BBC kete tora perexuran an nûçegihanên li pey populîzmê

"Agahiyên bihurî digihîjine encamekê, ku navnîşana rapora BBC hevdijî rastî û rojevên ku rû dane. Xwesteka rojnamevanên wê, yan jî ya torê bi xwe ew ku atmosferekê ji arzandinê bidine rapora xwe ku ev şêwaz ne ya BBC ye."

Tora BBC ya Brîtanî ya nûçeyan raporeke dirêj bi navê "Nehîniya Reqayê ya gemarî’" belav kir, tê de dibêje ku wê tiştên veşartî di "rêkeftina veguheztinê" de, ya di bin çavên Amerîkî, Brîtanî û Hêzên Sûriya Demokart (QSD’ê) de hatibû kirin, eşkere kirin.

Tore di rapora xwe de, ya ku ji hêla hejmarek ji rojnamevanan ve hatiye amadekirin, îdîa dike ku ew "rêkeftin" derfet da bi hezaran ji çekdarên DAIŞ’ê ku bi malbatên xwe re ji Reqayê der bikevin û berê xwe bidine gundewarê Dêrazorê, bi parastina balafirên Koalîsyona Navneteweyî, yên ku rêya wan bi bombeyên ronahiyê, li dirêjahiya 3 rojan, ronî dikrin.

Nivîskarên raporê wê li gorî bûyerên ku di naveroka "rêkeftina" di navbera QSD’ê û hêzên Koalîsyonê ji aliyekî ve, û çekdarên DAIŞ’ê ji aliyekî din ve, qewimîne amade kirine. Ji destpêka peywendiyan û amadekirinê ve, ta bi gihiştina wan çekdaran bo Dêrazorê.

Di vê rapora xwe de, em ê hewl bidin ku em xalên sereke ji rapora BBC şîrove bikin, da em hevdijî (agahiyên berovajî hev) û derewên di naveroka wê de hatine, yên ku li ser bingeha wan rapor hatiye amadekirin, diyar bikin.

RÊKEFTIN NE NEPENÎ BÛ

Hêzên Sûriya Demokrat (QSD’ê) di 14ê Cotmeha bihurî de bi daxwaza êlên xwecihî bo rawestandina şer pejirandin. Li gorî wê daxwazê wê endamên DAIŞ’ê ligel sivîlan der bikevin, da bêhtir wêran rû nede. Ew rêkeftin bi şêweyekî eşkere hate kirin, û di gelek bernameyên televizyonî û raporine rojnamegerî de hate gotûbêjkirin. Mirov dikare li wan vegere û bixwe di medyaya xwecihî û navneteweyî de bibîne.

Berdevkê fermî yê operasyona "Niyeta Hişk" agahiya wê rêkeftinê li ser rûpela xwe ya Twitterê belav kir û got "qet ew rêkeftin ne nepenî bû". Koalîsyon bixwe daxuyaniyên fermî dan alavên ragihandinê yên cur bi cur, yek ji wan di 14’ê Cotmehê de bo radyoya BBC.

Ew hemû agahiyên bihurî digihîjine encamekê, navnîşana rapora BBC hevdijî rastî û rojevên ku rû dane, û xwesteka rojnamevanên wê, yan jî ya torê bixwe, ku atmosfêrekê ji arzandinê bidine rapora xwe, û ev şêwaz ne ya BBC ye, ku ew weke stûnekê ji stûnên ragihandina navneteweyî tête nasîn.

HEVDIJIYÊN KU NAYÊN PIŞTGUHKIRIN

Nivîskarên raporê dest pê dikin bi danasînekê bi ajokerekî bi navê xwe (Ebû Fewaz) e, yek ji kesayetiyên sereke yên lêkolîna wan e. Ebû Fewaz ajokerê kemyoneke dirêj e (18 dolab), Ji rojhilat ta bi rojavayê welêt bi kemyona xwe digere, û hemû rêbendan derbas dike, rêbendên ku hêzên cur bi cur wan kontrol dikin,li gorî raporê.

Rapora BBC dibêje ku QSD’ê ji Ebû Fewaz xewst ku bi sedan ji penaberên bajarê Tebqayê, bi rêya çemê Feratê, bigihîne penagehekê li bakur. Ebû Fewaz dibêje ku QSD’ê ji wî re got ku ew û hevalên wî gelek pereyan bi dest bixin, eger ev tişt nehînî bimîne. Lê Ebû Fewaz amaje kir ku ew rastî xapekê hatin, çimkî ew kesên ku dê wan bigihînin hemû çekdar in, û bi tonan çek, cebilxane û kemerên teqîner bi wan re hene, ji bilî ku malbatên wan çekdaran jî dê ligel wan bin, û dê 3 rojan gihandina wan dom bike.

Ev peyvên Ebû Fewaz cihê gumanbariyê ne, ji ber ku QSD’ê ji wî xwest ku sivîlan bigihîne, çima wê ji wî re bibêje bila mijar nehînî bimîne!. Ev yek zirarê li navên QSD’ê nake!.

Piştre Ebû Fewaz dom dike û dibêje ku ew û ajokerên hevalên wî bi tirs derbasî Reqayê bûn, ji ber ku gerek e şervanên QSD’ê bi wan re bin, lê bi wan re neçûn.

Li vir hevdijiyeke din der dikeve, wî got ku ew ê penaberan ji Tebqayê veguhêzin, Tebqa 40 km ji Reqayê dûr e, paşê got ku ew derbasî Reqayê bixwe bûn!.

Dîsa li gorî rapora BBC, Ebû Fewaz dibêje ku wan 4000 kes, ji wan jin û zarok, tevî cebilxaneyan bi 50 kemyonî û 15 basan veguheztin, ligel ku 100 tirimbêlên DAIŞ’ê bi wan re çûn. Ebû Fewaz dibêje, wî di destpêkê de texmîn dikir ku ew ê tenê 200 kesî bigihîne.

Xala yekemî: Ebû Fewaz texmîna gihandina 200 kesî (tenê bi 50 kemyonî û 13 basan) kir. Gelo wî texmîn dikir ku wê her kemyonek bo 3 kesan tenê be!. Di heman demê de, geh dibêje berê wan dan Tebqayê, û geh dibêje Reqayê!.

Xala duyemîn: Ebû Fewaz dibêje ku veguheztina çekdaran ji Reqayê ber bi Dêrazorê ve 3 rojan dom kir. Lê hemû welatiyên herêmê û yên tevahiya Sûriyê dizanin ku rê di navbera herdu bajaran de tenê çend demjimêran (se’etan) dom dike, ne çend rojan, bitaybetî ku ew dever ku karwan tê de derbas bû, di bin kontrola QSD’ê,ne ya DAIŞ’ê de ye. Dîsa jî ku em xalên "rêkeftinê" ber çav bihênin, wê ti astengî bo derbaskirina wê rêyê tune bin.

Xala sêyemîn: Ebû Fewaz di naveroka raporê de dibêje ku balafirên Koalîsyonê li ser karwanê wan difiriyan û bombeyên ronahiyê diavêjtin da rêya xwe di biyabanê de wenda nekin û bigihîjine cihên xwe.

Me got ku rê bêhtirî çend demjimêran dom nake, û çekdarên DAIŞ’ê wê deverê baş nas dikin, bi taybetî çekdarên xwecihî. Ji bilî wê jî, hemû rêbendên wê deverê, bi gund û bajar ên xwe, yan ên QSD’ê ne, yan jî yên DAIŞ’ê ne. Ev tê wateya ku mijara bombeyên ronahiyê yên balafirên Koalîsyonê ne li gorî rojevê ye (nayê bawerkirin). Hemû bûyerên di naveroka raporê de û mezinkirina wan bi vî rengî, rastiya wê dixe bin gumanan de. Gelek pirsan der dixînin. Gelo çawa rêkeftinek bin çavê Koalîsyonê hatiye pêkanîn, û aliyên rêkeftinê nikarîbin rêyeke kurt bibînin û di zûtirîn dem de çekdaran veguhêzin!. Ya din, ji ber ku rêkeftin wisa nepenî û "gemar" e, çawa Koalîsyon û QSD’ê wan nehîniyan ji dehên ajokeran re eşkere dikin!.

Li vir em ê berê xwe bidine aliyekî din ji rapora BBC, Ebû Miseb El-Şamî, berpirsekî saloxgêrî (îstxbaratî) yê DAIŞ’ê ye. Li gorî raporê, ew yek ji çekdarên ku hatine veguheztin bi wî karwanî re.

Piştî ku Ebû Miseb El-Şamî gihîşte Dêrazorê, hewl da ku bi rêya deverên "Mertala Feratê" (Komên çekdarê ên Tirkiyê piştgiriya wan dike) ber bi Idlibê ve bireve, lê ew hate eşkerekirin û çekdarên Mertala Feratê ew binçav kirin,û niha ew di zindanê de ye.

Ebû Miseb çîroka rojên dawiyê yên "xîlafeta DAIŞ’ê" li Reqayê dibêje, bitaybetî dema rojên "rêkeftinê". Dibêje ku giftûgo di 10 Cotmehê de destpê kirin, û hin ji serkirdeyên DAIŞ’ê qebûl nedikirin ku rêkeftinê çê bikin, lê ew neçar bûn ku bipejirînin û der bikevin, piştî zextên Koalîsyonê li ser wan. Wisa jî îdîa kir, ku balafirên Koalîsyonê herêma ku di bin kontrola wan de mabû, bo 10 demjimêran bombebarand û 500 yan 600 kes kuştin.

Di vê xalê de divê mirov baş mijûl bibe û li ser hûrgilyên wê raweste. Sipartina rastiyan li ser axiftina berpirsekî DAIŞ’ê, weke piştrastiyekê û berî wê jî peyvên Ebû Fewaz, rasteqîna rapora BBC dişkîne. Çimkî Ebû Miseb El-Şamî yek ji aliyên cengê ye, herweha jî cudahiya mezin di hejmarên kuştiyan de (500-600).

Û da ku çîroka Ebû Miseb derbarê bombebarandinê piştrast bikin, herdu rojnamevan ên rapor amade kirine (Riyam û Kontin), vîdyoyekê pêşkêş dikin û dibêjin ku ew di 11ê mehê de hatibû belavkirin –yanî piştî rojekê tenê ji bombebarandinê- û herdu rojnamevan dibêjin ku hin çalakvan, bêyî ku navên wan eşkere bikin, gotine ev bombebarandin avahiyek armanc kir, ku 35 jin û zarok tê de bûn, û ev yek bes bû da berxwedana çekdarên DAIŞ’ê bişkîne, li gorî peyva wan rojnamevanan.

Dema ku mirov li wê vîdyoyê temaşe dike, tiştekî diyar nabîne. Ew vîdyo tenê balafirekê ne diyar pêşkêş dike û ne jî xuya ye li çi deverê ye. Ta nayê gotin ku ew balafira çi aliyî ye. Dibe ku ya Rûsî be, yan jî ya rêjîma Sûrî be û li deverekê din be. Yan jî belkî ew ya Koalîsyonê be û êrîşî komeke çekdarên DAIŞ’ê dike.

Di vê rewşê de, herdu rojnamevan hewl didin ku dîmenên vîdyoyê û axiftina berpirsê DAIŞ’ê, Ebû Miseb El-Şamî weke rastiyekê pêşkêş bikin, bêyî ku ti gumanan li dora wan bikin.

Ebû Miseb ji wan rojnamevanan re, ên dikarîbûn hevpeyvînê ligel wî bikin tevî ku ew li cem çekdarê Mertala Feratê binçavkirî ye, berdewam dike û dibêje: "Piştî bombebarandinê û zexta leşkerî, serkirdeyên DAIŞ’ê li ser rêkeftinê erê kirin, ta bi ew ên ku li dijî wê bûn", û diyar dike ku "Li gorî rêkeftinê, nehiştin ku em çekên giran bi xwe re bibin, ji xwe ve çekên giran bi me re tune bûn, tenê yên sivik hebûn".

Ev hevok a Ebû Miesb derewên raporê eşkere dike. Çimkî di destpêkê de gotin ku çekdarên hatin veguheztin bi tonan çek û cebilxane bi xwe re birin (di cihekî de ji raporê hatiye gotin ku dolabên hin kemyonan ji giraniya cebilxaneyan şikestine), lê va yek ji berpirsên DAIŞ’ê wan rastiyan tune dike. Bi vê yekê jî, derewa çîroka Ebû Fewaz, ê ajoker, baş eşkere dibe.

ÇEKDARÊN BIYANÎ NE DI RÊKEFTINÊ DE NE

Herdu rojnamevan di rapora xwe de, li ser peyva Ebû Fewaz û hin kesên din, dibêjin ku li gorî rêkeftinê, hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞ’ê yên biyanî der ketin û gihîştine Tirkiyê û ji wir dê berê xwe bidine Ewropayê.

Li vî barî, jêderine taybet ji ajansa me re tekez kirin ku çekdarên DAIŞ’ê yên biyanî ne di naveroka rêkeftinê de bûn, û wan xwe bi xwe radestî QSD’ê kirin, a ji hêla xwe ve wan radestî hikûmetên welatên wan dike.

Heman jêder amaje kirin ku, tenê çekdarên xwecihî li gel malbatên xwe der ketin, li gorî bendên rêkeftinê, û berê xwe dane gundewarê Dêrazorê û hejmara wan ne mezin bû.

VÎDYOYÊN KEVIN WEKE TAYBET HATINE BIKARANÎN

Di rapora xwe de, BBC îdîa dike ku ew hûrgiliyên rêkeftina di navbera QSD’ê û Koalîsyonê ji aliyekî ve, û çekdarên DAIŞ’ê ji aliyekî din ve eşkere dike, û tê de vîdyoyekê parve dike ku malbateke ji DAIŞ’ê xwe amade dikin da der bikevin (dibêje ku ew vîdyo taybet e). Lê heman vîdyo li ser rûpela çalakvanekî ya Twitterê, di 17ê Cotmehê de hatiye belavkirin.

NIVÎSKARÊN RAPORÊ TOMARKIRINA DENG BELAV NEKIRINE

Rojnamevan Riyam Dalatî, yek ji nivîskarên raporê, tomarkirineke dengî li ser rûpela xwe ya Twitterê parve kiriye, û îdîa dike ku ew dengê serkirdiyekî QSD’ê ye û navê wî Qehreman e. Dalatî amaje bi wî dengî dike weke piştrastiyeke din di raporê de, ku çawa Qehreman hûrgiliyên rêkeftinê eşkere dike.

Lê agahiyên tekez ji fermandariya QSD’ê gihîştine ajansa me (ANF'ê), dibêjin ku ew deng ne yê wî serkirdeyî ye, û ev yeke me datîne li pêş egera derewpîvandina wê tomara deng ji hêla wan rojnamevanan ve.

GELO JÊBÛRÎNEKE EWLEHIYÊ QEWÎMIYE?

Eger em ber çav bihênin ku QSD’ê derbasbûyîna rojnamevanan ji 10 ta 20 Cotmehê qedexe kiribû, pirsek tête holê, çawa rojnamevanên tora BBC vîdyoyên hejmarek ji kemyon û bas ên ku çekdarên DAIŞ’ê û malbatên wan ji Reqayê ber bi Dêrazorê ve dibirin, bi dest xistine. Herweha, belavkirina vîdyonan bi şêweyekî nehînî beriya niha jî çê bûye, dema ku hin dîmen ji Reqayê gihîştibûne tora El-Jezîrê, tevî ku çûyîna rojnamegeriyê bo wê deverê, di wê demê de, qedexe bû.

Li vî barî, malpera Xeber 24 a Kurdî hin rojnamevanên xwecihî bi firoştina dîmenên vîdyoyan hemberî gelek pereyan tawanbar dike, piştî ku wan rojnamevanan ji hêla QSD’ê ve bi dest xistine.

Heman malper tenê amaje bi tîpên sereke ji nav û paşnav ên wan herdu rojnamevanan kir (N.S – B.T), lê hêj ev agahî ne tekez in.

Ji hêla xwe ve, rêvebirê malpera Xeber 24, Zinar Elî ji me re rastiya wan agahiyan tekez kir, û got ku hin rojnamevan ji tora BBC û yên nêzî kesên rapor amade kirine têkilî bi Xeber 24 kirine û zextên xwe dikin da nûçeya tawanbarkirina rojnamevanan li ser malpera xwe jê bibin. Herweha gef li malperê kirin ku wê doznameyên dadmendî li ser wan rakin, li gorî ku Zinar Elî diyar kir.

TEBÎNIYEKE ZÊDEBARÎ

Di rapora BBC de li ser zimanê ajoker Ebû Fewaz hatiye ku DAIŞ bi tonan ji çek û cebilxaneyan, herweha bi hezaran ji çekdaran bi xwe re bar kirin. Lê dîsa amadekerên raporê divegerin û dibêjin ku serkirdeyên DAIŞ’ê rastî derbên giran hatin (bombebarandin), li gorî çîroka Ebû Miseb El-Şamî, ji lew re rêkeftin pejirandin û pêk anîn.

Pirs ew e, çawa çekdarên DAIŞ’ê dikarîbûn mercên xwe ferz bikin û çekên xwe yên giran bi xwe re bibin (ji giranbûna wan dolabên hin kemyonan şikestin) û ew bixwe di bin giraniya derbeyan de hatine rûxandin!

Yan jî mebesta nivîskarên raporê ew e, ku hêzên Koalîsyonê bi parastina çekdarên DAIŞ’ê tawanbar bikin! Heman çekdar ên ku heman Koalîsyon gefa kuştinê li Reqayê li wan dikir!.

Amadekirin: Qusay Şêxo

Wergerandin ji Erebî: Îmad Talatî