Başaran: Gelê me wê bimeşe Gemlîkê

Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku ew ê parastina Peymana Stenbolê bidomînin. Başaran bal kişand ser Meşa Gemlîkê û got, "Em qedexeyan nas nakin, gelê me wê ber bi Gemlîkê ve bimeşe."

Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran li navenda giştî civîna çapemeniyê li dar xist û rojeva jinan nirxand.

Di axaftina Başaran de ev nirxandin derketin pêş:

“Weke hûn jî dizanin di 20’ê Adara 2021’ê nîvê şevê de Serokê Giştî yê AKP’ê bi yek îmzayê ku bi rayeya ku jê re hatiye dayîn, îlan kiribû ew ji Peymana Stenbolê vedikişin. Li hemberî vê em jin ev demeke dirêj e li kolan, qadan û li herêman têkoşîneke mezin didin meşandin. Me jî ji bo vê mijarê bi têkoşîna hiqûqî li dijî Konseya Dewletê doz vekir. Duyemîn danişîna dozê ya li Şûraya Dewletê hefteya borî hat dîtin. Em Meclîsa Jinan a HDP'ê tev li rûniştina vê dozê bûn ku bi serlêdanên dehan rêxistinên jinan û partiyên siyasî hatin vekirin. Li ser navê HDP'ê, Hevseroka me ya Giştî Pervîn Bûldan parastin kir. Li wir wekî hatî diyarkirin me ev parastin ne tenê li ser navê HDP'ê û kesayeta wê kir, li ser navê hemû jinên Tirkiyeyê, Tirk, Kurd, Elewî, Laz, Çerkezan parastin kir. Bi taybetî parastina ku ji aliyê rayedarên qesrê ve hat kirin, dubarekirina manîpulasyona wan a demeke dirêj bû. Wan diyar kirin ku Peymana Stenbolê di rastiya xwe de bandor li têkoşîna jinan nekiriye û diyar kirin ku tundiya li ser jinê zêde kiriye.

‘PIŞTÎ JI PEYMANA STENBOLÊ VEKIŞÎN, 495 JIN HATIN QETILKIRIN’

Em bi israr in ku piştî derketina ji Peymana Stenbolê, şîdeta li ser jinê hîn zêdetir bûye. Her çend rayedar tu daneyên fermî nedin jî, ji dema vekişîna Peymana Stenbolê heta niha herî kêm 495 jin hatine qetilkirin. Em herî kêm dibêjin, ji ber ku ev demeke dirêj e wezaret bi israr daneyên tundiya li ser jinan eşkere nakin. Ji ber ku dixwazin weke ku tundiya li ser jinê kêm bûye nîşanî civakê bidin. Tenê di meha dawî de, di meha Gulanê de, herî kêm 32 jin hatin qetilkirin. Ev îdia hemû eşkere ne jî, em baş dizanin ku çima hikûmet ji Peymana Stenbolê vekişiya û di derbarê tundiya li ser jinan de tu gav neavêt. Ji ber ku tu derdê dewletê nîne ku tundiya li ser jinê çareser bike, dixwazin jin zêdetir rastî tundiyê bên, zêdetir bi xizaniyê re rû bi rû bimînin û ger mimkun be ji bo azadiyê qet têkoşînê nekin. Ji ber vê jî hemû jinên li dijî wan têdikoşin dikin hedef, ev jî têrê nake, dewlet teşwîqê tundiya li ser jinê dike.

Ji bo jinên ku jiyana xwe ji dest dane em ê Peymana Stenbolê pêk bînin. Em ê Peymana Stenbolê ji bo edaleta rastîn pêk bînin, ne edaleta mêr. Em bang li hemû jinan dikin ku Peymana Stenbolê biparêzin û tevlî têkoşîna hevpar bibin. Jin di sedsala 21’emîn de hê jî ji bo xebateke wekhev ji bo mûçeya wekhev têdikoşin. Jinên ciwan bêkar, bêhêvî û reşbîn in, nikarin paşeroja xwe bibînin.

MEŞA BER BI GEMLÎKÊ VE

Hikûmet bi rêbazên cûrbecûr sedema bingehîn a pirsgirêka li welat vedişêre, lê em dizanin ku îro li Tirkiyeyê bi krîza aborî, her roj zêdebûna tundiya li ser jinê, bi organîzekirina zayendperestiyê re bi milîtarîzmê re rû bi rû ne. Ango israra tifaqa AKP-MHP’ê ya di rêbaza çareseriya pirsgirêka Kurd a bi şîdet, zor, şer û dagirkeriyê, berdêla wê hemû bi civakê dide kirin. Di rastiyê de yek ji aliyên herî bingehîn ên vê mijarê tecrîda li ser Birêz Ocalan a li Îmraliyê ye. Ji ber vê yekê em weke KCD, partiyên siyasî û jin dê di 12’ê Hezîranê de li dijî tecrîd û polîtîkayên şer heta Gemlîkê bimeşin û diyar bikin ku em ê ji bo şikandina tecrîdê têbikoşin.

ÊRÎŞÊN LI DIJÎ ÇAPEMENIYA AZAD

Di encama êrîşên şer û polîtîkayên zordariyê de em her roj bi operasyonên qirkirina siyasî şiyar dibin. Li Êlihê di encama êrîşa li dijî rêxistin û têkoşîna me ya jinan de 19 hevalên me yên jin hatin destgîrkirin û 3 jê hatin girtin. Li Stenbol û Tekîrdagê di du operasyonên cuda de li dijî HDK û Komeleya Şopandina Penaberan de serdegirtin pêk hat. Di encama vê operasyonê de 19 hevalên me hatin destgîrkirin û hîna jî destgîrkirina wan didome. Dîsa edîtor û nûçegihanên Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firat, Jinnews û Ajansa Mezopotamyayê jî di nav de 21 rojnameger hatin destgîrkirin. Ji ber ku îktîdar asê dibe û bi xitimandinê re rû bi rû maye, amûrên xwe yên zextê û tundiyê dijwar dike, bi êrîş, şer, dagirkerî û di dawiyê de jî dadgeriyê hewl dide serdestiya xwe bidomîne. Em sedemên van êrîşên li dijî rojnamevanên Kurd gelek baş dizanin. Ji ber ku desthilatdarî têgihiştinekê diafirîne. Bi bêdengkirina çapemeniya azad re hewl dide vê ferasetê xurt bike. Li hemberî her kesên ku heqîqetê diparêzin destgîr dike. Li hemberî van êrîşan ma wê çapemeniya azad dest ji gihandina rastiya civakê berde? Helbet na! Weke ku me berê jî di dîrokê de dîtiye, ne tenê destgîrkirin û girtin, komkujî jî hatin kirin, lê endamên çapemeniya azad tu carî gav paşde neavêtin û rastiya xwe ji civakê re ragihandin. Em careke din diyar dikin ku em li cem çapemeniya azad in. Li hemberî van hemû êrîşan em di 12’ê Hezîranê de ber bi Gemlîkê ve dimeşin. Em ê li dijî polîtîkayên şer, êrîş, îmha û înkarê dengê xwe bilind bikin.

‘WÊ BIBE KONGREYÊ HERÎ BI HEYBET ÊN DÎROKÊ’

Me konferansên xwe hefteyên borî li dar xist. Pêşî Konferansa xwe ya Jinan, piştre jî Konferansa xwe ya Mezin pêk anî. Em amadekariyên xwe dikin ku 5’emîn Kongreya Mezin a Asayî di 3’ê Tîrmehê de li dar bixin. Ji aliyê me ve heyecaneke mezin heye ji ber ku em li hemberî van êrîşan hemûyan hêviya welat, Kurd, jin, ciwan, xebatkar û kedkaran didomînin. Li hemberî van hemû êrîşan yekane alternatîf û çareseriya rejîma îro li ser me ferz dike, rêya 3’yemîn û HDP’ê ye. Em jin ku pêşengên vê alternatîfê ne, bi coşeke mezin kongreya xwe amade dikin. Bi lidarxistina yek ji kongreyên herî bi heybet ên dîroka xwe hem ji aliyê çawanî û hem jî ji aliyê hejmarî ve em ê nîşan bidin ku li hemberî van êrîşan me gav paşde neavêtiye."

‘EM QEDEXEYAN NAS NAKIN’

Başaran li ser pirsa "Heta 15'ê Hezîranê li ser Meşa Gemlîkê qedexeya çalakiyê hatiye ragihandin, şîroveya we li ser vê yekê çi ye?" wiha bersiv da:

"Mixabin Tirkiye bûye welatê qedexeyan. Me çiqasî bertekên demokratîk nîşan da jî em bi heman qedexeyan re rû bi rû man, lê ti qedexeyan rê li meşa me negirt. Em li vir diyar dikin ku em vê qedexeyê nas nakin. Ev qedexe dê ti carî rê li ber têkoşîn û meşa me negirin. Di planên me de ti guhertin çênabe. Di vî warî de amadekarî hene. Gelê me ji çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê wê ber bi Gemlîkê ve bimeşin, di vê mijarê de di plansaziya me de ti guhertin tuneye."