Bayik: Ji xeynî têkoşînê tu rêya çareseriyê tune

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku ji bo Kurdan têxin nav bendewariyekê û piştgiriya çîna navîn werbigirin, gotegotên ‘pêvajoya çareseriyê’ tê gotin û got ku, “Ji xeynî têkoşînê tu rê û metod tuneye ku vê meseleyê çareser bike.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik got ku, “Li ser Rêber Apo, PKK û gelê Kurd konsepteke kûr û xetere heye” û bal kişand ser vî tiştî ku heke berxwedaneke baş were kirin ew ê komplo were şikandin û pêşveçûneke mezin dikare pêk were.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, di bernameya 'Ulkeden Ozel' a Medya Haber TV de bersiv da pirsên nûçegihan Esra Mîkyaz. Bayik pirsên derbarê gotegotên ‘pêvajoya çareseriyê’, biryarên DMME û yên navneteweyî bersivand.

LÎSTIKA BERÊ TÊ DUBAREKIRIN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser vî tiştî ku gotegotên ‘pêvajoya çareseriyê’ propagandaya şerê psîkolojîk e û got ku “Dema komploya navneteweyî hate kirin jî propagandayên wisa hatibûn kirin.” Bayik axaftina xwe wisa domand: “Di dema komployê de jî dihate diyarkirin ku, heke bandora Apo were şikandin ew ê astengiya li pêşiya doza Kurdan were rakirin, Apo û PKK asteng in, heke em van astengan ji holê rakin em ê doza Kurdan çareser bikin. Ev propaganda ji bo çîna navîn dihate gotin. Xwestin çîna navîn bidin ba xwe û doza azadiyê ya Kurdan tasfiye bikin. Niha jî hem lîstik tê dubarekirin. Pergala modernîteya kapîtalîst bi çavê pêşîlêgirtinê li Rêber Apo û PKK’ê dinihêre. Rêber Apo û PKK bersivê dide demokrasî û azadiya gelan û li ser navê pergala alternatîf pergala konfederal a demokratîk diparêze.”

PKK MEZINTIR DIBE

Bayik diyar kir ku van êrîşan rê li ber mezinbûn û geşbûna berxwedan, tevger û gelê Kurd kiriye û got ku, “Ji ber ku ruhê Rêber Apo, ruhê azadiyê ye. Ne mumkun e ku pêşiya vî ruhî were sekinandin û ev ruh were bêbandorkirin. PKK roj bi roj mezin dibe, ji xeynî azadiyê tu tiştî qebûl nake. Ji ber vê jî ev êrîş û komplo ew ê tu encamê ava nekin. Ji bo sistkirina Kurdan û avakirina bendewariyê; bi taybetî ji bo ku çîna navîn ber bi xwe ve bikişînin, propaganda tên kirin. Ev taktîka şerê psîkolojîk e, taktîkeke pergala modernîteya kapîtalîst e. Divê kes baweriyê bi vî tiştî neynin. Ji xeynî têkoşînê tu rê û metod tuneye ku doza Kurdan çareser bike.

DERDÊ WAN Ê JI BO ÇARESERIYÊ TUNE

Bi pêşengiya Rêber Apo PKK û gelê Kurd 8,9 agirbestên yekalî îlan kir. Ev agirbest di şertên herî zor de hatin kirin. Heke nêta dewleta Tirk a faşîst hebûya, ew ê wê çaxê bikira. Derdekî vana yên wekî çareseriye tune. Xapandin heye. Siyaseta wan li ser xapandina Kurdan e. Doza Kurdan nas nakin û derdê wan ne çareserkirina vî tiştî ye. Ji bo xapandinê ev gotegot tên belavkirin. Hewl didin Tevgera Azadiyê û gelê Kurd têxin nav bendewariyan û piştre derbeke giran li wan bixin. A niha li ser Rêber Apo, PKK û gelê Kurd plan û konsepteke xetere heye. Bi berxwedaneke xurt , ev komplo dikare were şikandin. Heke derdekî wan ê çareserkirina doza Kurdan hebûya ma ew ê DYE ew biryar bida? Ew ê li ser Rêber Apo tecrîdeke giran bihata kirin? Ew ê DMME ji bo Rêber Apo ew biryar bida? Ji bo çareseriyê jî divê berê zextên li ser Rêbertî rakin û bi Rêbertî re ew ê li ser çareseriyan bisekinin. Heke zextên li ser Kurdan rakin û hemû girtiyan berdin, belkî wê çaxê Kurd baweriyê bi wan bînin. Divê tu kes b i wan bawer nebin. Heta ku têkoşîn neyê geşkirin mirov nikare pêşiya van xetereyan bigire.”

BIRYARÊN DMME NE DÛRÎ SIYASETÊ YE

Bayik bal kişand ser vî tiştî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryara tecrîda li ser Ocalan peseng kiriye û got ku, “Biryara DMME ne dûrî siyaseta Yekîtiya Ewrûpayê û Konseya Ewrîpayê ye. Li berjewendiya van saziyan ev e ku di şexsê Rêber Apo de divê li hemberî PKK û Kurdên azad qirkirin pêk were. Ji bo vê qirkirinê jî divê Kurdan bixapînin. Dibêjin ku em li dijî Apo û PKK’ê ne lê em ne li dijî Kurdan û demokrasiyê ne. Heke bi rastî jî dixwazin pêşiya siyaseta demokratîk vekin û dixwazin doza Kurdan çareser bikin divê li hemberî Rêber Apo wê biryara bêwijdan û hov nestînin. Li gorî wan Kurdên baş û xerab hene. Ev tê wateya tunekirina Kurdan. Ev polîtîka hewl dide Kurdan parçe bike û bixapîne. Êdî gelê Kurd bi van tiştan dizane. Bi têkoşîna PKK’ê re êdî Kurd difikirin, dipirsin û dizanin ku çi ji bo wan kar e û çi jî ji bo wan xisar e.