Bayik: Gelê Kurd divê li her derê rabe ser piyan û xwedî li ewladên xwe derkeve

Bayik diyar kir ku gerîla li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi rengekî dîrokî li ber xwe didin û got, gelê Kurd divê li her derê rabe ser piyan û xwedî li ewladên xwe derkeve yên ku ji bo parastina Kurdistanê canê xwe feda dikin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, têkildarî berxwedana gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metînayê peyamek bi dîmen weşand. Bayik diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin û anî ziman, gerîlayên HPG û YJA Starê jî bi rengekî lehengî li dijî van êrişan li ber xwe didin.

Bayik destnîşan kir, di pêvajoyeke wiha zehmet de gerîlayên ku Kurdistanê, gelê Kurd û destketiyên gelê Kurd diparêzin, wezîfeyeke dîrokî dane ser milê xwe û di vê oxirê de canê xwe feda dikin. Bayik got, "Di vê demê de mirovên ku cihê xwe di nava vê berxwedana dîrokî de nagirin divê ji aliyê kesî ve neyên efûkirin. Ji ber ku têkoşîna tê meşandin, têkoşîna ji bo parastina Kurdistanê, gelê Kurd û destketiyên mirovahiyê ye. Her kes divê cihê xwe li nava vê berxwedana dîrokî bigire. Her kesên ku xwe Kurd, welatparêz, şoreşger, sosyalîst û dijberê faşîzmê pênase dike, divê tevlî vê berxwedanê bibe."

Peyam Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik wiha ye:

"Dewleta Tirk li Metîna, Zap, Avaşîn dest pê kir û êrişeke dagirkeriyê dimeşîne. Vê dewam dike û di vê de jî israr dike. Armanca dewleta Tirk a faşîst dagirker û qirker, dixwaze tevgera PKK'ê tasfiye bike. Di heman demê de dixwaze qirkirina li ser gelê Kurd dewam bike, bigihîne armancê. Ew êrişa ku li Metîna, Zap, Avaşînê tê meşandin bi temamî li dijî Kurdistan e, li dijî gelê Kurd e li dijî destketiyên gelê Kurd e. Ev ne tenê li dijî PKK, gerîla, gelê Başûr bi tenê ye. Eger mirov bi vî rengî fêhm bike, mirovê bikeve şaşitiyeke mezin, dawiya vê jî digihêje xefletê. Bi vî rengî be li ser gelê Kurd, li ser Kurdistanê, li ser destketiyên gelê Kurd metirsiyeke mezin çêdibe. Lewma gerîlayên HPG li dijî dagirker, qirkeran bi fedayî têdikoşin, berxwedaneke dîrokî dimeşînin. Gerîla dixwaze ew plana ku dewleta Tirk faşîst, dagiker, qirker têk bibe. Armanca gerîla ew e ku dixwaze Kurdistan, gelê Kurd, destketiyên gelê Kurd biparêze. Di vê têkoşîna dîrokî, lehengî de hinek şervanên me şehîd ketin. Biryargeha me ragihand ku heta niha hevalên ku şehîd ketin şeş heval in. Ez wan bi minet bi bîr tînim. Fermandarên ku vî şerî dimeşînin, şervanên ku di vî şerî de cih girtin ez hemûyan pîroz dikim, wan silav dikim. Bi rastî ew bi zanebûneke dîrokî wezîfeya xwe ya dîrokî neteweyî ji bo gelê Kurd, gelên bindest, ji bo hêzên demokrasî û azadiyê pêk tînin.

Tê zanîn îro li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê meşandin. Di dîrokê de jî kengî şerê cîhanê hate meşandin di wan şeran de hinek gel kirine hedef. Li ser wan gelan qirkirin pêk anîne. Îro jî di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de li ser gelê Kurd qirkirinê pêk tînin. Ev ne tenê dewleta Tirkiyeyê bi hêza xwe dike. Yên ku alîkariyê bi dewleta Tirk a faşîst, dagirker qirker dikin hene. Hem li qada navneteweyî hem jî li Kurdistanê hinek li pişt vê disekinin, alîkariyê dikin bi vê alîkariyê dewleta Tirk vê qirkirinê dimeşîne. Gerîlayên HPG li dijî vê qirkirinê disekinin. Bi lehengî disekinin. Ne tenê ji bo xwe vê têkoşîn, berxwedanê dimeşînin. Ji bo tevahiya Kurdistanê, ji bo hemû beşên Kurdistanê, ji bo gelê Kurd, ji bo destketiyên gelê Kurdistanê vê lehengiyê dikin. Ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo hêzên demokrasî û azadiyê, ji bo gelên bindest vê têkoşîn û berxwedanê dimeşînin. Bi vê berxwedanê hem di dilê gelê Kurd de, hem di dilê gelên bindest de hem di dilê yên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin cih girtine, hem jî cihekî pir mezin girtine. Ji bo me hemûyan jî hêviyeke mezin çêdikin, mirov vê dikarin li her cihî bibînin.

Gerîlayên HPG'ê bi wezîfeyeke dîrokî rabûne û bi vê wezîfeyê canê xwe didin. Ew ewladên gelê Kurd e. Lewma divê gelê Kurd li ku derê dibe bila bibe, li her beşî, li derve divê xwedî li ewladên xwe derkeve. Bi wan re bibe yek, li ku derê dikare çi bike dikare bike. Di vê têkoşîna dîrokî de, di têkoşîna Kurdistanê de gelê Kurd, di têkoşîna neteweyî de divê her kes cihê xwe bigire. Ne tenê lê temaşe bike, bêje gerîla têdikoşe, derbê li dagirkeran dixin û tenê çepikan lê bixe. Pêwîste vê têkoşînê weke têkoşîna xwe bibîne, di vê têkoşînê de cih bigire, helwesta xwe eşkere diyar bike. Eger di vê demê de yên dibêje ez Kurd im, welatparêzim, şoreşgerim, sosyalîstim, demokratim, ez li dijî faşîzm dagirkerî û qirkeriyê me, lazime tevlî vê têkoşînê bibe, helwesta xwe ji bo her kesî diyar bike. PKK heta niha ti carî bêhelwest nemaye. Li kîjan beşî dibe bila bibe, dema ku dagirker hatine ser gelê Kurd, xwestine destketiyên Kurdan ji holê rabikin, li dijî wê sekiniye, wezîfeya xwe ya neteweyî û dîrokî pêk aniye.

Niha mirov bêje ez welatparêz im, Kurd im, sosyalîstim, demokratim, ez li dijî faşîzm, dagirkeriyê me, ez ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşim ew berxwedana dîrokî ya gerîla li Metîna, Zap, Avaşînê dimeşîne nebîne, cihê xwe tê de negire, hêza xwe bi gerîla re neke yek, mirov nikare wan welatparêz, demokrat û Kurd bibîne. Yên ku di vê demê de têkoşîna dîrokî de cihê xwe negire lazim e kes wan efû neke. Ji ber ku têkoşîna tê meşandin têkoşîna Kurdistan, gelê Kurd û parastina destketiyên Kurd e. Heval Mûrat Karaliyan jî di axaftina xwe de diyar kir. Got şerê ku em dimeşînin şerê parastina rewa ye. Parastina Kurdistan e, gelê Kurd e, destketiyên gelê Kurd e. Şerê demokrasî, azadiyê ye. Em gelan diparêzin, em nirxên mirovahiyê diparêzin. Lewma em bang dikin; Bila her kes banga hevalê Mûrat Karayilan, banga gerîla banga xwe bibîne û cihê xwe di nava wê bangê de bigire. Yanî em bi hev re Kurdistanê biparêzin, destketiyên gelê Kurd biparêzin. Ya ku ji me hemûyan tê xwestin ew e. Şerê ku tê meşandin, ne şerekî hêsan e, ne şerekî rojane ye. Ji ber ku dewleta Tirk a faşîst, dagirker qirker eşkere dibêje, 'ez ê Kurdan ji holê rakim'. Nabêje pirsgirêka min tenê PKK ye, yan Bakur e. Hedefa xwe tevahiya Kurd e. Ji ber wê şerê ku tê meşandin bûye şerekî neteweyî, bûye şerekî Kurdistanê. Divê tevahiya gelê Kurd li her çar beşan li derveyî welat tevlî vî şerî bibe. Em vî şerî bikin şerekî neteweyî, şerekî azadiya gelê Kurd misoger dike. Ji ber ku li ser gelê Kurd siyaseta ku tê meşandin bi temamî qirkirin e. Têkoşîna ku niha gerîla dimeşîne, hebûn û jiyana gelê Kurd diparêze. Ev wezîfeya her mirovekî Kurd e, her mirovekî ku dibêje ez ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşim. Wezîfeya her mirovekî sosyalîst e, demokrat e.

Li ser vê bingehê em dibêjin em bi hev re li Kurdistanê, gelê Kurd, destketiyên gelê Kurd xwedî derkevin. Eger di vê qonaxa dîrokî de kes cih negire, xwe bêdeng bihêle ew ê bikeve nava xefleteke mezin. Ev derbeke mezin li gelê Kurd dixe. Kes li derveyî derbeyên dagirkeran namîne. Lazim e her kes vê baş fêhm bike. Ti carî nekeve nava xefletê. Yê ku bikeve nava xefletê, ciwanên Kurd, gelê Kurd lazim e ti carî ji bîr neke.

Dubare dikim; gerîlayên ku îro bi lehengî di şerekî dîrokî de ne, zarokên vî gelî ne. Wezîfeya xwe ji bo gel, ji bo welatê xwe ji bo mirovahiyê pêk tînin. Temamî jiyana xwe li ser esasê Kurdistan, gelê Kurd, destketiyên gelê Kurd e, destketiyên mirovahiyê ye. Ji bo vê rastiyê canê xwe jî didin. Li derveyî canê xwe tiştekî xwe nîne. Bi temamî her tiştên xwe xistine xizmeta welatê xwe, gelê xwe, mirovahiyê. Ji bo wê şehîd dikevin. Baweriya min ew e ku gelê Kurd vê baş fêhm dike, li ewladên xwe xwedî derdikeve, wê ji niha û pê ve xwedî derkeve. Xwedîderketina li ewladên xwe di vê têkoşînê de cihê xwe girtin e, bicihanîna wezîfeyên xwe ne.

Bi vê wesîleyê dubare dikim, hemû gelên Kurdistanê çi li beşan be çi li derveyî welat be; lazim e rabe ser piyan, cihê xwe di nava wezîfeyên xwe yên dîrokî de bigire, pêk bîne. Bi taybetî jî jin û ciwan hemû lazim e wezîfeyên xwe yên pêşengiyê pêk bînin. Îro ji bo gelê Kurd çi bike heqê wî ye, ew rewa ye. Çi ji destê xwe were dikare bike. Ji ber ku li ser gelê Kurd siyaseta qirkirinê tê meşandin. Gelê Kurd ji bo hebûn, jiyana azad, paşeroja xwe çi bike dikare bike, ew meşrû ye, mafê xwe ye. Bi taybetî jî lazim e jin û ciwan nesekinin, li her cihî li dijî dagirkeran têkoşîna xwe bimeşîne, gelê xwe tevlî vê têkoşînê bikin. Ti carî di vê têkoşînê de yên ku canê xwe dane ji bîr nekin. Jibîrnekirina wan, bicihanîna wezîfeyên xwe yên li ser armancê wan e. Her şehîdek ji bo me, ji bo gelê Kurd bi taybetî ji bo jin û ciwanên Kurd sedema têkoşîneke mezin e.

Ji bo gelê Kurd tenê serketin lazim e. Ji derveyî serketinê tiştek gelê Kurd ji tunebûnê rizgar nake û azadiyê pêk nîne. Her tiştî divê bike sedema têkoşîna azadî û demokrasiyê xurt bike, encamê jê werbigire. Di dawiyê de careke din ew lehengên li dijî dagirkerên Tirk, Kurdistan, gelê Kurd, destketiyên gelê Kurd û mirovahiyê diparêzin, ji bo wê canê xwe didin ez wan bi minet bi bîr tînim. Ew fermandarên ku li dijî dagirkeriyê şerê azadî demokrasiyê dimeşînin, şervanên ku di vî şerî de cih digirin, lehengiyê dikin ez wan silav dikim, wan pîroz dikim, hurmetê xwe ji bo wan diyar dikim. Dibêjim, em ê di vî şerî de heta dawiyê wezîfeya xwe pêk bînin, em ê dagirkeriyê li Kurdistanê têk bibin, em ê dawiya faşîzma AKP-MHP'ê bînin. Gelê Kurd wê bi ser bikeve, wê bi mirovahiyê jî bide qezençkirin. Ji bo wê dibêjim; Bijî Serok Apo, Bijî gerîlayên HPG, YJA Star ên ku wezîfeya xwe ya dîrokî ji bo gelê Kurd û mirovahiyê pêk tîne. Bijî têkoşîna me ya neteweyî, azadî û demokrasiyê."