Başaran: AKP bi hovane operasyonan dike

Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku AKP bi awayekî hovane operasyonên destgîrkirinê dike û got ‘Em natirsin.’

Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan û parlementera Êlihê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran îro têkildarî operasyonên qirkirina siyasî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

‘JI DENGÊ ME YÊN BI MILYONAN DITIRSIN’

‘Di operasyonên nîvê şevê de 151 siyasetmedar, çalakger û rojnameger deriyên malên wan hatine şikandin û bi çekan hatine destgîrkirin.

Koalîsyona AKP-MHP’ê ya ku dengên HDP’ê yên di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an û yên 24’ê Hezîrana 2018’an qebûl nekirine û hewl dide qada siyaseta demokratîk ji parlementoyê derbixe, bi operasyonên nîvê şevê dixwazin faşîzma xwe berfirehtir bikin.

Vê tifaqa qirêj di destpêka hilbijartinên herêmî de bi sûcdariyên beredayî hewl dide qirkirina siyasî bidomînin.”

‘EM JI WE NATIRSIN!’

Başaran diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê ji sala 2009’an û vir ve bi awayekî hovane operasyonên xwe didomîne û got ku, “Kesên diz bi şev deriyan dişkînin û yên tirsonek bi şev berê çekan didin ser siyasetmedar û rojnamegeran. Em ji dozger, bêhiqûqiya dozgerên we û ji pêkutiya polîsên we natirsin.”