Bayindir: Navnîşana çareseriyê Ocalan e

Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir bal kişand ser nêzîkatiya CHP’ê ya ji bo mijara Kurd û got: “Eger pirsa Kurd ji her alî ve bibe mijara perspektîfa çareseriyê, muxatab û navnîşan ji derveyî Birêz Abdullah Ocalan ne tu kesek din e.”

Li ser belgefilma Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû ya sala 2020’ê ya ‘Bay Kemal û Îtifaqên wî’ derketibû û dîsa gotinên ‘Pirsa Kurd bi HDP’ê re dikare bê çareserkirin. Ne Îmralî û ne jî Kandîl ne muxatabe’ Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ji ANF’ê re nirxand. Keskîn destnîşan kir ku muxatab û navnîşana esasî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Keskîn Bayindr anî ziman ku ev gotina Kiliçdargolû di nava siyaseta Kurd de ne tiştekî nû ye û got. “Ev yek, taybet sala 2007-2008’an de gotinên ‘Ji Ocalan re na, ji DTP’ê re erê’ tîne bîra mirov. Ev yek di esasê xwe de hem ji bo tevgera siyasî ya Kurd û hem jî di warê muxatabiya gelê Kurd û dîsa yekbûnê de aqileke dewletê ye ku dixwaze parçe bike ye. Dîsa ev yek li şûna planeke şênber, an jî perspektîf û polîtîkayeke ya ji bo çareseriya pirsa Kurd, hewldaneke şêlokirina pirsgirêkê, bi demê re hiştin û şêwazeke yê rizandinê ye.”

‘NAVNÎŞAN Û MUXATABÊ ÎMRALÎ Û OCALAN E’

Bayindir da xuyakirin ku di warê çareseriya pirsa Kurd de, divê faktorên cuda ên mîna siyas, civakî, leşkerî, aborî û dîsa gelek aliyên cihê dikarin hebin û got: “Eger pirsa Kurd ji her alî ve bibe mijara perspektîfa çareseriyê, muxatab û navnîşan ji derveyî Birêz Abdullah Ocalan ne tu kesek din e. Eger ji bo çareseriya pirsa Kurd hedefek danin pêşiya xwe, yekane navnîşana çareseriyê Îmralî û Birêz Ocalan bi xwe ye. Di vî warî de tesbîta ku Kiliçdaroglû danî holê, hem ji bo me û dîsa di mijara çareseriya pirsa Kurd de, gotin di cih de be, helwesteke welê ye ku bivir li kevir dayîne.”

‘PARTIYA HERÎ BIYANÎ YA MIJARA KURD CHP YE’

Bayindir destnîşan kir ku tevî salek berê daxuyaniya Kiliçdaroglû ya di belgefilmê de hatiye kirin, weke ku nû gotiye, îro li ser raya giştî tê servîskirin ne ji rêzê ye û bal kêş e. Bayindir îşaret bi wê kir ku dixwaze bila berî salekê, dixwaze îro gotibe, wê di mijara rastiya muxatabiyê de tiştekî nede guherîn. Bayindir got: “Birzê Ocalan nêzî 20 sal in, perspektîfa çareseriya pirsa Kurd danî holê, bal kişandiyer ser rola meclîs, siyaset, rewşenbîr ên di vê pêvajoyê de û nexşerêya çareseriyê xêz kir, pêşniyar kirin. Di rewşeke wiha de ku her tişt li ber çav be, nedîtina vê ya ji aliyê Kiliçdaroglû ve nayê qebûlkirin. Di demê de ku nîqaşên li ser hilbijartinê têkirin, servîskirina di çapemeniyê de fikar û gumanan zêdetir dike. Em bi vê daxuyaniyê dibînin ku di mijara çareseriya pirsa Kurd de, partiya herî biyanî CHP ye. Ji xwe di vê mijarê de polîtîkaya înkar, îmha û asîmlasyonê ya sed salî ya CHP’ê heye. Ji xwe tim bi helwestên dewletê û kodên wê ketiye nava liv û tevgerê.”

‘GAVÊN ŞÊNBER BAVÊJIN’

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir bal kişand ser nîqaşên li ser HDP’ê û lîstikên qirêj ên li siyaseta Tirkiye û ev nirxandin kir: “Îro yek ji aktorê herî girîng ê muxalefet û îfadeya bi hêz a demokrasiya Tirkiye û gelê Kurd HDP tê cihkirin, yan ji dixwazin bi tenê bihêlin û ji nedîtî ve bên. Bi vî rengî tu alî wê nikareibe encamên sûdmend ji bo gel bidest bixe. Dema em li siyaseta rojevî binêrin em ê rastiya herî vekirî bibînin. Di belgefilmê de dibe Kiliçdaroglû dema vê dibêje, xwe weke serokkomar an jî pozîsyona partiya desthilat dîbibe. Lê di serî de têkildarî mijara Kurd û dîsa di mijarên girîng ên Tirkiyeyê de heta îro me pêşniyar û gaveke şênber a muxalefetê nedîtiye. Mînak di mijara zimanê dayikê de polîtîkayek şênber nîne, yan jî têkildarî hişmendiya talanwarî ya sererd û binerd a Kurdistanê ti pêşniyarên çareseriyê nîne. Di mijara bipêkirina hiqûq, demokrasî ûa azadiya li Kurdistanê, bê navber domandina pêkanîna Rewşa Awarte ya di dema îlana rewşa Awarte de, bi qeyûman destdanîna ser vîna siyasî, girtina hilbijêrên siyasî, nebû xwedî ti pêşniyarên çareseriyê û dîsa polîtîkayeke şênber. Ji xwe di mijara çareseriyê de desthilat ne xwedî ti pozîsyonan e. Di vê mijarê de bang li muxalefeta giştî dikin ku di warê dîrokî de bibin xwedî berpirsyarî, têkildarî çareseriya pirsgirêkê , ne tenê di berjewendiyên partiyê de, yan jî bikin qurbanê hilbijartinê, gavên şênber bavêjin.”

GEL NAVNÎŞAN Û MUXATAB DIYAR KIR

Bayindir bal kişand ser peyam gel a Newroza 2021’ê û got: “Gelê Kurd di Newroza 2021’ê de diyar kir ku di mijara çareseriya pirsa Kurd de muxatab Birêz Ocalan e. Ji bo rola xwe jî bilizîe, divê tavilê dawî li tecrîdê bê anîn.”

‘JI BO ÇARESERIYÊ GELEK LÊGERÎN HATIN KIRIN, LÊ HEMÛ JÎ BÊ ENCAM MAN’

Bayindir diyar kir ku di çareseriya pirsa Kurd de, ji bo gihandina girseyên herî rewa yên civakî û di meclîsê de nîqaşkirina wê yek ji faktorê herî girîng HDP ye û wiha anî ziman: “Divê tu kes vê rastiyê piştguh neke. Navnîşana çareseriya dawî diyar e. Ji derveyî vê gelek lêgerîn hatin kirin, lê hemû jî bê encam man.”