Başaran: Tecrîda li Îmraliyê hatibû destpêkirin li ser civakê didome

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran got “Rejîma tecrîdê ya ku li Îmraliyê hatibû destpêkirin li ser civakê belav dibe. Ev tecrîd li ser girtiyan zextên mezin pêk tîne.”

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran li avahiya navendî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist û rojev nirxand.

Di axaftina Başaran de ev tişt derketin pêş :

“Îro rûniştina doza qetlîama Konyayê ye ya ku 7 Kurd lê hatibûn kuştin. Me berê jî diyar kiribû qetilkirina Denîz Poyraz û êrişên nijadperestî yên li ser Kurdan ne êrişên ji rêzê ne. Ev ne êrişên wisa ne ku kesekî bi tenê plansaziya wê kiriye. Dibe ku tetîkkêşê vê êrişê a niha girtî ye lê desthilatdariyê plansaziya vêya kiriye û bi polîtîkaya xwe ya nefretê civak aniye hemberî hev. Desthilatdarî bi xwe jî berpirsê vê qetlîamê ye. 

TECRÎD Û GIRTÎGEH

Rejîma tecrîdê ya ku li Îmraliyê hatibû destpêkirin li ser civakê belav dibe. Ev tecrîd li ser girtiyan zextên mezin pêk tîne. Li ser girtiyên polîtîk êrişên mezin hene. Ji ber ku girtî ne hiqûq, makeqanûn û qanûnên berdanê hemû tune tên hesibandin û li ser girtiyên siyasî zextên mezin tê kirin. Rewşa girtiyên nexweş jî roj bi roj girand dibe. Ji ber ku berdana bi şert pêk nayê, berdana girtiyan tê astengkirin, li ser girtiyan êşkence tê kirin, pêdiviyên mirovî nayên bicihanîn. Ji ber vê jî girtiyên nexweş roj bi roj nêzî mirinê dibin.

Li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş hene. Herî dawîn jî ya Aysel Tûglûk ku parlementera berê bû û Hevserokatiya Giştî kiribû, kete rojevê. Rewşa Tûglûk roj bi roj giran dibe. Ligel ku Zanîngeha Kocaeliyê rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ daye jî ji ber rapora Saziya Tipa Edlî Tûglûk nayê berdan. Di heman demê de Muhlîse Karaguzel (60) Hevseroka me ya HDP’a Mûşê bû. Ligel ku gelek nexweşiyên wê hene jî nayê berdan. Dema ku sewqî nexweşxaneyê hate kirin jî kirinên dermirovahiyê li wê tê kirin.

Li Girtîgeha Kandirayê ji ber ku jinan qetilkirina Garîbe Gezer protesto kirin, cezayê dîsîplînê li 15 jinan hate birîn. Di heman demê de gardiyana gef li Leyla Guven xwarin. Gardiyan vê hêzê ji ku dibîne ku êrişî parlementera me û Hevseroka me ya KCD’ê dike? Çima derbarê gardiyanan lêpirsîn nehatiye destpêkirin?Em careke din desthilatdariyê hişyar dikin heke derbarê van hevalên me yên girtî pirsgirêkek pêk were, berpirsê wê desthilatdarî û Wezareta Edaletê ye.

HERÎ KÊM 7 JIN HATIN QETILKIRIN

Di nava sala 2021’an de li gorî sala 2020’an şîddet ji sedî 15 zêde bûye. Wezareta Karê Navxweyî diyar kir heta 31’ê Kanûna 2021’an 307 jin hatine qetilkirin lê li gorî hejmarên saziyên jinan herî kêm 280 jin hatine qetilkirin û 217 jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Em dizanin ji 1’ê Çileya 2022’an û heta îro herî kêm 7 jin hatine qetişlkirin. 

A niha li welat krîzeke mezin a aboriyê heye. Meclîsa me ya jinan a HDP’ê di mehên havînê de kampanyayek kiribû û me bal kişandibû ser van tiştan. Me diyar kiribû ev krîz herî zêde bandorê li jinan dike, jin bêtir hejar dibin, jin ji ber hejariyê nikarin ji şîddetê rizgar bibin û di bin sînorê birçîbûnê de dijîn. Ji ber ku ped û tampon bi biha tên firotin, ev tişt bandorê li tendirustiya jinan dike. Me li meclîsê pêşniyaza qanûnê da ku bila alavên hîjyenê belaş werin dayîn lê mixabin tu pêşketin tune. Ji bo ku alavên hîjyenê û pêdiviyên sereke belaş werin dayîn em ê têbikoşin. Em bang li Wezareta Malbatê dikin, jin nikarin alavên hîjyenê bikirin û divê ev tişt di rojeva we de be, divê tendirustî û dahatûya jinan di rojeva we de be.”