Başaran: AKP û dewleta kûr hatin cem hev û rejîmeke nû ava kirin

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran anî ziman ku hikûmeta AKP'ê weke sivîl xuya dike, lê tenê dikare bi darê zorê li ser piyan bimîne û got: "AKP û dewleta kûr hatin cem hev û rejîmeke nû ava kirin."

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, têkildarî tayînkirina qeyûman û êrîşên li ser saziyên jinan nirxandinên girîng kirin. Başaran da zanîn ku dewleta Tirk xwe li ser tinebûna gelan û tekperestiyê ava kiriye. Başaran bilêv kir ku dema mirov polîtîkaya hikûmetê ya qeyûman binirxîne, mirov bi dîroka sed salî ya Tirkiyeyê ve jî girê bide wê rastiya ber bi çav ya dewletê bibîne û wiha axivî: "Ji ber ku dewleta Tirk xwe li ser tinebûna gelan û tekperestiyê ava kiriye. Vê rewşê her demê krîz bi xwe re aniye. Carna tevgerên gel derketine holê û ji bo pelçiqandina van jî darbe hatine kirin. Bi darbeyan hebûna xwe domandiye."

'AKP'Ê Û DEWLETA KÛR REJÎMEK NÛ AVA KIRIN'

Başaran destnîşan kir ku qeyûm encama îdeolojiya dewletê ye ku xwe pê ava kiriye û got, "Lê di dema nêz de em dikarin vê bi hilbijartina 7'ê Hezarîna 2015'an ve binirxînin. AKP sala 2002'an bi sozên azadî, pêşxistina aboriyê, wekhevî û gavên demokrasiyê bû desthilatdar. Ev ji xwe re kir perde û hinek gav avêtin, lê di encam de bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê re dît ku tiştên pêk tîne ji bo civakê nabe bersivek û li hemberî wê alternatîfeke weke HDP’ê heye. Ev alternatîf tenê ne li hember desthilatdariya AKP’ê, li hember statukoya heyî ya dewletê bû. Lewma AKP û dewleta kûr hatin cem hev û rejîmeke nû ava kirin. Ev li pêşiya hemû rejîmên din bû. Helbet rejîmên din jî xwe li ser tinekirinê, asîmîlasyonê, tekperestiyê, Tirktiyê ava kiribûn. Piştî 15'ê Tîrmeha 2016'an, 11'ê Îlona 2016'an pêvajoya qeyûman pêş xistin. Vê jî bi firsendperestiyên demkî re bi xwe re anî. Qeyûm a rastî li hemberî projeya HDP’ê ya jiyana nû, alternatîf, azadîxwaziya jinê û xeta sêyemîn tê pêkanîn."

'NAVENDÊN ASÎMÎLASYONÊ'

Di berdewama nirxandina xwe de Başaran bal kişand ser polîtîkayên kûr ên AKP’ê û wiha axaftina xwe dom kir: "Desthilatdariya wan weke sivîl xuya dike, lê tenê dikare bi darê zorê li ser piyan bimîne. Darbeya 15'ê Tîrmehê weke firsend dît û bi şêwazê darbeyeke leşkerî dest bi dagirkirina şaredariyan, tayînkirina qeyûman kir. Bi van qeyûman re weke careke din li hemberî Kurdistanê sefereke fetîhkirinê dan destpêkirin.

Bi qeyûman re li hemberî qada ziman, çand û dîroka Kurd, her wiha li hemberî  zemîna têkoşîna jinan û pergala jinan danîbû holê êrîşeke mezin hat kirin. Navên gelek kesayetên Kurd ên li parkan, saziyan hatibûn kirin guhertin. Peykerên  zarokên hatibûn qetilkirin jî hatin hilweşandin. Li şûna wan navan, navên kesên di dîrokê de êş bi Kurdan dane kişandin li wan deveran kirin. Nexwestin têkildarî Kurdan tiştek bimîne. Paralelî vê, êrîşî pergala jinê kirin. Ji ber rejîmeke tekperest ti carî naxwaze nêrîneke jinê pêş bikeve. Ji ber nêrîna jinê û rejîma tekperestî, nêrîna jinê û desthilatdarî, nêrîna jinê û şer-mîlîtarîzm nikarin bên cem hevdu. Lewma êrîşî destketiyên têkoşîna jin a herî berxwedêr kirin. Êrîşî saziyên jinan kirin. Midûrên mêr weke rêveber tayînî saziyên jinan kirin. Budçeya ji bo jinan ji polîtîkayên asîmîlasyonê re veqetandin. Niha şaredariyên qeyûm tayîn kirine li aliyekî qereqol in, li aliyekî weke navenda asîmîlasyonê tên xebitandin. Ev têkildarî hilweşandina nirxên civakî, gelê Kurd û Kurdistanê ye."

'XEYALPERESTIYA AKP'Ê

Başaran destnîşan kir ku divê mirov mijara qeyûman bi têkildarî civakê re jî binirxîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her ku êrîşa li hember Kurdan zêde dibe, li Tirkiyeyê demokrasî paş dikeve. Mirov nikare demokrasiyê û civaka Tirkiyeyê ji hev qut bike. Ev xisûsa paşketina demokrasiyê timî mekanîzmayên darbeyê kirine nav liv û tevgerê. Eger îro êriş, qirkirin, zext, asîmîlasyon li Kurdan tên ferzkirin, ev li Tirkiyeyê ji aliyê desthilatdariyê ve xwe di nêzîkatiya li hember şaredariyên CHP'ê de nîşan dide. Bêfonksiyonkirina şaredariyên CHP'ê, dîsa xisûsa ku destûr nadin şaredarî budçeyên xwe bi rê ve bibin û vê bi serokkomariyê ve girê didin, çavkaniya xwe ji êrîşên li Kurdistanê digirin. Mirov nikare ji hev qut bike. Ev paralelî hev in. Eger hinek bêjin em ê li Kurdistanê şer bikin, hilweşandinê bikin û li Tirkiyeyê demokrasiyê ava bikin, xeyalperestî ye." 

TÊKOŞÎNA HEVPAR

Bi domdarî Başaran diyar kir ku Sûr, Cizîr û bajarên din ên Kurdan hatin xera kirin û di encama wê de darbe hat û got, "Polîtîkayên şîddetê dibe sedem ku ev mekanîzmayên darbeyê bikevin nav liv û tevgerê. Divê li hember wê em bi rengekî hevpar tevbigerin."

'DI ÎDEOLOJIYA AKP'Ê DE JIN NÎNE'

Başaran destnîşan kir ku desthilatdarî timî li hemberî navenda berxwedanê timî di nava êrişan de ye û got, "Lewma AKP niha jinên Kurd kiriye armanc, êrîşî wan dike. Jinên Kurd di asta cîhanê de jî weke pêşeng tên qebûlkirin. Ev êrîş her wiha di şexsê jinê de jî li dijî jinên Tirkiyeyê û têkoşîna jinan a enternasyonel e jî. Erîşa li hember jinan ku di vê dema vîrûsa koronayê de pêk hat tesadûf nîne. Ji ber jinan di vê demê de jî dest ji têkoşîna xwe bernedan. Ji ber jin tenê bi metirsiya koronayê re rûbirû nînin, di heman demê de bi tundûtûjiya mêr re jî rûbirû ne. Jinan ev her du rîsk jî dan ber çavan û têkoşîn xurt kirin, li ber xwe dan, dengê xwe bilind kirin. Helbet di îdeolojiya desthilatdariya AKP'ê de jin nîne. An jî li gor jina me behs kir, jina diaxive, ava dike, bi rê ve dibe, difikire û tişta difikire pêk tîne di îdeolojiya vê desthilatdariyê de nîne. Ev desthilatdarî dixwaze di nav malbatê de di temenê zarok de zewicandinê û jina dikeve bin xizmeta mêr bixe meriyetê. Li aliyê din jî dixwaze jin weke kole bimîne da ku civakê hê hêsantir karibe bike kole. Niha tevahî cîhan diyar dike ku kapîtalîzm di nav krîzê de ye û hewce ye xwe ji nû ve ava bike. Em weke jin an em ê serweriya kapîtalîzmê qebûl bikin, an jî em ê li ber xwe bidin. Ji ber em li ber xwe didin êrişî me dikin. Li cîhanê jî jin dibin hedefa êrişan."

'ÊRÎŞÊN LI HEMBERÎ JINAN BI PLAN IN'

Başaran got, bêperwabûna êrişên li Tirkiyeyê li dijî jinan tên kirin, tengaviya desthilatdariyê nîşan dide û diyar kir, "Ji ber êdî li aliyekî hem nikarin hincetan nîşan bidin hem jî pêwîst nabînin hincetan bibînin. Ji ber êdî li Tirkiyeyê qanûn nemane. Kesên jinan qetil dikin, tecawizî zarokan dikin, yên nefretê belav dikin li derve ne. Kesên difikirin di zindanan de  ne. Ev êrîşên li hember jinan bi plan in. Dixwazin bi van êrîşan re binesaziya êrîşên li hember jinan ava bikin. Berê jî hatiye dîtin. Desthilatdarî kengî dixwaze êrîşeke berfireh pêk bîne, destpêkê êrîşî beşa herî berxwedêr jinan dike. Ev êrîş jî bi awayekî pir bêrehm, bêwijdan pêk anî. Dayika Havva ya 75 salî ya xwe fedayî têkoşîna azadiyê kiriye, gelek êşên mezin jiyaye û tevî van êrîşan dixwaze têkoşîna aştiyê pêş bikeve hat binçavkirin. Dîsa dayika Dilgeşê biçûk a hevaleke me ya têkoşînê ye hat binçavkirin. Sibeha cejnê ev pêkanîn li hember dayik û zarokên Kurd kirin. Ev bêçaretiya desthilatdariyê ya ketiye nav nîşan dide. Divê tenê ne Kurd hemû beşên li Tirkiyeyê li hember vê derkevin. Helbet li hember vê deng derket holê. Li Tirkiyeyê û cîhanê li hember binçavkirina Dilgeş û dayika wî jinan dengê xwe bilind kirin. Ne mimkun e bi van êrîşên li hember jinan ti encamê bigirin. Ji ber jinan destketiyên xwe bi têkoşîneke dûrûdirêj bi dest xistine. Ev ji bo jinan têkoşîneke hebûn û tinebûnê ye. Jin di vê têkoşînê de ti carî paşde gav navêjin. Em ê vê têkoşîna xwe bidomînin."