1993'an bêhti rewşeke guncav diafirînin. Em dixwazin li pêşberî vê hestiyar bin. Bawerim ev yek li bendewariya raya giştî ya hundir û derve jî tê. Eger li dijî me operasyon neyên kirin, bi taybetî pêvajoyeke tunekirinê ya bi operasyonê li dijî gerîla neyê kirin; em li ser gerîlayên xwe serwer in, wê gerîlayên me êriş nekin. Ez dubare bikim; ji bo rewş bêhtir nerm bibe, ji bo atmosfera têkoşîna siyasî ya guncav bêhtir watedar bibe, wê ji aliyê me ve ti çalakiyeke tundiyê neyê kirin, firsend ji vê yekê re neyê dayin. Ez bawerim ku ji nava me wê ti kes serî li provokasyonê nede. Bi taybetî, ne bawer im ku mîna provokasyonên 1993'an rewşek rû bide. Em di vê mijarê de li ser hêzên xwe serwer in.

Em destnîşan dikin ku divê hêzên pêwendîdar bi rengekî taktîkî nêzî vê nebin, divê weke taktîkeke rojane nebînin, ti nêteke me ya bi vî rengî nîne. Tenê bila garantî bên dayin, em ê dikarin vê yekê weke helwestke samîmî heta dawiyê binirxînin. Tenê bila şert û mercên erênî amade bikin, bila cihê baweriyê bin, wê hingî bibînin ku mîna ez her tim dibêjim, em hêzeke herî xurt in ji bo ronakbîrî û demokrasiya Tirkiyeyê. Em tiştekî din qebûl nakin. Em di heman demê de ji bo gelê Kurd jî hêza demokrasî û ronakbîriyê ne. Berevajî îdîayan, em cihêkar nînin. Dixwazim destnîşan bikim ku nirxandina rast a vê yekê girîng e. Rêbazên xwe dispêrin tundiyê bi rastî jî divê zêde hêja neyên dîtin. Eger israr bikin, derfetên me ji her demê bêhtir hene ku tundiyê mezin bikin. Ji xwe tundî gihîşt asta herî bilind, encam jê nehate bidestxistin. Divê mirov giraniyê nedin ser van rêbazan.

Li cîhanê jî tê dîtin ku bi giranî tê xwestin, pirsgirêk bêyî tundiyê bên çareserkirin. Pirsgirêka Çeçenya ya li Rûsyayê, pirsgirêka Kolombiyayê, pirsgirêka Îrlandayê, her wiha pirsgirêka Filîstînê jî li ser vê bingehê ber bi çareseriyê ve diçin. Pêwîstiya Tirkiyeyê herî zêde bi vê rêveçûna serdemê heye. Hewldaneke Tirkiyeyê ya bi vî rengî bi rastî jî yekane rêya aramiya li Tirkiyeyê ye. Li pêşberî raya me ya giştî, bi taybetî li pêşberî raya giştî hemûyan ên dixwazin tavilê ji vê pirsgirêkê rizgar bibin, dibêjim; bila şensê bidin me ku em jî helwesta xwe ya hevgirtî nîşan bidin! Em nîşan bidin ku em çiqasî çêkerin, ji bo demokrasiya gelan em çiqasî çêker in! Ev yek wê teqez bi gavên li ser rêya rast bê nirxandin û em ê vê nîşan bidin. Bi kurtasî dixwazim daxuyaniya xwe li ser vê bingehê biqedînim. Eger pirsên we yê endamên çapemeniyê yên hêja hebin, ji bo min cihê rûmetê ye ku bersivê bidim wan. Careke din spasiya we dikim ku we li me guhdarî kirin, silav."

HÎN 24 SAET DI SER RE DERBAS NEBÛ, DEST PÊ KIR

Piştî vê banga agirbestê ya Abdullah Ocalan ku piştî rojekê di medya cîhanê de deng veda, bal çû ser Enqereyê. Wê rojê erkanê dewleta Tirk hemû tevlî merasîma cenazeyê leşkerekî di şerê li Kurdistanê de mir, bû. Ev yek jî weke bersiva li Rêberê Gelê Kurd hate fêhmkirin. Ji xwe medya Tirk merasîma cenaze bi gotina 'Pêşandana li dijî Apo' weşand. Di wê merasîmê de dirûşmên "Mehmetçîk li vir e, Apo li ku ye?" bal dikişand. Piştî merasîmê Serokwezîr Mesût Yilmaz ev daxuyanî kir: "Eger fêhm bikin ku şerê li dijî dewleta Tirk bêçaretî ye û ji bo teslîmbûnê gavekê diavêjin, ez ê vê erênî bibînim. Lê belê eger hewl dide li platforma siyasetê ya li Ewropayê ji bo bibe xwedî cihekî li pey lîstikê be, ev vala ye. Em ê ti carî muxatab nebînin. Lê belê eger dibêje, 'ez bêçare mam, dixwazim teslîm bibim', ji bo wê derbasbûneke nerm dike, bila dewam bike."

Alîkarê Serokwezîr Bulent Ecevît jî di heman demê de got, "Nepêkane ku em pirsgirêkên welatê xwe bi rêxistineke terorê ya cihêkar re binirxînin, hevdîtinan bikin." Yekane piştgiriya ji bo agirbestê ji HADEP'ê hatibû. Ji Navenda Giştî ya HADEP'ê wê rojê ev daxuyanî hatibû dayin: "Ji bo bidawîbûna şerê 15 sal in dewam dike, ji bo çareseriya bi rêbazên demokratîk aştiyane ya pirsgirêka Kurd firsendek afiriye. Pirsgirêkên civakî bi rêbaza tundiyê çareser nabin, di heman demê de pirsgirêkên civakî bi bikaranîna tundiyê jî ji holê ranabin. Pêwîstiya Tirkiyeyê bi wêrekiya demokratîk heye. Divê her kesên ji Tirkiyeyê hez dikin, her kesên li Tirkiyeyê piştgiriyê bidin vê pêvajoyê."

ZEXTA LI RÊVEBERIYA ŞAMÊ

Mesût Yilmaz di hefteya destpêkê ya meha Îlonê de dest bi tûra Urdun, Îsraîl û Filistînê kir. Di rojeva wî dee rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebû. Yilmaz 8'ê Îlonê di dema danûstandinên xwe de yên li Filîstînê bal kişand ser Sûriyeyê ku gera li Rojhilata Navîn rexne dikir û got, "Dijminatiya herî mezin hûn dikin." Ji bo zexta li rêveberiya Şamê bê kirin êdî gav hatibû avêtin. Piştre wê eşkere bibûya ku di serdana Tel Avîvê de ya Yilmaz, di navbera Urdun, Îsraîl û Tirkiyeyê de hevkariyeke veşartî hatiye kirin. Ji bo peymanê, li gel Yilmaz her wiha şefê îstîxbaratê yê Urdunê general Semîh Batikî jî çûbû Tel Avîvê. Îstîxbarata Urdun û Îsraîlê ku li qada Rojhilata Navîn xurt in, wê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Sûriyeyê û hêzên PKK'ê yên li Başûrê Kurdistanê agahî bidan Enqereyê, dewleta Tirk jî wê di berdêla vê de qada xwe ya hewayî ji firînên perwerdeyê yên her du welatan re vekiribûya. Çapemeniya Îsraîlê wê demê nivîsand ku MOSSAD bi peyka xwe ya Ofeqê liv û tevgera PKK'ê ya li Iraq û Sûriyeyê dişopîne.

DI BÛYERÊN KRÎTÎK ÊN DI 16 Û 17'Ê ÎLONÊ DE QEWIMÎN

Li gorî Rêberê Gelê Kurd, hewldanên ji bo agirbestê û vekirina qenala diyalogê bi Fermandariya Giştî ya Tirk re, lîstikek bû. Lê belê tevî vê yekê jî nedixwest bibe aliyê ku agirbest xera kiriye. Di 14'ê Îlona 1998'an de ji Fermandariya Giştî ya Tirk noteke din ji eniya PKK'ê re çû. Di wê peyamê de wiha dihate gotin, "Heta rewşeke din me dawî li hevdîtinan anîne." Bûyera ku rêveçûn guhert, çûyîna Fermandarê Hêzên Bejahî yên Tirk Atîlla Ateş a navçeya Reyhanli ya Hatayê bû ku 16'ê Îlona 1998'an çû wê herêmê. Ateş çû ser sînorê Sûriyeyê û bi vê gotinê gefeke eşkere li rêveberiya Sûriyeyê ya bi lîderiya Hafiz Esad xwar: "Sebra me êdî difûre. Bila sebra me nefûrînin."

Pitşî rojekê di 17'ê Îlonê de li paytexta DYE Washîngtonê, bûyereke din a krîtîk wê biqewimiya. Ji bo lihevkirina PDK û YNK'ê ku bi salan şerê hev dikirin, hevdîtinên li Dûblîn û Enqereyê ku Tikriye û Îngilistan jî di nav de bûn, wê êdî bi malovaniya Washîngtonê bikatina kirin. Rêveberiya wê demê ya DYE'yê protokolek amade kir û Barzanî û Talabanî mohra xwe danîn binê wê û ragihandin ku wan li hev kirine.

Wezîra Karên Derve ya DYE'yê Madeleîne Albrîght a tevlî merasîma îmzeyan bû, destên Barzanî û Talabanî hildan hewayê. Yek ji xalên bingehîn ên di wê peymanê de li ser li hev kirin ew bû ku hêzên PKK'ê ji Başûrê Kurdistanê bên derxistin. Bi van her du bûyeran re ev peyam didan Abdullah Ocalan û gerîlayên Kurd; "Hûn êdî nikarin li cihekî bimînin." Bi vî rengî ji bo Komploya Navneteweyî ya ku wê 9'ê Cotmehê dest pê bikira, êdî şert û mercên hundirîn û derve hatibûn amadekirin...

Sibe: Rojên navbera 1-9'ê Cotmeha 1998'an