Baxoz wê di nava çend rojan de ji DAÎŞ'ê bê rizgarkirin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand, Baxoz wê di nava çend rojan de bi temamî ji DAÎŞ'ê bê rizgarkirin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, şervanên QSD'ê li Baxozê hin deverên nû ji DAÎŞ'ê rizgar kirin. 90 ji sedî yê herêmê ji DAÎŞ'ê hatiye paqijkirin û operasyonên ji bo rizgarkirina temamiya herêmê jî didomin. Rayedarên QSD'ê dibêjin, çeteyên DAÎŞ'ê sivîlan ji bo xwe weke mertalên zindî bi kar tînin.

Ji fermandarên QSD'ê yên li eniya Baxozê Dilşêr Hesekê diyar kir, piştî ku bakurê herêmê bi temamî hate rizgarkirin, hin taxên din jî hatine rizgarkirin.

Hesekê ragihand, çete bi temamî hatine dorpêçkirin û got, "Çeteyên DAÎŞ'ê ji bo xwe veşêrin û derbên giran ji şervanan nexwin, sivîlan bi kar tînin."

Fermandarê QSD'ê got, ew bi baldarî bi pêş ve diçin û di nava çend rojan de wê herêmê bi temamî ji DAÎŞ'ê rizgar bikin.