Berfîn Polat a SGDF’î hate girtin

Parvekirinên endama SGDF’ê Berfîn Polat yên li ser medya dîjîtal wek hêct hat nîşandan û ew girtin.

Endama Desteya Rêveber a Navendî ya Federasyona Saziyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Berfîn Polat ku ji bo dayina îfadeyê li Dibistana Polîsan a Kiraçê ya li Esenyûrtê hatibû vexwendin, hat girtin.

Polat a ku ji bo wergirtina îfadeyê çûbû qereqûlê û ev destgîrkiribûn, parvekirinên wê yênli ser medya dîjîtal weke hêmanê sûcê hate nîşandan.

Li wir piştî ku îfadeya Polat hat girtin ji bo ku îfade bide dozgeriyê sewqî Edliyeya Buyukçekmeceyê hat kirin.

Piştî xelasbûna kar û barên îfadeyê, bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandayê rêxistinê kiriye” sewqê Dadgeha Cezayê ya Sûlhê hate kirin.

Li wê derê jî piştî lêpirsînê Polat hat girtin û şandin Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê.