Bayik: Nêzîkatiya me ya li Sûriyeyê stratejîk e

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser hevdîtinên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo afirandina Sûriyeyeke demokratîk û got, "Ev hevdîtin taktîkî nînin, bi perspektîfeke stratejîk tên kirin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, ji kovara Lower Class re axivî ku bi zimanê Elmanî tê weşandin. Me beşa yekemîn a hevpeyvînê roja Yekşemê parve kiribûn. Di beşa duyemîn de Bayik bi giranî siyaseta înkar û îmhayê ya dewleta Tirk, polîtîkayên DYE, Rûsya û Îranê yên li Sûriyeyê û nêzîkatiya çareseriyê ya hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dinirxîne.

TIRKIYE FERMÎBÛNA HEBÛNA KURDAN WEKE TINEBÛNA ZÎHNIYETA XWE YA ÎNKAR Û ÎMHAYÊ DIBÎNE

Bayik, li ser zêdebûna gefên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê/Bakur Rojhilatê Sûriyeyê işaret bi çend xalên bingehîn kir û got, "Li Başûrê Kurdistanê Kurd xwedî statuyekê ne. Bakurê Kurdistanê heta mirinê li ber xwe dide. 40 sal in li ber xwe dide, ewqas berdêl da lê ti carî ji berxwedanê venegeriya. Dewleta Tirk çiqas komkujî kiribe jî, çiqasî eciqandibe jî nekarî Kurdên li Bakurê Kurdistanê bêdeng bike. Piştî ku rewşa li Rojavayê Kurdistanê jî li vê zêde bû, siyaset û zîhniyeta qirker a dij bi Kurd a TC'ê tengav bû, hildiweşe. Dibîne ku Kurdîtiya li Rojava jî bibe xwedî statuyekê wê êdî nikaribe siyaset û zîhniyeta xwe ya înkar û tinekirina Kurdan bidomîne. Ji ber vê yekê berdêla xwe çi dibe bila bibe, ji bo hebûna Kurdan a li Rojava fermî nebe, ji bo Rojavayê Kurdistanê nebe xwedî statuyekê êrîş dike. Ya rast ev zîhniyet û siyaset ne tenê li dijî Rojava ye, di heman demê de li dijî Başûr e. Tayyîp Erdogan gelek caran got, 'me şaşitî kir', eger em firsendê bibînin em ê statuya Kurd a li Başûr jî ji holê rakin'. Bingeha êrîşên niha yên li dijî Rojava bi vî rengî ye."

DEWLETA TIRK JI BER DESTEKA DYE Û EWROPAYÊ GEFÊ LI ROJAVA DIXWE

Bayik bal kişand ser para desteka hêzên derve ya ji bo vê êrîşkariyê û got, "Piştgiriya ku DYE dide zîhniyet û siyaseta TC'ê, hêvî û cesaretê dide TC'ê. Kengî derb li vê siyaset û zîhniyeta qirker-mêtinger a faşîst ket, kengî tengav bû û hat ber hilweşînê, DYE destekê dide û wê li ser piyan dihêle. Ji nû ve ruh didê, destekê didê, zindî dike û nahêle hilweşe. Vê zîhniyeta faşîst qirker a li Tirkiyeyê li ser piyan digire. Manewraya dawî ya DYE'yê ev rastî careke din eşkere kir. Ev şaş e. Helwestên bi heman rengî kêm jî be ji aliyê Elmanya, Fransa û Îngilîstanê ve jî hate nîşandan. Ji aliyê aboriyê ve Elmanyayê bêhn anî ber. Rêveberiya Merkel bi têgihiştina 'eger Tirkiye hilweşe, em ê jî hilweşin' bi polîtîkayeke ku destekê dide faşîzma AKP-MHP'ê tevgeriya. Halbûkî Tirkiye hilnaweşe, divê kes ji hilweşîna faşîzmê netirse. Faşîzm wê hilweşe, lê Tirkiye wê li ser piyan bimîne. Pêwîste kes bi faşîzmê re nebe yek. Lewma dixwazim vê bêjim. Helwesta DYE'yê ku vekirî piştgiriyê dide desthilatdariya AKP-MHP'ê helwesta Ewropayê ku carna destekê dide, carna jî bi sekneke du alî tevdigere, dibe bingeh ji êrîşên li dijî Kurdan re. Bi vê hêz û destekê êrîş dikin."

Bayik anî ziman, ji ber vê yekê dewleta Tirk gefê li Rojava dixwe û got, "Naxwe hêzeke welê ya Tirkiyeyê nîne, divê kes xwe nexapîne. Ev helwestên piştevaniyê dibe sedem ku TC êrîş bike."

RÛSYA Û ÎRAN JI XWE LI PEY FIRSENDÊ NE; TIRKIYE BI PIŞTGIRIYA WAN ÊRÎŞÎ KURDAN DIKE

Bayik bal kişand ser piştgiriya Rûsya û Îranê jî ya ji bo dewleta Tirk û wiha dewam kir: "Ji xwe ne girîng e mirov zêde qala wan bikin. Ew li pey firsendan e. Di rewşeke wiha de di çarçoveya têkiliyên bi DYE û Ewropayê re ji bo karibin li Rojhilata Navîn bibin xwedî bandor, her şêwe firsendan bi kar tînin. Bi taybetî Îran di dijberiya Kurd de dikare her tim bi Tirkiyeyê re li hev bike. Rûsya jî gelekî pragmatîst tevdigere, xwe dispêre polîtîkayên rojane. Li Rojhilata Navîn hêzeke xwe ya welê xurt nîne, qels e. Her kes dibêje Rûsya di asteke xurt de ye, lê ne welê ye, qels e. Lewma polîtîkayên rojane yên xwe dispêre berjewendiyan dimeşîne. Ji ber vê yekê TC hin tawîzan dide û ji Rûsyayê jî timî tawîzan digire. Bi vê desteka wan re TC ewqasî êrîşî Kurdan dike."

BÊYÎ PIŞTGIRIYA DYE, EWROPA Û RÛSYAYÊ, AKP-MHP NIKARE ROJEKÊ JÎ ŞER BIKE

Cemîl Bayik got, "Ne ji desteka DYE, Ewropa û Rûsyayê be, AKP-MHP nikare rojekî jî vî şerî bidomîne. Bi desteka civaka Tirkiyeyê jî nikare vê bike. Piştgiriya ji derve di vî warî de gelekî girîng e. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê bi giranî bi piştgiriya derve li ser piyan dimîne. Bila her kes zanibe; ji aliyê aborî herî zê de Elmanya destekê didê. Ji aliyê leşkerî û siyasî ve DYE destekê didê. Fransa û Îngilîstan jî ji xwe her gava ku tengav bûn bi berdêla hin berjewendiyan destekê didin. Rûsya jî bi polîtîkayeke bi heman rengî radibe."

RÛSYA STRATEJIYA  ÇARLIK DIDOMÎNE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Bayik, li ser stratejiya demdirêj a Rûsya û Îranê ya li Rojhilata Navîn nirxandineke wiha kir:

"Li aliyê Rûsyayê sekneke welê berbiçav a stratejîk xuya nake. Ji aliyê dîrokî ve em bi vê zanin; Stratejiya Rûsya Çarlik ew bû ku xwe berde nava deryayên germ. Xwedî wê polîtîkayê bû ku xwe bigihîne Rojhlata Navîn, Asya Başûr û ji wir jî xwe berde nava deryayên germ. Ev yek stratejiyeke Rûs e. Ji aliyê ewlekariyê ve jî ji bo xwe ji metirsiyan biparêze, xwedî feraseta parastineke ji derve ye. Stratejiyeke bi heman rengî di dema Yekîtiya Sowyetan de jî bi şêweyên cuda hate meşandin. Teoriya pêşvebirin û berbelavkirina sosyalîzmê, bicihanîna vê stratejiya Rûs bû. Ev yek weke teoriya berbelavkirina sosyalîzmê pênase kirin ku bi giranî xwe dispart stratejiya Rûs. Mirov dikare bêje ku desthilatdariya Rûsyayê niha jî hewl dide heman stratejiyê bimeşîne. Sekneke xwe ya li gorî vê stratejiyê heye. Lê belê nikare bê gotin ku têkoşîneke berbiçav û stratejiyeke bi plan dimeşînin. Bi rengekî parçeyî tevdigere."

Bayik diyar kir, hebûna Rûsyayê ya li Rojhilatê Derya Spî hebûna bi têkiliya bi Sûriyeyê re ye û got, "Ya rast, di nava sedsala 20'an de ji Iraqê heta Misrê û Bakurê Efrîkayê, di pêvajoya hilweşîna Yekîtiya Sowyetan de Rûsyayê hêza xwe li gelek herêman winda kir. Di dest de tenê têkiliyên bi Sûriyeyê re ma, hêza xwe ya li Rojhilatê Derya Spî ma. Piştî ku li Sûriyeyê şer dest pê kir, hewl da ji vê yekê sûdê werbigire, hebûna xwe li Rojhilatê Derya Spî û Sûriyeyê xurtir bike. Dixwaze xwe bispêre vê yekê û li Rojhilata Navîn bibe xwedî bandor, bibe xwedî hêz."

LI DIJÎ NATO'YÊ BI TIRKIYEYÊ RE TÊKILÎ DANÎ

Bayik anî ziman, ji bo Rûsyayê polîtîkayên ewlekariyê bêhtir derdikevin pêş û wiha dewam kir: "Vê yekê jî bi giranî li ser şerê li Rojhilatê Ewropayê dimeşîne. Ya rast, têkoşîna xwe ya li Rojhilata Navîn weke parçeyekî ewlekirina xwe ya li Rojhilatê Ewropayê bi kar tîne. Di vir de jî nêzîkatiyên ku herî zêde derkete pêş çi bû; têkiliya bi Îranê re bû. Xwe dispêre vê têkiliyê û hewl dide li Rojhilatê Ewropayê li dijî DYE'yê bibe hêz. Polîtîkaya nû ya salên dawî dimeşîne jî têkiliya bi Tirkiyeyê re ye. Bi vî rengî dixwaze, Tirkiyeya ku endamê NATO'yê ye û ew welat e ku li dijî Yekîtiya Sowyetan herî zêde hatiye bikaranîn, bike aliyê qels ê NATO'yê. Bike ku li ber NATO'yê rabe, nakokiyê bixe navbera wan û bi rêya Tirkiyeyê Ewropa û DYE'yê lawaz bike."

Di vê mijarê de jî Bayik mînakeke berbiçav da û got, "Li Efrînê hate dîtin, bi carekê ve Efrîn radestî TC'ê kir. Ji bo Tirkiyeyê hinekî din ber bi aliyê xwe ve bikişîne û qaşo Kurdan ceza bike. Di rewşa heyî de nêzîkatiyeke xwe ya bi vî rengî heye. Em nizanin bê dema bê wê ber bi kîjan alî ve biçe."

ÎRAN KU DEWLETA HERÎ KEVN A DÎROKÊ YE, XWE WEKE HÊZEKE GLOBAL DIBÎNE

Ji bo Îranê jî Bayik tespîteke wiha kir: "Îran dewleta herî kevn a dîrokê ye. Eger sîstema dewletan bi şêweyê 'rojhilat û rojava' bê dabeşkirin, Îran aliyekî dîroka dewletan e. Îran nûnerê rojhilat e. Dibe ku Rûsya û hin dewletên din ên li Asyayê bêhtir derketine pêş, lê belê Îran ji aliyê dîrokî ve xwe weke parêzvanê rojhilat dibîne li dijî rojava. Weke parêzvanê dewletên rojhilat. Nakokiya navbera Rojhilat-Rojava li Kurdistanê, li zagrosan ji hev cihê dibe. Tirkiye, Yewnanîstan Ewropayê, rojava temsîl dikin, Îran jî heta bi Çînê herêma rojhilat. Nakokiya navbera Tirkiye û Îranê şer û nakokiya rojhilat-rojava îfade dike. Em ji ber çi vê dibêjin? Ji ber vê; Îran xwe weke hêzeke herêmî nabîne, xwe weke hêzeke global dibîne. Xwe weke împaratoriya global dibîne û timî xwedî polîtîka û nêzîkatiyên global e. Eger firsend bi dest bikeve wê berê xwe bide bûyîna împaratoriya global."

POLÎTÎKAYA HEYÎ YA ÎRANÊ YA DERVE LI SER BINGEHA EWLEKARIYÊ YE

Bayik işaret bi polîtîkaya heyî ya Îranê ya derve kir û got, "Polîtîkaya derve ya Îranê li ser ewlekariyê tê meşandin. Karên xwe yên derve derdixîne asta îdeolojîk-leşkerî. Li ser Fîlîstîn, Lubnanê, ji Sûriyeyê heta Iraqê, Yemenê, Efrîkayê polîtîkayeke xwe ya bi vî rengî heye. Lê belê ev bi giranî polîtîkaya ji bo ewlekariya Îranê ye. Îran hewl dide bi şerê li derveyî sînorê xwe hebûna xwe ya dewletê biparêze, bidomîne. Bi stratejiyeke wiha ya ewlekariyê tevdigere. Pozîsyona xwe ya heyî wiha ye, xuya ye wê vê bidomîne. Eger firsendê bibîne wê berbelav bibe. Ji ber ku ewlekariya xwe bi vî rengî pêk tîne, li herêmên derve bê eman tevdigere. Zêde pîvanan nas nake.

DYE'yê di salên heyştêyî de xwest dest li vê rêveberiya Îslamî werde, lê bi ser neket. Piştre ji şerê Îran-Iraqê nekarî encamekê bi dest bixe. Bêguman nakokiya DYE-Îranê niha bi rêbazên cuda dikeve pratîkê. Ew rêbazên hatin bikaranîn û bi ser neketin nabe ku bê dewmkrin. Îran li ser vê bingehê ji aliyekî ve dixwaze bandora îdeolojîk bike, li aliyê din li herêmên derve ji aliyê leşkerî ve şer bike û ewlekariya xwe misoger bike, li aliyê din jî bi têkiliyên aboriyê yên bi Yekîtiya Ewropayê re, bi tifaqên siyasî yên bi hêzên li dijî DYE'yê re hewl dide li ser piyan bimîne."

ÎRAN NAVÊ KURDAN ÎNKAR NEKE JÎ, SIYASETEKE DIJMINANE DIMEŞÎNE

Bayik da xuyakirin ku di nava sekneke wiha stratejîk de nuqteya girîng rewşa li Kurdistanê ye, nêzîkatiya Îranê ya li gelan e û wiha dewam kir: "Îran navan red nake; dibêje Kurd, Belûcî, Azerî, navê gelan qebûl dike. Her wiha navê Kurdistanê jî lê kiriye, lê belê ji wê wêdetir mafekî siyasî demokratîk nas nake. Destûrê nade ku Kurd xwe weke gel, aboriya xwe bi rêxistin bike, rêveberiya xwe ya siyasî ava bike, li ser bingeha xweseriya demokratîk xwe bi rê ve bibe. Rewşeke bi vî rengî weke qelsbûna xwe dibîne û vê yekê weke dijminê xwe yê bingehî dibîne. Li ser bingeha dijminatiyeke wiha êrîş dike. Lewma mîna dewleta TC'ê nav înkar nake, lê belê hebûna siyasî demokratîk bi qasî dewleta TC'ê înkar dike. Kurdan ji bo xwe xetere dibîne ku dema xwe bi rêxistin bike wê tine bibe û li dijî vê jî siyaseteke dijminatiya li Kurdan dimeşîne. Li dijî her şêwe bûyerên siyasî yên li Kurdistanê gelekî hesas e, ji hebûna Kurdan û pêşveçûna tevgerên azadiyê ditirse, di têkoşîna dijî wan de dikare bi hêsanî bi her hêzeke mêtinger û qirker re tifaqê bike. Tifaqa têkiliyê ya bi Tirkiyeyê re jî li ser vê bingehê ye."

XETA ME YA ÇARESERIYÊ; KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK û XWESERIYA DEMOKRATÎK E

Bayik işaret bi xeta xwe ya çareseriyê jî kir û got, "Xeta me ya çareseriyê li ser bingeha Konfederalızma Demokratîk û Xweseriya Demokratîk e ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destnîşankirin. Eger em vê yekê bi rengekî giştî formule bikin; bi navê Rojhilata Navîn a Demokratîk, Kurdistana Azad pênase dikin. Ji bo pênasekirina bi rengê xweser jî em dibêjin mesela; Tirkiyeya demokratîk Kurdistana azad, Sûriyeya demokratîk Kurdistana azad. Em vê azadiyê jî bi xweseriya demokratîk pênase dikin. Yanî em weke dewleteke cuda ya ji yekparebûna Tirkiye ya jî Sûriyeyê qut, pênase nakin. Ya rast em dewletê pênase nakin, em civakê pênase dikin. Ji ber vê yekê em çareseriya xweseriya demokratîk esas digirin. Xweseriya demokratîk ew sîstem e ku her civak bi rengekî azad xwe bi rêxistin dike, bi rê ve dibe û bi civakên din re di nava yekîtiyeke demokratîk de ye. Mînak; Kurd divê li Sûriyeyê rêveberiyên xwe yên demokratîk ava bikin, lê belê divê di nava yekîtiya Sûriyeya demokratîk de cih bigirin. Ji bo Tirkiye, Iraq û Îranê jî rewş bi vî rengî be. Ji bo parçeyên Kurdistanê hemûyan. Xeta çareseriyê ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi vî rengî ye."

HÊZÊN SÛRIYEYA DEMOKRATÎK BI NÊZÎKATIYEKE STARTEJÎK LI ÇARESERIYÊ DIGERIN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Rêveberiya Xweseriya Sûriyeya Demokratîk a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê jî vê xetê esas digire û wiha dewam kir: "Vê yekê eşkere dikin. Dibêjin, 'Em xeta teorîk û pratîk a Rêber Abdullah Ocalan esas digirin û hewl didin li vê qadê bi cih bînin. Li gorî vê yekê tevdigerin.

Li ser vê bingehê bi Sûriyeyê re têkiliyê datînin. Têkilî li ser bingeha çareseriyê ye. Nêzîkatiyeke taktîkî nîne ku ji bo rojane li dijî hin hêzên din têbikoşin pêk tînin. Demekê çarenivîsa rêveberiya Esad zêde nediyar bû, nêzîkatiyeke qismî bi îhtiyad hate nîşandan, hinekî xwe jê vegirtin, lê belê piştî ku careke din bandor kir, ew rewş ji holê rabû. Lê belê di wê dema bi îhtiyad de jî hevdîtin hebûn. Xwe ji rêveberiya heyî ya Sûriyeyê venegirtin. Yanî pirsgirêk ne ew pirsgirêk e bê li Şamê kîjan rêveberî heye. Mesele çareseriya li nava yekparebûna Sûriyeyê bû. Li Şamê rêveber kî dibe bila bibe, wan dixwest li ser bingeha demokratîkkirina Sûriyeyê di nava yekparebûna Sûriyeyê de pirsgirêka Kurd çareser bikin. Kî li wir hebûya wê pê re têkilî daniyan. Xwestin bi mûxalefetê re jî têkiliyê deynin, wextekê têkilî danîn jî, lê belê mûxalefetê Kurdên li Rojava red kir, xwe ji têkiliyê vegirt. Naxwe Kurdan ti carî xwe ji têkilîdanîna bi ti hêzeke Sûriyeyê venegirtin. Çareserî li wir dîtin. Ev yek nêzîkatiyek taktîkî nîne. Nêzîkatiyek stratejîk e. Nêzîkatiyeke stratejîk e ji bo li nava Sûriyeya demokratîk çareseriyê bibînin. Ev xetek e û ji bo xwe bigihînin vê armancê dixebitin."

PÊKNEHATINA ÇARESERIYÊ NE JI BER KURDAN E, JI BER ZÎHNIYET Û SIYASETA HÊZÊN DIN E

Bayik anî ziman, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê il ser vê bingehê hewl didin têkiliyê bi her kesî re deyne, tifaqan bikin, bi hev re bijîn û got, "Ji ber vê yekê, divê mirov têkilî û hewldanên tifaqê yên hêzên Sûriyeyî û Kurdên Rojavayî weke karekî taktîkî nebînin. Divê mirov weke karekî stratejîk bibînin. Ji ber ku çareseriyê li wir dibînin. Ne tenê bi rêveberiya Esad re, bi hêzên li herêmê hemûyan re têkiliyê datînin, lê belê ji ber ku ti ji wan xwedî siyaset û zîhniyeteke demokratîk a azadî û hebûna Kurdan ewle bike nînin, ev têkilî demkî dimînin û venaguherin tifaqeke stratejîk. Lê belê Kurd di vir de li çareseriyeke stratejîk digerin. Pêknehatina çareseriya stratejîk ne ji ber Kurdan e, ji ber siyaset û zîhniyeta hêzên din e."

Bayik diyar kir, daxwaza Kurdan a parçebûnê nîne û got, "Bi rengekî stratejîk dixwazin bi Sûriyeya demokratîk re bin. Divê her kes vê yekê wiha fêhm bike. Ev yek wê bi kîjan hêzê re pêk were? Bi hêzên ku xwedî siyaset û zîhniyeta demokratîk in, bi Sûriyeya demokratîk re wê pêk were."

TÊKILIYA KURDAN A BI RÛSYAYÊ RE BERÎ BIRYARA VEKIŞÎNÊ JÎ HEBÛ

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser têkiliya Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi Rûsyayê re û got, "Têkiliya Kurdan, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Rûsyayê re, ne têkiliyeke ku piştî biryara DYE'yê ya vekişînê dest pê kir. Ev têkilî berê jî hebû. Ji destpêkê ve heta astekê têkilî, tifaq, nakokî û têkoşîn hebû. Piştî ku DYE'yê got 'ez ê vekişim', bi rengekî xwezayî ji bo bi hêzên Sûriyeyî re Yekîtiya Sûriyeya Demokratîk biafirîne têkilî û karên tifaqê zêdetir bûn. Li aliyê din, hevdîtinên bi Rûsyayê re bêhtir derketin pêş ku li asta global hêzeke bi bandor e. Ji aliyê Kurdan ve rewş wiha ye, xwezayî ye û tê fêhmkirin."

BILA HER KES ZANIBE; KURD TENGAV NEBÛNE, KURDÊN LI ROJAVA BI TENÊ NÎNIN

Bayik got, "Bi vê wesîleyê dixwazim vê rastiyê jî bêjim" û wiha dewam kir: "Xuya ye piştî ku DYE'yê eşkere kir ku wê vekişe, Rûsyayê jî mîna desthilatdariya AKP-MHP'ê got, 'firsend ji me re çêbû, em ê yekser Kurdan bixin bin bandora xwe'. Nêzîkatiyeke bi vî rengî xuya kir, em detayên vê nizanin. Eger nêzîkatiyeke bi vî rengî nîşan dabin, hingî şaşitiyeke dîrokî dikin. Beriya her tiştî Kurd tengav nebûne. Kurdên li Rojava bi tenê nînin, Rojavayê Kurdistanê bi tenê nîne. Parçeyên Kurdistanê hemû, gelê Kurd, Hêzên Azadiyê yên Kurdistanê li pişta wan e. Mirovahî, hêzên demokratîk pê re ne. Tevî ku DYE'yê diyar kir ku wê vekişe, koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê hîn dewam dike. Elmanya, Fransa, Îngilîstanê gotin ku wê dwam bikin. Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê me ev helwest watedar dît. Welatên Ereb jî daxuyaniyên bi heman rengî dan, me ew jî hêja dît. Bi rastî jî me nêzîkatiyeke hevgirtî dît, hêvîdar in wê bidome û nebe nêzîkatiyeke demkî. Em nizanin bê wê piştre çawa nêzîk bibin, çi bibe, lê belê ev helwest girîng bû. Eger Rûsya bi rengekî berjewendîperest tevdigere û dixwaze teslîm bigire, hingî şaşitiyê dike."

BAKURÊ SÛRIYEYÊ BERIYA HER TIŞTÎ BI ŞER BI SER KET, LI KURDISTANÊ Û DINYAYÊ SPARTEYEKE XWE HEYE

Bayik destnîşan kir ku Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi tenê nîne û got, "Beriya her tiştî bi şer bi ser ket. Xwedî hêz û îradeyê ye. Li Kurdistanê, herêmê û dinyayê sparteyeke xwe heye. Ne hêzeke ku ji aliyê DYE'yê ve hatiye afirandin û li gorî daxwaz û helwesta DYE'yê rewşa xwe biguhere. Yên ku bi vî rengî difikirin, şaş in. Hêzeke ku ewqasî şer kiriye, ewqasî bi bandor bûye, wê li qada siyasetê jî îradeya xwe nîşan bide. Em hêvîdar in ku Rûsya bi wî rengî nêzîk nebûye, ji xwe bi wî rengî nêzîk nabe jî. Hêvîdar in wê bi rêzdarî nêzîk bibe, îradeyê nas bike û bi rengekî demokratîk nêzîk bibe. Bi vî rengî wê stratejiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo afirandina Sûriyeya demokratîk hêja bibîne. Bibe alîgirê afirandina Sûriyekee bi vî rengî ya nû. Li ser vê bingehê eger bi têkiliyek bê danîn em ê piştgiriyê bidin, bêjin ku watedar e û hêja bibînin. Lê eger bi vî rengî nebe, nêzîkatiyeke berjewendîperestiya biçûk bê nîşandan, wê ti encam jê dernekeve. Nikare Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nikare Kurdên Rojava teslîm bigire. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê jî nêzîkatiyên bi wî rengî watedar û hêja nabîne."